jênosîd û jênosîda Neteweya Kurd û enfal…

İbrahim GÜÇLÜ

Neteweya kurd, 100 salî zêdetir e ku bi jênosîdê ve rûberû ye. Enfal jî beşek ji jênosîda neteweya kurd e. Ji bona ku jênosîda li ser kurdan û an jî li hemberî kurdan tê meşandin û Enfalê diyar û zelal bikin; divê pêşî em li ser wateya jênosîdê rawestin.

WATEYA JÊNOSÎDÊ…

Jênosîd nayê wê wateyê ku neteweyek û kêmneteweyek bi carekê ve ji holê rabe û tune bê kirin. Jênosîd, tevgereke wûsa ye ku  di nav pêvajoyekê dirêj de neteweyekî û kêmneteweyekî, hêjayiyên neteweyî, çandî, dîrokî, zimanî, hebûna aborî, civakî yên neteweyekê ji holê radike. Ew tê wateyê ku bi jenosîdê, jîyana kesên neteweyan û azadîya kesan û netweyan ji holê tê rakirin. Loma jî tevgereke bir rêxistinî û bi plan û domdar e.

Gor Statuya Romayê Dadgeha Cizayê ya Navneteweyî terîfa jênosîdê di şeş xalan de diyar dibe. Gor van 6 xalan jênosîd, nîjadekê, netewekê, gûrûbeke etnîkî,  gûrûbeke olî û ezhebî bi tevayî, an jî bi beşekî ji bona ji holê rake, tevgerandin û sîyaseteke stratejîk e.

Gorî terîfa Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî Jenosîd:

Neteweyên Yekgirtî, di sala 1948an de, di Peymana Jênosîd Cizakirin û Pêşîya Jênosîdê Bê Girtin” de, terîfa jênosîdê hîn zelaltir û siviktir kiriye. Gorî Peymnana Neteweyên Yekgirtî, ji bona jênosîdê fikirandin û niyet bes e. Yanî dema ku dewletek û miletekî serdest, ji bona ku neteweyekî din ji holê rake, xwediyê niyet û fikir be, ew jî tê wateya jênosîdê.

Ji bona jênosîdê şert jî diyar in. Heger nîjadek û neteweyek û çandeke milî, xwe di ser miletekê din û bi taybetî jî miletekî bindest re bibîne, wê demê şertên jênosîdê hene.

Di îdolojîya xwe de jî miletê xwe, di ser miletên din re digre-dibîne de şertên jenosîdê hene.

Di rejîmên totalîter de şertên jênosîdê hene.

Ji bona jênosîd pêk bê, divê otorîteyeke merkezî, faşîst, rêxistinbûneke burokratîk jî hebe.

JÊNOSÎD A (QIRKIRIN A) NETEWEYA KURD…

Neteweya Kurd û welatê wan Kurdistan di sala 1639an de encama Peymana Qesr-i Şêrînê bu du beş. Kurdistan ket bin desthilatdarîya Împeratorîya Osmanî û Faris. Di serdema împeratorîya Osmanî û Faris de, li ser neteweya kurd zulmeke mezin hebu. Lê neteweya kurd tune nedihat qebûl kirin û pejirandin. Loma jî di wê serdemê de, ji jênosîdkirina neteweya Kurd qal kirin, mimkun nîne.

Lê piştî ku Kurdistan encama Peymana Lozanê bû çar parçe û bû welatekî kolonî ya çar dewletên nîjadperest û faşîst, neteweya kurd tune hat pejirandin. Loma jî çar dewletan (Dewleta Tirk, Îran, Sûriye, Iraq) sîyaset û stratejîya tunekirina neteweya kurd meşand. Bi vê biryarê jenosîda kurdan û tunekirina neteweya kurd dest pê kir.

100 sal e ku jenosîda neteweya kurd, li çar beşên Kurdistanê dom dike. Qetlîam û komkûjîyê li Kurdistanê ji bona ku neteweya kurd bên qirkirin û ji holê rabe hatin kirin û lidarexistin. Zimanê kurdî û çanda kurd û hemû hêjayîyên neteweya kurd qedexekirin, ji bona jenosîda neteweya kurd e.

Sîyaset û kirinên dewletên kolonyalîst li hemberî miletê kurd, gor pîvan û peymanên navneteweyî bi her rengî jenosîd e. Li Kurdistanê jenosîdeke domdar heye. Her deqîqe di jiyana me de xwe diyar dike.

ENFAL BEŞEK JI JÊNOSÎDA NETEWEYA KURD E…

Di ser êrîşa Enfal a Kurdistanê re 33 sal derbas bûye. Rejîma Baasê ya faşîst, ya hat rûxandin (1963-2003), di Enfalê de, bi  hezaran jin û zarokên kurdan qirkirin û kûştin û wenda kirin. Ev qirkirina kurdan, li pêş civaka navneteweyî û Neteweyên Yekgirtî pêk hat. Ev qirkirina kurdan li pêş civaka îslamî hat li darxistin. Ev qirkirina kurdan ya Enfalê di 7 mehan de pêk hat.

Erteşa Iraqê di êrîş û qirkirina Enfalê de bi hemû babet çekên nû û teknolojiya nû bi hêzên hewayî ji asman, li erdê û  zemînê êrîş kir û bi hezaran malbatên kurdan enfal kirin. Di wê pêvajoya leşkerî ya rêjîma Baasê de, zêdetir ji 4.700 gundên Kurdistanê û bi sedan bajarok û zozan wêran kirin û xelkê wê ber bi çarenivîseke nediyar ve birin.

Ev qirkirina kurdan di 8 qonaxan de bi dawî bû.

“Qonaxa yekem: Ji 22ê Sibatê û heta18ê Adara 1988an berdewam kir û di vê qonaxê de gelîyê Cafayetî hat enfalkirin.

Qonaxa duyem: Ji 22ê Adarê û heta 1ê Nîsana 1988an birêve çû, navçeya Qeredax hat enfalkirin.

Qonaxa sêyem: Ji 7ê Nîsanê û heta 20 Nîsana 1988an li navçeya Germîyan hat encamdan.

Qonaxa çarem: Ji 3ê Gulanê û heta15ê Gulana 1988an li navçeya Qelasêwkê û geliyê Zê yê biçûk hat encamdan.

Qonaxa pêncem, şeş û heftem: Ji 15ê Gulanê û ta 26ê Îlona 1988an birêve çû û tê de navçeyên Şeqlawa û Rewandizê bi ber pêla enfalê ketin.

Qonaxa heştem: Ji 26ê Tebaxê û ta 6ê Îlona 1988an birêve çû û tê de êrîş li ser devera Badînanê hate kirin.

Di koma heşt qonaxên proseya Enfalê de, rêjîma Baasê 182 hezar Kurd li bajar û gundên Kurdistanê enfal kirin.” (Kurdistan24)

“Enfal, Sûreyeke qûranê ye û ji 75 ayetan pêk tê. Enfal/jênosîda Navê xwe ji ev ayeta quranê ya „El-Enfal“ê digire. Ev ayeta qûranê di şer de ganîmetê rêdixe û tenzîm dike.”

Dîktatorê Faşîst û mirovkûj û dijminê neteweya kurd Saddam Huseyin, ev ayeta qûranê a di dema pêxemberê misilmanan de ji xwe re girtiye; mal û milkê kurdan, keç û bûkên kurdan ji xwe re wek ganîmet qebûl kirîye.

Hikûmeta Dewleta Federe ya Kurdistanê, roja 14ê Nîsanê weke roja Enfalê tesbît kiriye. Ev biryara  jî, Enfalê/Jenosîda Kurdan di mejûyê her kurdekî de dide jiyandin. Hemû kurdên dinyayê û kurdên cîhanê şehîdên enfalê bi rêz û bi êş bibîrtînin!

ENFAL/JENOSÎDA KURDAN JI BONA MISILMANA Û DINYAYÊ RÛREŞÎYEK E…

Dîktator û faşîst Seddam Huseyîn, bi Enfala kurdan, misilmanî qirêj kir. Lê rêxistin û dezgehên îslamî yên giştî, ji bona Enfalkirina Kudrdan dengê xwe dernexistin. Ev helwesta misilmanan jî derxist holê ku misilman, neteweyan wek hevûdu nabînin, zulma li ser neteweyan Kurd meşrû dibînin, îslamîyeta wan îslamîyeta berjewendî û dewletê ye.

Loma Enfalkirina Kurdan, li rûyê hemû welatên Îslamî û li rûyê misilmanên dinyayê lekeyeke reş e.

Neteweyên Yekgirtî, Dewletên Yekîtîya Ewrûpayê û hemû dinyayê jî li hemberî Enfal/jenosîda kurdan bê deng man. Carek din derket holê ku Neteweyên Yekgirtî, neteweya kurd temsîl nake, temsîla dewletên mezin û emperyalîst û zilumkar dike.

Demokrasî û mafparezîya şexsî û kollektîf ya Yekîtiya Ewrûpayê jî îflas kir û qirêj bû. Lewra Yekîtiya Ewrûpayê û dewletên endam li hembetî Enfalê, yanî jenosîda kurdan bêdeng man.

EZ DI ENCAMÊ DE DIBÊJIM:

Enfal, jenosîd e.

Enfal, komkujî ye.

Enfal hewildan û siyaseta tunekirina Kurdan e.

Enfal, zulm û barbarî û hovîtî ye.

Enfal, nîjadperestî û metîngehkarî ye.

Enfal totalîterîzm e.

Enfal, dîktatorîya faşîst e.

Enfal, faşîzma Baasê ye.

Enfal, faşîzm kolonyalîzma çar dewletan e.

Enfal, dîyarbûna sextekarîya Neteweyên Yekgirtî û mirovatîyê ye.

Enfal, dîyarbûna sextekarîya dewlet û miletên misilman e.

*Divê baş bê zanîn ku kurd miletekî mezin û qedîm e. Bi kûştin, bi enfalê, bi komkûjîyan naqede.

Neteweya kurd, dê her dem di dilê dewletên kolonyalîst ya Tirk, Sûrîye, Iraq, Iranê de tirs çê bike.

Ez şehîdên Enfalê bi rêz bibîrtînim.

Bila serê neteweya kurd sax be.

Diyabekîr, 16ê Nîsana 2021an…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *