Lîstikvana Kurd bi cil û bergên Kurdî beşdarî festîvala fîlman a Hindistanê bû

Lîstikvan Dîmen Zendiya ku bi cil û bergên Kurdî beşdarî festîvaleke navneteweyî ya fîlman a Hindistanê bû got, “Pêwîstiya sînemaya Kurdî bi derxistina stêrkan heye.”

Lîstikvan Dîmen Zendiya ku di 54emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî Goayê ya Hindistanê de bi cil û bergên Kurdî li ser xalîçeya sor meşiya, bala medyayê kişand.

Dîmen Zendî bû mêvanê bultena danê sibehê ya Rûdawê û diyar kir ku di festîvalê de berhema hevpar a Îran û Tacîkistanê ya bi navê “Melodî” ku wê rola sereke lîstiye, hatiye nîşandan.

“Her hunermendek neteweya xwe temsîl dike”

Dîmen Zendiya ji bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê got:

“Her hunermendek neteweya xwe temsîl dike û divê bi hunera xwe neteweya xwe bide nasîn.”

Dîmen Zendiyê diyar kir ku çapemeniyê eleqeyeke mezin nîşanî wê daye û anî ziman:

“Cil û bergên neteweyî yên Kurdî bala wan kişand. Li ser vê yekê çend tişt pirsîn. Wêneyên min li ser torên civakî û platformên cuda hatin weşandin.

Medyayê jî got, Dîmen bi cil û bergên xwe yên neteweyî beşdar bû.”

Fîlma Melodiyê ya ku derhêneriya wê Behrûz Sabit Resûl kiriye, ji bo xelata Oscarê bû berbijêr.

Dîmen Zendiyê diyar kir ku fîlm dê sala bê ji bo xelatên Oscarê têkeve pêşbirkê.

Dîmen Zendiyê diyar kir ku sînemaya Kurdî di van salên dawî de pêş ketiye lê nikariye stêrkan derxe.

Dîmen Zendiyê li ser vê yekê jî got, “Pêwîstiya sînemaya Kurdî bi derxistina stêrkan heye.”

Fîlma “Melodî” çîroka keçeke ku dixwaze ji dengê çûkan stranekê ji bo zarokên ku bi penceşêrê ketine çêbike vedibêje.

Dîmen Zendî destnîşan kir ku ji ber ku bi baweriya derhêner jinên Kurd bihêz in wî israr kiriye ku jineke Kurd rola sereke bilîze.

Tîmê ew ji nav lîstikvanên Îranî û Tacîk ji bo nûnertiya fîlmê di festîvala Hindistanê de hilbijartiye.

Ezmûna yekemîn a fîlma dirêj a Dîmen Zendiyê bi fîlma “Reşeba” ya ku li Herêma Kurdistanê hatiye girtin dest pê dike ku behsa komkûjiya DAIŞê ya li dijî Kurdên Êzidî dike.

Fîlma ku Dîmen Zendî tê de rola keçeke Kurd a Êzidî dilîze, li Los Angelesê xelata “Lîstikvana Herî Baş” wergirt.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *