Hin Ehrimanî / Kîndarîya Kurd li ser Kurd!

Ehmed Xelîl

Dema min dîroka me dipeland, ez li hember kîndariya kurd li ser kurd șatmat dimam, min digot: Gelo, dibe ku ev kîndarî bibe sedema têkçûna Imparatorîya Medan di dest Farisan da sala 550 b.z?

Dibe ku bihêle hin êlên kurdan bibin hevalbendên dagîrkerên Kurdistanê û li dijî kurdan șer bikin, gundên kurdan talankin? Dibe bihêle șoreșgerê kurd bi destê kurdekî kîndar were kuștin an were hispartinî dagîrkeran?

Lê piștî rûxandina rêjîma fașîst li Iraqê û pirsgiraka Surî, ez pê hay bûm heta kîjan pileyê kîndariya kurd li ser kurd sawdar e!

Bêtaran bi serên kurdan da dirijîne! Nahêle kurd bi yek bin! Navê kurdan di cîhanê da pîs dike! Têkoșîna kurda ji bo azadiyê kavil dike!

Dibêjin zanyar û stêrnasê Firensî Laplas (1827 m) gotibû:

Ka cihekî li asmana bi min din, ezê zemînê ji wera bihejînim.

Ez jî dibêjim: Ka dermanekî ji kîndariya kurd ra bi min din, ezê sozî damezirandinê Dewleta Kurdistanê bidim we.

Û Çi Dibe Bila Bibe, Dîvê Kurdistan Rizgar Bibe! 8-12-2015

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *