Duyemîn Xelata Zara ya Zimanê Kurdî ji nivîskar Emîna Emer re hat pêşkêşkirin

Rêxistina Kurdshoop bo xizmeta ziman, dîrok û çanda Kurdî duemîn xelata xwe, Xelata Zara pêşkêşî nivîskara Kurd a Rojavayê Kurdistanê Emîne Emer ku bi navê (Keça Kurd) naskirî ye kir ku di warê wêje û zimanê Kurdî de kedeke mezin daye.

Rêxistina Kurdshop bo Xizmeta Ziman, Dîrok û Çanda Kurdî duhî 7ê Berçileya 2024an, merasîma pêşkêşkirina Xelata Zara bo Xizmeta Zimanê Kudî li Hotela Kapîtol a Hewlêr lidar xist û tê de hejmarek mezin ji nivîskar û rewşenbîrên Kurd ên her çar parçeyên Kurdistanê amade bûn.

Xelat bo nivîskara Kurd a Rojavayê Kurdistanê Emîne Emer hat pêşkêşkirin. Ji ber ew ku li Almanya dijî û ji ber necîgîriya tenduristiya xwe, nekaribû beşdarî merasîmê xelatê bibe, bi nûnertiya wê nivîskar Xalid Cemîl Mihemed xelat wergirt.

Xalid Cemîl Mihemed di vê derbarê de ji K24ê re got: “Ez ê xelata Emîne Emar di nêzîktirîn dem de bigihînim wê. Tiştekî gelekî baş e ku sazî û dezgehên Kurdî çêdibin û nivîskar û behemdarên zimanê Kurdî zêde dibin, bi taybet di vê dema ku dorpêça li ser zimanê Kurdî tê kirin.”

Hejmarek berçav ji rewşenbîr, nivîskar û çalakvanên sizîl yên her çar parçeyên Kurdistanê, di merasima xelata Zara ya li Hewlêrê de beşdar bûn, hinek di wê baweriyê de ne ku heta niha jî gelek hewlên li dijî ziman û çanda Kurdî li çend parçeyên Kurdistanê hene.

Serokê Kurdshoop Walat Qaderî ji K24ê re got: “Ziman nasnameyeke girîng a hemû neteweyan e, me girîng dît ku salane di merasîmeke taybet de, kesên ku xizmeta zimanê Kurdî dikin, xelata bikin.”

Di merasîmê de peyamên vîdyoyê yên nivîskar Emîne Emer ji Almanyayê û mamosteya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî ji Sineyê li ser ekranê hatin nîşandan.

Emîne Emer (Keça Kurd) nivîskar, helbestvan, rojnamevan û mamosteya zimanê Kurdî ye. Heta niha 15 pirtûk bi kurdî nivîsîne û du berhemên bo erebî hatine wergerandin.

Mamosteya Kurd Zara Mihemedî ya Rojhilatê Kurdistanê ku navê wê bi xebatên ji bo zimanê dayikê belav bûye, di 10ê Çileya 2022an bi tometa “avakirina komekê ji bo têkbirina ewlehiya netewî” 5 sal cezayê girtîgehê ji aliyê Dezgeha Dadweriya Sinê ve lê hatibû birîn, lê di piştre di 10ê Sibata 2023an hat azadkirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *