Nexweşîya Covît-19 û Li Bakûr Pîrozbahîya Newrozê!!!

(Yan jî sîyaseta herî pêşketîya kêm-netewî ya PKK, PYD, KCK, HEDEPê li ser mirin û hilweşandina Kurdistanîyan e.)

Li Kudistanê sîyasetek li ser hilweşandina netewa kurd, wek sîyasetek kêm-netewî sed sal e li ser netawa kurd bûye mirin, jenosîd, hilweşandin û koçberî.

Li hemû dinê ji ber nexweşiya Covît-19 tedbîrên tund tên girtin. Devleta dagîrker a Tirk jî ev tedbîran li gor xwe bikaranîn. Kongreyên AKPê, ji alîyê muxalefeta Tirk û HEDEPê dihat rexnekirin. Li Bakûrê Kurdistanê, di wê demê de nexweşî kêm bû. Li Kurdistanê protestoya herî biçûk, “bi sedema nexweşî” dihat qedexekirin.

Dema ku girtina HEDEPê hat dadgehkirin, dema nêzîkê Newrozê bû. Di vî demê da ji ber nexweşî, Hukumeta Herêma Kurdistanê pîrozbahîyê girseyî qedexe kirin û tedbîrên nû dîyarkirin. Lê HEDEPê li hemû Kurdistan û metrepolên mezin ên Tirkiyê de, ku Kurd dijîn bi girseyî şahîya Newrozê çêkir. Devleta Tirk ku civîna sîyasî ya 20-30 kesan qedexe dikir, lê rêda hemû şahîyên Newrozê. Bi 10 hezaran heta bi 100 hezaran Kurd qadên mitîngê de hatin ba hev. HEDEPê pesnê xwe da, xwe serkeftî nîşan da. Lê 10 roj derbas nebû, li Kurdistanê nexweşîya Covît-19 wek bombe teqîya. Bi deh hezaran Kurd ketin nexweşîya Covît-19, bi hezaran jî li ber mirinê ne.

Rêvebir û aligirên HEDEPê, ji ber şahîyên girseyên mezin, li hember partiyên desthelatdar û dagîrkerên wekî AKP/MHPê serkeftina xwe dîyar kirin. Kêfxweşîya wan di asta herî bilind de bû, bi nexweşîya Covît-19 mirin û qirbûna kurdan, qet xema wan nebû. Ji ber ku naveroka siyaseta wan a qirêj û kêm-netewî, vê rolê pewist dikir….

Di dîroka neteweyên bindestên dinê de, bi sed salan berxwedan meşandin, bedel dayin, ji nasnameya xwe ra xwedî derketin de, neteweya Kurd mînakek taybet e. Li dinê qet mînaka, têkoşînek çîn û netewa bindest tune ye ku deh sal dom kirîye. Ev bûyer, xwedîyê nirx û rûmetîya netewa Kurd e.

Pirsgirêka neteweya bindest, li ser du esasan çareser dibe.

Yekemîn: Çandî ye; welat, ziman, aîdiyet û tekoşîna wî. Netewa Kurd sed sal e ku vî şertê/hoyê xistîye holê. Ev bingeha objektîf e.

Duyemîn: Sîyaseta netewî ye. Sîyaseta netewî, subjektîf û diyarker e. Lê mîxabim sed sal e ku Kurd bê sîyaseta netewî ye. Mînakên erênî hene: wek sîyasetên Abdulrezak Bedirxan, Şex Abdulselam Barzanî, Elîşêr, Komara Kurdistan û li başûrê Kurdistanê çêbûna referandûma serxwebûnê. Ev mînakan divê ji bo me ceribandina dîrokî û esasî be. Lê mixabin sîyaseta Kurd, ji vê ceribandinê qet ders negirtîye û nagire!

Car caran (dem deman) partîyên kevneşopî, li ser qada parçê de ji alîyê teorîyê de, xwedî siyaseta netewî bibin jî, ji aliyê emelî (pratîk) de sîyaseta kêm-netewî dîyarker (pêşker) e. Sedema bindestmayina netewa Kurd; ne hovîtîya Tirk, Ereb û Ecem e, ne jî xiyaneta KYSS û dewletên welatê Rojava ne. Sedem, bê sîyaset bûna netewî ya tevgera Kurd e.

Bi kûrtî, sîyaseta netewî çî ye? Li ser serwerîya netewe; bi armanca yekîtî û serxwebûna Kurdistanê netewe honandin, neteweyî, xwedî dezgehên netewî avakirin da rêberî kirin e. Netewe kirde(pîşkar)ya şoreşê kirin, partî û tevger jî pergal dîtin e. Serwerîya netewe; di hundir de dewletbûn, li derve jî endamê YN bûn ve bi derfet(mûmkûn) e. Ev jî bi sîyaseta netewî mumkûn e. Ji bo sîyaseta netewî jî zîhnîyetek demokratbûnê mîsoger e. Zîhnîyetek nedemokrat, serwerîya xwe ya şexsî û rêxistinî dike armanç.

Revebirên Kurd, siyasetmederên Kurd, bi giranî li ser sîyaseta kêm-netewî têkoşîna xwe meşandin. Gelo ev nezanî bû? Yan jî hilbijarti(çêtir dîtin)na wan bû. Ji aliyê felsefî ve, dema mirov difikire, nezanî û hilbijartî di nav hevda bû.

Kadroyên Kurd ji du şêwe perwerdeyê hatîbûn; medreseyên kevneşopî û zankoyên dagîrkeran. Îdealîzma medresê jî, materyalîzma zanko û fikra çep jî elîtîst e. Bi fahma elîtîst; siyasetek “netewî” ava kirin, rêgez dîyar kirin û zîhnîyeteka nû çêkirin. Bi vî şeklê nezanî bû. Lê rêvebirên kevneşopî û rêvebirên nû yên elîtîst, li ser vê felsefeyê cîhawazî dest xistin. Êdî serokatî û serkirdeyê wî; gel, girse çêbû. Netewe bû gel û girse. Serokatî yanî partî, rêxistin (bêşik di dahatû da serok) bû kirde û rêgezên wan bûn ayet.

Li ser vê zemînê rêgezên; dijberê(antî) emperyalîst, dijberê feodal, dijberê faşîst û dijberê qolonyalîst diyar kirin. (Wek mînak, li Bakûrê Kurdistanê weşanên Komal digot: “Feodalên Kurdistanê ne hedef in, asteng in.” Ji ber êrişên tevahîya sîyasetan, mecbûr man ku rexneyên li xwe bikin û got em jî êdî dijberîya feodalîzmê diparêzin).

Yek-du îstisna xaric, hemû partî û rêxistinan, bi van rêgazan, şerê partîzanîyê pejirandin. Di teorîyê da serxwebûn diparêstin, lê di rêgez û fehma rexistin û pratîyê da, li ser zemîna sîyaseta kêm-netewî de bûn.

Helbet parçabûna Kurdistanê û ji alîyê dagîrkeran ve dorpêçkirina çar parçeyan jî, bandorak esas e. Ev sîyaset di pêşgotina weşanên Ray de, di pîrtûka M. Emin Aslan a bi navê Sîyaseta Netewî (Kürd Ulusal Hareketinin Değerlendirilmesi ve Ulusal Siyaset, weşanên Ray, 2007) da wusa hatibû tarîfkirin.

“Sîyaseta objektîvîst, rasteqîna civakî, di nav rasteqînîya xwezayî de û rasteqînîya îdeolojîk jî di nav rasteqînîya ekonomîkî de dihelîne, her wiha, hewl dide xwe, da ku hêja hişê sîyasî û sîyaseta netewî pasîfîze bike, her bi vî rengî, kedkaran derdixîne dervayî têkoşîna sîyasî. Li gorî vê reftarîya sîyasî, armanca dewletbûnê ya têkoşîna rizgarîya netewî ya kurd ne pirsa îradeya sîyasî û tercîhkirinê ye, na, ew pirseke objektîvîst e ku xwe bi xwe  dixîne nav rewşekî objektîv û subjektîvîstîya wê jî, ango hişê vî yê netewî û sîyasî jî dike nav kirasê zanîstîyeke objektîvîst. Wezîfeya van rêxistinên sîyasî jî ev e, ku şertên objektîv di bin rêvebirîya zanistîya objektivîst de bihelsengînin û çi pêwîst be wêya bikin.

Li gorî van bîr û bawerîyan subjekta dîrokî ya netewîbûnîyê, ango têkoşîna ku Kurdistana serbixwe û hevgirtî bo xwe dike armanç, nabînin, lê tenê rêxistina xwe û fehma xwe ya hilbijartîbûnîya sîyasî (siyasal seçmecilik) dibînin û hew. Kakilê sîyaseta hilbijartîbûnîyê jî sîyaseta kêmnetewayetîyê ye. Ji ber ku netewa kurd hatîye parçekirin, lewre jî di wateya objektivî de jî ji yekbûna xwe ya neteweyî bêpar e. Van sîyasetên objektîvîst bi vê sîyaseta xwe ya kêmnetewîyetî û parçecîtîyê hişê neteweyî û sîyasî yê karker û kedkarên Kurdistanê şêlo kirine û di wateya sîyasî de neteweya Kurd ji yekîtîya neteweyî dûr xistine”

Li gor vê sîyasetê; netewe, gel û girse bû, ji bo vê bêdeger (bêhelseng) û hîç bû. Gel bi rêvebirîya serokatî bihata perwerdekirin û ji nû de avakirin. Kirde serokatî bû, divê gel li gor wî exlaqî, çandî û sîyasî ji nûve bihata avakirin.

Li ser vî zemînî, zihnîyetek demokrat û sîyaseta netewî avakirin ne bi derfet e. Di bin bandora dagîrkeran, bandora zîhniyeta navnetewî (Lenînîzm, Stalînîzm, Maoîzm, Troçkîzm wd.) gihîştin. Li gor vê zihnîyeta serokatîyan, rexistinên cûda, lê sîyasetek û zihnîyeta wekhev ava bû.

Ev sîyaseta kêm-netewî û zîhniyeta wî ya rûxandî ya herî pêş, bi dûrûşma dijberê feodalizm, li başûr bi Îbrahim Ahmed destpêkir (bi beşek YNK û Soranîparêzîyê xwe didomîne.), li bakûr, bi PKKê ket merheleyek nû.

Di dema aramîya sîstema dagîrker de, sîyaseta netewî û siyaseta kêm-netewî, wek îdeolojîyên cûda xwe nîşan dide. Lê dema alozîya dagîrkeran de, sîyaseta kêm-netewî, dibe sparteka bingehîn a dagîrkeran û astenga bingehîn a armancên netewa bindest.

Îro dinya, wek serê sedsala 20 emîna dinyayê, di nav şerekî navnetewî de ye. Ev roj bi giranî, li Rojhilatanavîn diqewime. Ev bûyer; bû sedema alozîya Rojhilatanavîn û dewletên qolonyalîst. Sed sal şunda, ji bo têkoşîna netewîya rizgarîya Kurdistanê şertên erênî yên subjektîf derxist holê. Lê îro ev şerê navnetewî, giranîya xwe dide ber bi derdora Çînê.

Eger di ev dema nêzik de Kurd sîyastek netewî teorî/pratîk serdest neke, wê ev fersenda şertên objektîfî yên erênî wenda bike. Çareserî ev e; netewe, bi hişê sîyaseta netewî honandin e; li beramberê sîyaseta kêm-netewî, di hemû qadan da têkoşînek bêtawîz bête kirin e. Bi sîyaseta kêmnetewî re lihevkirin, yan jî wan îdare kirin, di dahatû da wendakirina hemû dezgeh û destkevtiyên netewa kurda e. Bêşik wê Hewlêr bibe Kerkûk, Qamîşlo bibe Efrîn…

Sîyaseta PKKê û sîyaseta beşekî YNKê, ji alîyê sîyaseta kêm netewî ve gihîştîye merhela herî qirêj… Li ser PKK û YNKê gelek rexne û nirxandin hene. Ez dixwazim metodên şerê çekdarîya PKKê û li ser vê honadinê, rêxistinên wî binirxînim.(Ez bixwe ne terefê tekoşîna çekdarîya partîzanî me.)

Li Başûr, pirenîya rêxistinan wekî PKKê, şerê partîzanî diparêstin, li gor sîyaseta objektîvîst, ev rê xwezayî bû. PKK, di serî da bi navê dijberîya feodalîzmê, dîjberîya faşîzm, dîjberîya revîzyonîzmê; êrîşên çekdarî anîn ser rêxistinên Kurd û eşîrên neteweperwerên Kurd. Eşîrên hevkarên devlete, kir mutefîkê xwe, şerekî navxweyî yê qirêj domand. Bi şerekî qirêj, hem kadroyên xwe bi navê “qehramanî” bê parastin avêt ber gûlleyan “şehît” kir, hem jî Kurdên “hevkar” kûşt. Dewleta dagîrker jî, herdu alî teşwîq û çekdar kirin. Kurd dimirin, PKK dibe xwedî “şehît”. PKKê “çanda heyfgirtinê” teşwîq kir û PKKê, di nav malbat û eşîrên “şehîdan” de xwe bi rêxistin kir (honand).

Her bûyera ku pêk hat, li gor siyaseta kêm-netewîya rasteqîn bû. Dema PKKê, di sala 1984an de “şerê partîzanî” destpêkir. Di despêka vî “şerê” de, siyasetmendarên Kurd, ji ber sîyaseta qirêjî a PKKê, bi şik û rexnegirbûn. Lê li alîyek din ve, ji ber zilma dagîrkerên Tirk û bê alternatîfîya sîyasetek netewî, alîyê din jî propagandaya xapînok a dewleta Tirk a li dijî PKK, di nav kadroyên Kurdan de meşrutiyet û geşebûnek mezin ji PKKê re derxist holê…

Encama şerê gerîlla û naveroka wî nehat dîtin. Di îmhakirina dijmin da, çalakîyên gerîlla serketî ne/neserketî ne, qet nehat gengeşî kirin. Heta hat usa merhelekî; mamoste İsmail Beşikci rexne li havalê xwe yê berê yên rexistina Rizgarî kir: “Rizgarî teorîya şerê netewîya Kurdistan avavkir. PKK jî vê teorîyê di pratikê de dimeşîne, gerek Rizgarî alîkerê PKKê be.” Lê mixabin di serda jî gotinên F.Fanon ji bo şerê gerîllayê li hev anî û got: “Gerîlla dema guleya yekem davêje, du mîrova dukuje; yek hêzên qolonyalîst, yek jî dîlîtîya mejîyê xwe.”

Ev nêrînên mamoste İsmail Beşikcî di nav kadroyên Kurd de gengeşîyek berfireh derxist holê. Gelek rexneyên rast yan jî ne rast hatin kirin. Min jî, di kovara Rizgarî ya organa Partîya Rizgarîya Kurdistan de, bi navê rêxistinî yê Lokman Nurettîn ketim nav vê gengeşîyê. Ramana min ev bû; “guleya yekem”a PKKê xwe kujîya gerîlla ye, rûxandina welat e.

Xwe kujîya gerilla û xwe kujiyên kadro û sempatîzanên PKKê, sîyaseta bingehîn a PKKê ye. Ev sîyaseta xwekujî, sîyaseta kêm-netewî jî nîn e, aqlê dagîrkeran e û ji sîyaseta kêm-netewî re jî rêbazek xwezayî ye. Bi hezaran kadroyên sîyasîyên ku endamên rêxistinê cuda bûn, ketin nav PKKê. Gelek rewşenbîran “şerê partîzanî” parastin. Gelo ev kadro û rewşenbîr, tenê ji PKKê zanyarîya şerê partîzanî hîn bûn? Na xêr, kêm zêde têgihîştina wan a li ser şerê partîzanî hebû. Li Çînê, li Vietnamê, li Amerîkaya Latînî di derheqê serketin û têkçûna şerê gerîlla de xwedî fikir bûn. Lê liser teqtîka “lêxe bireve” de, 10-20 gerîlla “şehît” bûn, 1-2 dijmin îmha kirin qet nehat rojevê û gengeşîkirinê.

Pisporê şerê gerîllayên Amerîk Latînî, li ser şerê “lêxe bireve” de; 14-15 dijmin îmhakirin de yek gerîlla wendakirin serketî dibînin. Di çalakîya gerilla da 14-15 dijmin îmhakirin, 2 gerîlla wendakirin,wek çalekîya ne serkeftî dinirxînin. Di 14-15 dijmin îmhakirinê de, 3 û zêdetir gerîllayan wenda kirin, wek çalakiyên têkçûn dinirxînin. Çeribandina şerê pêşmergeyê başûr hîn jê xurttir û taybet e. Wek mînak: Fermandarekî peşmerge, behsa ji dijmin paqijkirin herêma Akrê heta Kanîmasî dikir û wusa digot. ” Ji bo me, di şer da jîyana pêşmerge armanca pêşî bû. Me plana bidestxistina 80 qereqol (keleha leşkerî/cerdevanî) û Garnîzona Kanîmasî çêkir. Plan, ji ber îhtîmala zêde şehîtbûna pêşmerge nehat pejirandin. Me gelek caran planên nû çêkir, di encam da partî; li ser îhtîmala şehîtbûna 20 pêşmergeyan planê me pejirand. Di encama vê çalakîyê da; di şevekê da Garnîzona Kanîmasî û 80 qereqol (keleha leşkerî/cerdevanî) ketin destê me. Gelek leşkerên dijmin îmha bûn û bi hezaran jî bi dîlî ketin destê me. Di vê çalakîya mezin da, 13 pêşmerge şehît ket.” Lê şerê gerîllayên PKKê berevajî vê ye. Nêzîkê 30 hezar gerîlla û milîs hatine “şehît” kirin. Li gor teqtîka gerilla yê navneteweyî, divê li hemberê vê 400.000-500.000 hezar leşkerên dijmin bihata îmhakirin. Lê kuştîyên dewleta Tirk û hevparên wan Kurd, li dora 3.000 e. Encama çalakîya “lêxe bireve” PKK de, bi “şehît”bûna 14-15 gerîlla, 1 dijmin îmha bûye.

Gelo ev encam çima usa ye? Dewletên dagîrker pir jêhatî, xwedî teknîk û mêrxas in, gerîllayên PKKê bê tecrûbe û tirsonek in? Na rastî beravajîya vê ye. Îmhakirina her leşkerekî dijmin; ji bo PKKê û dewleta qolonyalîst propagandaya rojane ye. Lê her”şehit”bûna gerîlla: ji bo dagîrkeran îmhakirina xortekî jêhatî ye. Îmhakirina 20-30 dijminan ji bo PKKê propagandaya 10-20 rojan e. Lê “şehît”bûna 10-20 gerîllayan, ji bo PKKê ji alîyê honandin, ramanî, sîstema rêxistina ji nû ve honandinê de serkeftin e.

Mejî ûtêgîhiştina gerilla, ne li gor îmhakirina dijmin dihat perwerdekirin. LI SER PÎROZBÛNA “ŞEHÎTBÛN”/MIRINÊ TÊN PERWERDEKIRIN. Her “şehît”, di dilên bi hezaran Kurdan da, PKKê mezintir dike. Her “şehît” bi dehan, bi sedan malbat û eşîran “xwedî şehît bûn” ve alîkar û sempatîzanê PKKê zêde dike. Her “şehît”, di nav PKKê de tesfîyeya kadroyên neteweper dike. Her “şehît”, seroktî û pêxamberbûna Apo xurttir dike. Lê herî girîng, di nav kadro û girseyên PKKê da, xeynî PKKê hemû partî, şaxsîyet û gelê kurd wek dijminên neteweya Kurd dide pejirandin. Ji bo vê, PKK hewceyê îmhakirina dijmin nebû, hewceyê “şehît”bûna gerîlla bû.

PKK, dîroka tekoşîna neteweya Kurd ji xwe dide destpêkirin û neteweya Kurd jî, neteweyekî ketî, bê nîrx û bi sîxurî tarîf dike. Bi salan ez, tevlî endamên PKKê li zîndanê razam. Heta dadgehkirina Apo, têkilîya me baş bû. Endamên PKKê, rojane 10-12 seet vejenînên (Çözümleme) Apo dixwendin, perwerde ev bû. Hemû kadro (kadroyên serokatî jî di nav da) bi zeaf bûn, serok fahm nedikirin. Divê her kes zeafê xwe îtiraf bikira. Û ev zeafên kadroyan ji nû ve dest pêdikir. Her endam, bi berdewamî rexnekirina li xwe dida. Wek mînakek balkêş û îronîk, li zîndana Bursayê kadroyek Rojavayê Kurdistanê, dema rexne li xwe digire, dibêje; “Ev kemasîya min, ji bo ku ez di bin bandora Kemalîzmê de mame çêbûye(!)” Berpirsîyar dipirse: “Ê heval te perwerdeya Tirkî nedîtîye, Tirkî jî baş nizanî, çawa tu ketîye bin bandora Kemalîzmê?” Dibê “di nav PKKê de çêbû.” Di kampên PKKê de ev lêkolîn pir bêtir fireh û bi xwîn bû. Li gor çavderîyên sivîl, bi hezaran kadro hatin kuştin, bi deh hezaran hatin mahkûm kirin…

Di çalakîyên çekdarî de, ne îmhakrin û serketina li hemberî dijmin, merteba “şehît”bûnê hat pîrozkirin. “Şehît” êdî bê zeaf bû, pîroz bû. Ji ber ku her “şehît” mekanîzma PKKê geş dikir.

Di salên 1990an da PKK, bi teşwîq û alîkarîya dewleta qolonyalîst a Îranê êrîşî KDPê kir. Yek fermanderekî pêşmerge wisa digot; “Me ne dixwest PKK bikujin, me derûdora wan digirt, lê rêya paşvekişîyanê ji wan re vekirî berdida. Armanca me, PKK ji wê heremê dûrxistin bû. Pêşmerge wan xortên Kurd didîtin, derba kuştunê lê nedidan. Lê endamên PKKê radest dibûn û di nav pêşmerge da xwe didan teqandin. Dîsa me rê negirt. Lêbelê li ser paşvekişînê perwerde nebûbûn, perwerdeyî û amadekirina wanli ser mirinê, xwe kuştinê hatibû kirin.” Mekanîzma PKKêli ser mirinê dimeşîya. Eger gerîllayek li ber pêşmerge xwe paşve vekişanda; ewê wek xayîn bihatana dadgehkirin, wek îxanetkar bihatana mahkûmkirin, bi quweta mezin wek xayîn bihatana înfazkirin. “Şehît”bûna gerîllayan, li bakûrê Kurdistanê ji PKKê re sempatîzanên nû çêkir, dijminatîya Barzanî û KDPê xurt kir. Ya herî xeter dijminatîya dewleta federe û ala Kurdistanê di nav gelê Bakûr de çêkir….

Di Başûrê Rojavayê Kurdistanê da, tenê li Afrînê alîgirên PKKê hebûn. Dema DAİŞê êrişî Rojava nekiribû, PKKê bi dewletên dagîrker re peyman çêkir. Bi desteka dagîrkerên Sûrîye, xwe di Başûrê Rojavayê Kurditanê de kir hêzek çekdar.

Dema DİAŞê êrişî Başûrê Rojavayê Kurdistanê kir, hêza PKK/YPGê lawaz bû. Li Başûrê Kurdistanê, derdora 5-8 hezar peşmergeyên Roj, di şerê DAİŞê da ji alîyê hêzên navneteweyî ve hatibûn perwerdekirin û di enîya şer de xwedî tecrûbeyek mezin bûn. ENKS xwest pêşmergeyên Roj bişîne warê xwe, gel ji êrişên DAİŞê biparêze. PKK/YPGê hatina pêşmergeyên Roj, sedema şerê navxweyî îlan kirin û gotin “pêşmergeyên Roj werin warê xwe, emê êrişê wan bikin”. ENKS ji ber ku şerê birakujî dernekeve, pêşmergeyên Roj neşandin ji bo parastin erd û heremên xwe. (jiber êrîşên dijmin, ji bo parastina welatê xwe îcazet xwestin sîyasetek çawa ye? Ev gengeşîyek cûda ye.) Tam jî vê demê, devleta Tirk rê da ku PKK li ser rêyên nav bajaran (Wek rêya Diyarbekir-Bîngol) kampa çêke û çêkir. Li ber qeraqolên dewleta Tirk, di kampên PKKê da xortê 16-20 salî hatin civandin. Paşê jî qefle bi qefle ji kampê şandin Başûrê Rojavayê Kurdistanê. Bi hezaran Kurdên bakûrî yên 16-20 salî di nav 20-30 rojan da “şehît” ketin.

Ev bûyer, li Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî hat domandin; xortan, keçan berê bi zorê paşî hem bi zorî hem bêzorî û nostaljîyên gerîllayî, bi hezaran ciwan hatin bi çekkirin û “şehit”kirin. Di encamê da hem li Bakûr hem li Başûrê Rojava, malbatên “şehîdan” li dor xwe honandin. Lê di Kobanîyêda bi çend sed peşmerge û şervanên YPGê şer çawa tê kirin, dijmin çawa tê îmhakirin, welat çawa tê parastin nîşanê dinê dan. Bi hezaran pêşmergeyên Roj, li Başûrê Rojava bibûna, DAİŞê nikarîbû Kurdistan wêran bike, bi hezaran ciwana “şehîd” bike. Lê ji bo PKK/YPGê welat hîç e, Kurd hîç e. Divê “şehît” bibe ku bikaribe xwe û sîyaseta xwe ya qirêj bişopîne.

Îro jî li Şengalê PKK vê sîyaseta xwekujî dimeşîne. Hukûmeta Herêma Kurdistanê dixwaze hêzên xwe yên qanûnî (meşrû) peşmerge li Şengalê bi cîh bike. Lê PKK dibêje; “Ez qebûl nakim, pêşmerge were, emê şer bikin.” Armanca PKKê ewe ku li Şengalê bi pêşmerge û hêzên Êzidî yên ku bi PKKê ve girêdayîne şer derkeve. Bi têkilîya Îran û Heşdî Şabî, herêmên rizgarkirî yên Şengalê radestî dagîrkeran kirîye.

Tê zanîn ku, ji ber zordestîya muslumanî, (Ku di dîrokê de Mîrên Kurd jî bûne hevparê vê zilmê) di beşek mezin ê xelkê Êzidîyan da hîsê neteweyî kêm e, hîsê Êzidîtî xurttir e. PKK hem li ser vê yekê dilîze ku Êzidîtîyê derbixe pêş, hem jî şerê di navbera Êzidîyên alîgirên PKKê û hezên pêşmerge teşwîq bike.

Helbet PKK, zane ku di vî şerî da wê pêşmerge serkeftî be. Lê hesabê wî ew e ku li ser “şehîd”ên Êzidî  xwe bide honandin.

Hukûmeta Herêma Kurdistanê, dê ji vê alozîyê çawa derkeve ne dîyar e. Lê wekî Tirk dibên, “çoyê ku her du serê wî bi gû be” destê herêma Kurdistanê da mayî ye.

PKK dixwaze bi “şehîd”bûna ciwanên çekdar ên Êzidîyan, xwe di nav Êzidîyan de bide honandin. Hukûmeta Herêma Kurdistanê, dê pirsgirêkê çawa çareser bike ne dîyar e. Bi qasî ku tê dîtin, ew peymana bi dewleta Irak ya Federal re jî xapînokek e.

PKK, beşek Behdînan û Soran kirîye “Herêma Medya” û hukûmeta herêmê nasnake û dibêje: “ez vê deverê birêve dibim.” Hêzên qanûnî yên herêma hukumetê jî nikarin biçin herêma “medya”yê. Ev ne bes e, dewleta dagîrker a Tirk, hîn jî dikişîne navenda herêma Kurdistanê. Lê di Şengalê de jî dibêje, “em Heşdî Şabî û hêzên dewleta Irak qebûl dikin, lê hezên herêma Kurdistanê yên qanûnî qabûl nakin, ger werin emê şer bikin,” Pirsgirêk ev e; şer, hevkarê dagîrker PKK, dixwaz e. Bê şer jî li hemû Başûrê Kurdistanê otorîteya Hukûmeta Herêma Kurdistanê nas nake….

 Hukûmeta Herêma Kurdistanê, bi hilbijartin çêbûye û temsîla serwerîya netewe dike. Wezîfa wê jî li herêmê pêkanîna yekdestîya emnî(zorê), yekdestîya îdarê, yekdestîya darayî, dadî û wd. ye.

Şerê partîyên Kurd, (li gor min her dem ne) tên gotin birakujî ye. Lê em hinek pirsa bipirsin; gelo ji holê rakirina hezên çekdarên ne qanûnî wezîfeya hukûmeta herêma Kurdistanê ye, yan birakujî ye? Yekdestkirina îdarê û dadê wezîfeya wê ye, yan jî birakujî ye? Dadgehkirina îxanetkaran wezîfa wê ye, yan jî birakujî ye? Hukûmeta herêma Kurdistanê van wezîfeyên xwe neke, çiqas serwerîya neteweyî bi cîh tîne? Divê ku bê dîtin, Herêma Kurdistanê paş referandûma serxwebûnê têk çû, herêmên dest xwe de %40 wenda kir, aloz e, divê bêhnvedan(dem) bibe ku hêzê xwe berhev bike? Lê ev meseleya îro nîne, meseleya 20 salan e. Ev pirsgirêk, di nav sîyaseta neteweyî ya li ser parçetî û sîyaseta kêm-netewî ye.

YNKê ji ber ku sîyaseta kêm-netewî dişopand, di sala 1991ê da darbe çêkir. 20 sal e ku PKK wek hukûmetek cûda “herêma Medya” birêve dibe. Ango Amerîka û Iraq li ser vekişîna hezên Amerîkî gengeşî dikin. Amerîka hezên xwe vekişîne, gelo Îran û Turkiye û Iraq berdidin ku Hukumeta Herêma Kurdistanê bêhn(nefes) bigre?

Ev nivîs, li ser teşhîrkirina şerê qirêj ê sîyaseta kêm-netewî û mînakên wîyên herî pêş PKK, PYD, KCK, HEDEP ye. Sîyaseta netewî, helbet “diji PKK bûn” nîn e, sîyaseta “dij” xwe dike bêkirde.

Bi deh hezaran kadroyên sîyasî, bawerî bi yekîtî û serxwebûna Kurdistanê dikin. Ji bo kadroyên sîyasîyên Kurd, rê vekirîye. Kêmasî; ew ramanên, rêgezên, fehma rêxistinên ku li ser sîyasetên objektîvîst avabûyî re hesêbê hev dîtin e. Bi ruhekî nû xwe bi rêxistin kirin e, di nav civakê da honandina sîyaseta netewî ye. Gunehkarên netewa Kurd, xwedî sîyaseta kêm-netewî nîn in, ew rolê xwe yê cahşitî dilîzin. Gunehkar em in ku me xwe li ser yekîtî û sexwebûna Kurdistanê rêxistin nekirîye û gel bi vê siyasetê nehonandîye.

10.04.2021 Dîyarbekir

Haci İsmail ASLAN

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir