Guneştekîn dê di pêşangeha xwe ya herî mezin de behsa birîna Kurdî bike

Hunermendê Kurd Ahmet Guneştekîn, bi pêşangeha xwe ya nû ya bi navê “Serdema Em Lê Şiyar Dibin” derket pêşberî hunerhezan.

Pêşangeha Guneştekin ji 50î zêdetir berhemên nîgar, seramîk û peykeran pêk tê. 

Pêşangeh behsa pirçandî, pirrengî, hişmendiya kolektîv û bîra çandî dike.  

Guneştekin ji Rûdawê re behsa projeya xwe ya herî mezin kir û got ku ew dê îsal pêşangeha xwe ya herî mezin li Stenbolê veke.

Guneştekin da zanîn ku piraniya berhemên pêşangehê, li ser derd û kulên Kurdan û birîna zimanê Kurdî ye.

“Pêşangeh bala civata hunerê kişand”

Hunermendê Kurd Ahmet Guneştekîn got:

“Li Stenbolê galeriyeke nû vebû. Galeriyeke girîng e. Vekirina wê, bi pêşangeha min dest pê kir.

Di pêşangeha min a Serdema Em Lê Şiyar Dibin de, berhemên ku min di disîplînên cuda de çêkiriye cih digirin.

Tual, peyker û seramîk hene. Yanî ev koleksîyeneke ji warên cuda yên hunerê ye.

Ev demekê dirêj bû min li Tirkiyeyê pêşangeh venedikir. Ji loma jî vê pêşangehê gelekî bala civata hunerê kişand.”

Guneştekî li Venedîkê avahiya dîrokî ya 600 salî wergirt

Ahmet Guneştekîn, di pêşangeha xwe ya nû de dîsa behsa pirçandî, pirrengî, hişmendiya kolektîv û bîra çandî ya mîtan dike.

Hunermendê navdar Guneştekin, beriya çend mehan li Venedîkê avahiya dîrokî ya 600 salî ya bi navê Palazzo Gradenigoyê stendibû.

Guneştekin, ji Rûdawê re da zanîn ku wan beriya demeke nêz avahî dewir girtiye û dê piştî restorasyona salekê, dest bi xebatên hunerî bikin û got:

“Venedîk, ji bo dîroka hunera cîhanê bajarekî gelekî girîng e. Lewra ronesans li wê cografyayê, li Îtalyayê dest pê dike.

Tabî, ew zûbizû avahiyan nadin kesî. Di ser de ew avahî qesreke 600 salî be. Ji loma standina wê ne hêsan e.

Niha wê bi qasî salekê restorasyon bê kirin. Pişt re em dê avahiyê sala bê vekin.

Di serî de gelê Kurd, em hemû gelên cîhanê vedixwînin vekirinê.”

Hunermendê berhemdar Ahmet Guneştekîn, di nav kelecana pêşangeha xwe ya bi navê “Alfabeyên Winda” ye ku dê îsal li ArtFeshaneyê ya Şaredariya Stenbolê vebe.

Guneştekîn dê behsa birîna zimanê Kurdî bike

Guneştekîn da zanîn ku piraniya berhemên pêşangehê behsa derd û kulên Kurdan û birîna zimanê Kurdî dike.

Hunermedê Kurd di berdewamiya axaftina xwe de herwiha got:

“Niha em amadehiya projeyeke pir mezin dikin. Temaya sereke ziman û koçberî ye.

Bi îhtimaleke mezin ew dê pêşangeha me, li cîhanê bibe yek ji mezintirîn pêşangeha roja îroyîn.

Pêşangeha me ya ‘Alfabeyên Winda’ dê li Tirkiyeyê, di nav saziyên gelemperî de li saziya herî mezin a ArtFeshaneyê bê nîşandan.

Ev pêşangeh a soloyê ye, yanî bes aîdê hunermendekî ye. Ji loma jî dê kelecaneke bide saziyên hunerî.”

Pêşangeha bi navê “Serdema Em Lê Şiyar Dibin” ya hunermendê Kurd Ahmet Guneştekîn, dê heta 21ê Nîsana 2024an berdewam bike.

Lê Guneştekîn amadehiyê dike ku mezintirîn pêşangeha xwe ya şexsî ya bi navê “Alfabeyên Winda” îsal li Stenbolê veke.

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *