Mamosteyên Kurdî: Di wergirtina lêkoleran de neheqî li me tê kirin

Mamosteyên derçûyî yên beşa Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê dixwazin serokên beşê keda wan bibînin.

Mamosteyên derçûyî yên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî derbarê wergirtina lêkolînerekî li zanîngeha Mêrdîn Artukluyê daxuyaniyek belav kirin.

Mamosteyên derçûyî yên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê di daxuyaniya xwe de wergirtina şert û mercên lêkolînerekî li zanîngehê rexne kirin û ji serokên beşê xwest ku keda wan bibînin.

“Keda xwendekarên beşa Kurdî hatiye piştguhkirin”

Mamosteyên derçûyî yên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Ji sala 2011ê ve beşa Ziman û Edebîyata Kurdî ya lîsansê li zanîngehên Muş Alparslan, Bîngol û Mardîn Artukluyê vebûne û heta niha ji hezarî zêdetir xwendekarên mezûnên lîsansa beşa Kurdî hene ku gelekên wan niha masterê an jî doktoroyê dixwînin.

Mixabin di wergirtina lêkoleran de şertê xwendina lîsansa Kurdî cih nagire û ji ber vê yekê mezûnên lîsansa beşên din jî dikarin serî lê bidin. Bi vî awayî keda xwendekarên beşa Kurdî hatiye piştguhkirin.”

Mamosteyên derçûyî yên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî herwiha got:

“Kesekî ku 10 salên xwe daye xwendina beşa Kurdî (lîsans, master, doktora) û kesekî pûana wî ya ezmûna YDSyê bilind e rabe ji beşeke din bê û dest bi mastera Kurdî bike, dibe?

Gelo mafê van her du kesan heman e, her du bi heman şiklî akademîsyeniya Kurdî heq dikin, gelo edaleta vê rewşê divê çi be?”

“Divê rê li ber mezûn û xwendekarên beşa Kurdî neyê girtin”

Mamosteyên Kurdî di dawiya daxuyaniyê de daxwazên xwe anîn ziman:

“Ji bo wergirtina lêkoleran divê şerta xwendina masterê hebe. Lîyakat bê esasgirtin û nîrê torpîlê xwe nede der.

Rê li ber xwendekar, mezûnên masterê û mezûnên doktoraya Kurdî neyê girtin. Têgehên heq û edalet û kedê ji aliyê berpirsyaran ve baş bêne lêkolîn û zanîn.”

Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî Zanîngeha Artukluyê 2yê Kanûna Paşîna 2024an ji 24 beşên cuda wergirtina 25 lêkoleran ragihand.

Li gorî vê ragihandinê kontenjaneke lêkolîneriyê ji bo beşa Ziman û Edebîyata Kurdî hate veqetandin.

Ji bo beşa Kurdî şert û mercên wergirtina lêkolerekî ji 3 madeyan pêk tên ku kesê serî lê bide divê xwendevanê çalak ê masterê be û pûana ezmûna ALESê 70 û ya YDSyê jî 50 be.

“YOK diyar dike”

Serokê Beşa Zimanê Kurdî yê Zanîngeha Mêrdîn Artukluyê Prof. Dr. Zahîr Ertekin jî li ser vê daxuyaniyê ji Rûdawê re axivî û got:

“Me neheqî li ti mamostayên derçûyî nekiriye. Şertên wergirtina lêkoleran em diyar nakin, Desteya Xwendina Bilind (YOK) diyar dike.

Herkesê ku wan şertên diyarkirî bîne cih, dikare serî li wê kontenjanê bide.”

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *