Hevdîtina Zîndanîyên 5 Noli bi Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu re

Cano AMEDÃŽ

Îro (10.3.2022) li bajarê Amedê li ser daxwaz û vexwendina Serokê Partîya Komarî ya Tirkiyeyê Kemal Kiliçdaroglu, me li mala kek Îsa G. de hevdîtinek pêk anî.

Di civînê de em pênc kes dilê zîndana 5 nolî yê bûn. Ez û xanima xwe, Nûrî S., Erdem G û xwedîyê malê Îsa G. bûn. Bi qasî seetekê me bi hev re sohbetek kir.

Min bi kurtayî ji pêvajoya 1923 an heta vê demê dîroka dewleta tirk anî ziman. PiÅŸt re min got: ‘‘CHP di heman demê de berpirs û xwedîyê dewletê ye. Mesûlê bûyerên qewimîne û li hemberî dîrokê berpirs e. ÃŽro CHP bi gotinên “helalkirinê” dixwaze rojevê biguherîne. Gelo hûn weke serokê CHP ê amade ne rolekî bigirin? Gelo CHP amade ye bi dîroka xwe re, bi derbasbûna xwe re rûbirû bibe? Ez weke kesekî Kurd ji we dipirsim û dixwazim hûn bersiva van pirsan bidin. Ev daxwazên lezgîn ku çendîn car ji aliyê partî û dezgehên sivîl ve hatine ragihandin hûn amade ne van daxwazan bicîh bînin!” Min ev daxwazên hanê bi nivîskî radestî Kemal Kiliçdaroglu kir:

Daxwazên lezgîn 

1- Divê hebûna  miletê Kurd  û welatê kurdan di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên Dewleta Tirkîyeyê de bêne qebûl kirin. Divê di Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê û di hemû qanûnên din de qedexeyên li ser navê Kurdistanê û li ber dezgeh û partîyên bi navê Kurdistanê ji holê rabin. Divê zimanê kurdî bibe zimanê fermî.  Divê li Bakurê Kurdistanê perwerdehîya bi zimanê kurdî; li bajarên metropolên Tirkîyeyê, li dibistanan, mafê fêrbûn û xwendina zimanê kurdî bê qebûl kirin. Divê astengîyên li ber çand û medyaya kurdî ji holê rabin û van hemû maf û gav di Qanûna Bingehîn û di hemû qanûnên peywendîdar de bêne bi cîh kirin.

2-Divê hemû asteng û qedexeyên li pêşîya azadîya ramanî, dînî û rêxistinî bêne rakirin û ew di Qanûna Bingehîn û di qanûnên din de bêne garantî kirin.

3- Divê hemû  kesên ku ji ber xebatên xwe yên siyasî, nivîsandin û îfadekirina fikrên xwe di hefsan de ne, bêne berdan û  dawî li van hemû daweyan bê anîn û divê herkes bikaribe bi awakî azad vegere welatê xwe.

4- Divê Dewleta Tirkîyeyê, hemû peymanên ku li gel Netewên Yekbûyî, Yekitîya Ewropayê îmze kirine û hemû peymanên navdewletî bi cîh bîne, hemû şerhên xwe yên danîye ser peymanan ji holê rake. Divê Dewleta Tirkîyeyê Madeya 90î ya Qanûna Bingehîn ya Tirkîyeyê bi cîh bîne.

5- Divê hemû navên, gund, bajar, bajarok û navçeyên cografî li Kurdistanê ku hatine guherandin weke orjînalên wan yên berê, paş de bêne guherandin.

6- Divê hemû neheqî, zext, qedexe û astengîyên qanûnî, fîîlî û civakî yên li ser jinan bêne rakirin.

7- Divê hemû neheqî, zext, qedexe û astengîyên qanûnî, fîîlî û civakî yên li ser Elewî, Rêya Heqîyê, Êzîdî û hemû alîyên dînî û mezhebî bêne rakirin. Hem azadîya bawerîyê, hem mafê bawernekirinê ji alîyê dewletê ve bê garantî kirin.

8-Ev maf û daxwazên gelê me yên acîl û rewa, nabe ku bi tu awayî bi rawestandina şerî ve, bi hebûn û tunebûna şerî ve yan jî bi şerd û mercên din ve bêne girêdan.

Ji bilî van daxwazan,

Pîştî bi kurtayî îfade kirina van daxwazan min çend daxwaz û xal lê zêde kir. Ew xalên min bi devki jê re got ev in:

1-Divê karmend û burokratên li Kurdistanê kar bikin divê Kurdî bizanibin. Divê li hemû sazî û dezgehan de xizmet bi zimanê kurdî bê kirin.

2- Divê dewlet rojek zûtirîn cihê Gora Şêx Seîd û hevalên wî, cîhê gora Seyîd Riza û hevalên wî, cîhê gora Seîdê Kurdî û hwd eşkera bike.

3- Divê CHP li hemberî rayagiştî bi derbasbûna xwe û bi dîroka xwe re rûbirû bibe.

4- Gelo CHP wê bikaribe van daxwazên lezgîn di bername û rojeva xwe de bi cih bike?

Piştî axaftinê, Kemal Kiliçdaroglu bi kurtahî ewha got: ‘Rast e divê dewlet bi dîroka xwe re rûbirû bibe, divê em jî bi derbasbûna xwe re rûbirû bibin. Em nikarin dîroka derbasbûyî biguherin, lê em dikarin jê ders bigirin. Rast e ev problema kurd heye. Divê di bin mîsogerîya qanûna bingehîn de be, divê zarok bi zimanê dayika xwe perwerde bibin, divê astengî û bertekên li hemberî fikir û ramanê ji holê rabin. Divê ev pirsgirêk bê çareser kirin. Kemal Kiliçdaroglu bi kurtayî axaftina xwe di vê çerceveyê de domand. Hevalên din jî, ji aliyê xwe de, li ser pirsgirêka kurd û Kurdistanê, dîtin û rexneyên xwe pêşkeşî serokê CHP ê kirin. Kemal Kiliçdaroglu, di çerçoveya demokrasiyê de axaftina xwe dewam kir. Di axaftina xwe de zimanekî nerm û dîyalogeki germ nîşan da.

Di heyeta wî de, ev parlamenter hebûn : Tuncay Özkan, Erdoğan Toprak, Veli akbaba, Abdurrahman Turdere û seroka şaxa Amedê Gönül Özel beşdar bû. Bi mêvan û mazûbanan nêzîkî 20 kes beşdarî civînê bûn û gohdar kirin. Ji aliyê min de civîn baş derbas bû, min him bi nivîskî dîtinên xwe radestî Kiliçdaroglu kir him jî bi devkî dîtin û rexneyên xwe pêşkeş kir. 10.3.2022 Amed.

Zimanê civînê tirkî bû, min daxwazên lezgîn bi zimanê tirkî û nivîskî radestî Kiliçdaroglu kir.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *