Li Wanê Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin.

Li salona pêşangehê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê, nasandina Enstîtuya Ehmedê Xanî hat kirin.

Piştî wê li Navenda Kar a Nedîm Odabaşiyê, Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin.

Koordînatorê Enstîtuya Ehmedê Xanî Necdet Takva di merasîma vekirinê de axivî û diyar kir ku avakirina enstîtuyê ji bo bajêr girîng e.

Koordînatorê Enstîtuya Ehmedê Xanî, Necdet Takva wiha axivî:

“Li Wana ÅŸopên Ehmedê Xanî lê hene ku berî 350 salî bi çanda xwe hewl da ku dinyayê fehm bike me Enstîtuya Ehmedê Xanî vekir.

Em dê bi vê xebata xwe di pêvajoya pêş me de berhemên gelek nivîskarên ku li ser dîrok û zimanê Kurdî lêkolînan dikin berhev bikin.

Di heman demê de me ji bo ku lêkolerên ji cihên cuda yên dinyayê bikarin serî lê bidin jî ev enstîtu ava kir.

Hewldana bêyî ku dê di bin siya ti nêrînê de nemîne bi pêşengiya Ehmedê Xanî dê piştgiriyê bide çanda Kurdî.

Ez spasiya her kesê ku ked da dikim.”

Mahîr Tahayê Koordînatorê şaxa Wanê ya Enstîtuya Ehmedê Xanî jî got:

“ÃŽro ji bo me rojeke gelekî girîng e. Ez spasiya her kesê ku di vê roja xweÅŸ de em tenê nehiÅŸtin dikim.

Em derketin rêyeke dijwar û me destê xwe xist bin kevir.”

Lêkoler û dîrokzan Kerem Serhatli, Desteya Şêwirmendiya Giştî, Lêkoler Gulten Madenlî û Nivîskar-Lêkoler Nîhat Gultekin jî beşdarî bernameya danasînê bûn û li ser Ehmedê Xanî û girîngiya enstîtuyê axivîn.

Nivîskar û lêkoler Rohat Alakom, Mucahît Bîlîcî, siyasetmedar Mesut Ozturk û Weşanxaneya Sîtavê jî pêyamên xwe yên nivîskî şandin.

Nivîskar, dîrokzan, lêkoler Murad Ciwan, Abdullah Yaşîn, Mehmet Gultekîn û akademîsyen Doç Dr. Ahmet Kirkan jî ji bo bernameyê bi vîdeoyan peyamên xwe şandinRûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *