GİRÎNGÎYA HİLBİJARTİNÊN İRAQÊ Û HELWESTA KURDİSTANÎYAN

Cano AMEDÎ

Hilbijartinên pêşwext ku li İraq û başûrê Kurdistanê pêkhatin, xuyaye wê demek dirêj di rojevê de, cîhekî taybet bigire û derbarê encamên de, wê rê li ber gengeşî, şîrove û nîrxandinên cuda veke. Wêneya encamên hilbijartinê ji bo hemû alîyên sîyasî û netewan, bi xwe re pêngava guhertin û gengeşîyên nû derdixe holê. Em bixwazin an nexwazin, wê bandora wan guhertin û pirsgirêkan tesîrekê li ser rojeva me jî bike.

Ev wêneya derketîye holê, ji bo netewa Kurd û Ereb çiqas girîng be, ewqas ji bo kêmnetewên din jî girîng e! Ev pêvajoya hanê ji bo dahatûya başûrê kurdîstanê gelek girîng e. Pirsgirekên deverên dagîrkirî û têkilîyên li gor destûra bingehîn hatine qebûl kirin û li gor pîvanên şirîkatîya federalîyê, wê ber bi kîjan alî ve here/biherike ne dîyar e. Lê îradeyek xurt derket holê ku di rojên pêş de rewş ber bi zelalîyekê ve here.

Ev munaqaşe û gengeşîyên hanê, bi  qasî alîyên sîyasî yên Ereb eleqeder dike, ji wan zêdetir alîyên sîyasî yên Kurdistanê eleqeder dike. Li gor berjewendîyên netewî alîyên Kurdistanî wê tabloyek û nexşerêyek bi çi rengî pêşkêşî gelê Kurdîstanê bikin cîhê pirsê ye. Encamên hilbijartina diyar dike ku nakokî û pirsgirêkên bingehîn desthilatdarî, statü, sînor û ax e. Gelê Kurd piştî 2006an, li ser destûra federalî bi alîyên sîyasî yên Ereb re li hev kir. Lê mixabin piştî pesandina destûra bingehîn, alîyên Ereb û desthilatdarîya Baxdayê şert û mercên şirîkatîyê binpê kirin û vegerîyan ser xewnên Baasîyan. Alîyên Şîa û Sune bi hev re asteng û bendavên giran ava kirin. Ev polîtîka û stratejîya hanê cardin,  rê li ber êrîş û dagîrkerîyê vekir, xwestin vegerin salên borî. Lê vîna rêvebirîya kurdistanê û hêzên peşmerge cardin nişan dan ku ev xewnên pûç êdî bi ser nakeve!

Her çiqas sîstema hilbijartinê hatibe guhertin û sîstemek nû hatibe ceribandin jî, em dikarin bêjin hukumeta Baxdayê, bi taybetî bo dengên hilbijêrên Kurd belav bibin û bê bandor bike, li heremên weke Kerkûk, Şengal, Mûsil, Xaneqîn û deverên germîyan bi girsayî dernekeve holê ev sîstem ceribandin. Di vê hilbijartinê de bajar li gor bazinan hatibû  dabeşkirin. Li gor maddeya 140 ku deverên ji alîyên Ereban ve hatine dagîrkirin bên parastin sîstema hilbijartinê armanckirina belavbûn û lawazbûna dengê Kurd  esas girtibû.

Rêjeya beşdarbûna hilbijartinê, li Kurdistanê û seranserê İraqê kêm bû. Dîsa  bilindbûna rêjeya boykotê bandora xwe nîşan da. Problemên aborî, îdarî û civakî, sedemên derketina vê tabloyê ne. Li gor daxuyanîya çavdêran, her çiqas kêmbin jî, di warê teknîkî de hinek problem çêbûne. Disa xuya ye ku ev sîstema nû, cara yekem e ku tê ceribandin û pê hilbijartin tê rêvebirin. Pispor û çavderên Netewên Yêkbûyî dibêjin: “di vê hilbijartinê de pêşîgirtina sextekarîyê jî serkeftî bûye. Lewra dengdan bi şêwayê ‘‘bîometrîk’’ ku bi şopandina tilîyan pêkhatîye.“ Lê dîsa jî em dizanin ku li hinek deveran rê li ber dengdêran hat asteng kirin û bi çek û çavsorîyê rê nedan xelkê  ku herin erkên dengdanê bi cîh bînin. Lê tevî wê çavsorî û helwestên hovane jî gelê Kurdistanê bersîva wan di sindoqan de da û rê li ber qonaxek nû vekir.

Di pêvajoya hilbijartinan de, PDK, YNK, Nifşê Nû, Yekgirtû, Komel, Goran û PKK derketin ser dîkê. Di pêvajoya propaganda hilbijartinan de, hemû alîyan enerjî û qeweta xwe derxist holê. Di vê hilbijartinê de PKK, vekirî û bi propaganda û çavsorîyek mezin xwest bandora xwe nîşan bide. Li hinek deveran bi namzetên xwe (serbixo) beşdar bûn. Li hinek deveran di nav lîsta Haşdî Şabî de beşdar bû. Li bajarên Kurdistanê jî vekirî piştgirîya îtîfaqa YNK û Goran kirin. Cemîl Bayik, ser navê KCKê û şanda HDP ê,  heta roja dawî di kolanên Silêmanîyê de piştgirîya xwe dîyar kirin.

Hêzên PKKê yên bi alîkarîya Haştî Şabî rê li ber qandîlên PDKê girtin û nehiştin li herema Şengalê kar û barên xwe bicîh bînin. Nokteyek girîng jî ev e ku  ew cahşên duhî li gel Baasîyan, li dijî gelê Kurd tevgerîyan niha jî kur û keçên wan, nebîyên wan xwe li gor daxwazên Baxdayê reorganîze dikin. Ev organîzasyonek ne ‘‘ nû’‘ ye, tenê nav ‘‘nû’’ ye.

Di pêvajoya hilbijartinan de îtîfaqa YNK û Goran bi mesajên: ‘‘Em bi ser bikevin, emê maaşên karmendan û maddeya 140 bicîh bînin!’’

PDK jî bi mesaja: ‘‘Em bibin desthilatdar, wê Kurdistan desthilatdar bibe!’’ bangî gelê Kurd kir û daxwazji wan kir ku beşdarî dengdanê  bibin.

Gelê Kurdistanê, di sindoqan de mesajên girîng da. Bi taybetî ji bo hemû alîyan, bi rêjaya beşdarbûnê û boykotê mesajên guhertin û nûjenkirina sîyasetê derket holê. Divê ev xala taybetmendî û girîngîya hanê bala hemû alîyan bikşîne û di demek nêzîk de bersîva wê mesajê bi cîh were!

Gelê Kurdisatnê, bi hişmendîyek netewî karta sor li hemberî şirîkên îranê, Haşdî Şabî û PKK ê nîşan da ku bi tu awayî stratejîya wan napejirîne. Bi dengên xwe, wan alîyan û stratejîya wan di sindoqan de fetisand. Ev mesaj gelek girîng e, divê sinifa siyaseta Kurdistanê vê rastîyê baş şîrove bike, sîyaset û îtîfaqên xwe li gor van encaman guncav bikin.

Gelê Kurdistanê, mesajek girîng da hevalbendên Baxdayê û got: ‘‘Problem ne maaş û butçeye, problem bi cîh anîna erkên desthilatdarî û xwe îdare kirin e!’’ Mesaja herî girîng û taybet jî got: ‘‘Problem, zelalkirina statu û hêzbûna Kurdistanê ye! Divê dengê Kurdistanê li Baxdayê bi berz be û xwedî erkê çareserîyê be!’’ Li gor wêneyê derket holê ku gelê Kurdistanê ji PKK re got: ‘‘cîhê te  û yê Tirkan li vir tune ye, ji qadê derkevin!’’ Ji YNK-Goran û alîyên din re jî, hişyarî da û got: ‘‘erkê we, oposîyon e û wan berçavkên Baxda û Tahranê bi kar neynîn. Lê hişyarî û mesaja herî girîng da PDK ê û got: ‘‘Em li Kurdistanê û Baxdayê, erkên hêzbûna Kurdistanê radestî te dikin, divê tu erkên netewî bi cîh bînî!’’

Gelê Kurdistanê, bi şêweyek vekirî û xurt mafê parastina berjewendîyên Kurdistanê radestî PDK kir. Gelê Kurd ji PDK re got ku ‘‘sozê xwe yê hilbijartinê bi cîh bîne: ‘PDK bi hêz be, wê Kurdistan bi hêz be!’ Niha erkê parastin û serpêştîya berjewendîyên Kurdîstanê  bi giranî, li ser milên  rêvebirîya PDK ye.‘‘ Lê ev nayê wê watê ku berpirsîyarî partî û rêxistinên din tune ye. Divê bi hişmendîyek netewî di bin sîwana berjewendîyên Kurdistanê , hemû alîyên sîyasî bi hevra tevbigerin û seknek Kurdistanî nişan bidin.

Problemek din jî mijara erk û berpirsîyarîya serokkomarîyê ye. Ji 2006 an vir de, serokkomarê  İraqê ji kontejana Kurdan ve hatîye tayin kirin û hatîye hilbijartin; lê belê heta niha tu erk û berpirsîyarîya xwe bi cîh neanîne! Bi bêdengî û bê berpirsîyarî wexta xwe derbas kirine! Ji mesela bi cîhanîna maddeye 140 bigirin heta pêvajoya dagîrkirina Kerkukê, Şengal, Xanekîn û deverên din tu bertek û seknek nişan nedane! Ji ber vê yekê, divê serokkomarê bê tayin kirin, divê mafê destûra bingehîn bi cîh bîne û li erkên xwe xwedî derkeve! Serokkomar ji kîjan alî an partî be, divê xwedî desthilatdarî be!

Eger aktorên guhertin û avakirinê şaşî û kêmasîyan nekin, ez bawer im ku wê îtîfaqa hîlala şîa, nikaribe weke berê hespê xwe li heremê bibezinin. Hêzên di bin sîwana Hîlala ŞÎA de tevdigerîyan, şeqamek xwarin û bi şiqestinekê re rûbirû bûn. Sîyasetek rastekîn û bi hêz, dikare qelsbuna şirîkên Hîlala ŞÎA berbi tekçûnekî ve bajo.

Ev tabloya ku li Baxdayê derket holê, dewleta Îranê û aktorên heremê gelekî acis kirîye. Ji niha ve îtîfaqa Şîa û hevalbendên wan nerazîbûna xwe nîşan didin û dixwazin lîstokên xêrnexwazîyê cardin li darxin! Weke em hemû dizanin, dewleta Îranê, li İraqê desthilatdar e û di avakirin û hilweşandina hemû hukumetan de xwedî bandor bûye. Îran, zûbizû dest ji desthilatdarî û rola xwe ya dîzayinkirina Iraqê bernede. Îhtîmal e, bi provakasyon û lîstokên genî, hevalbendên xwe derxe kolanan, rê li ber alozî û pefçûnan veke.

Piştî proseya hilbijartinê bi dawî bibe, li Baxdayê wêneyê sîyasî bi kîjan rengî û bi çî awayî wê derkeve holê ne dîyar e.  Koalîsîyona di bin serokatîya M. Sadr de, bi hejmarek baş kursî bi dest xistîye û rêza yekem de cîh digire. Mafê damezrandina hukumetê bi dest xistîye; lê bi serê xwe nikare tevbigere. Hevalbendê Îranê  koalisyona Fetîh, Malîkî û Şîayên din wê çawa tevbigerin ne dîyar e. Dîsa koalîsîyona Sunîyan wê çi helwestê nîşan bide, em nizanin. Lê tiştekî eşkera û zelal heye ku hemû alî li hemberî mafê gelê Kurd û pirsgirêka statuya Kurdistanê, xwedî yek helwestê ne. Ji destê wan bê, dixwazin gelê Kurd di kevçîyek av de bifetisînin. Lê wêneya derketîyê holê, dide xuyakirin ku hemû alî wê ber bi Hewlerê ve bimeşin. Daxwaz û gilîyên xwe bînin ziman. Ji bo kursî û berjewendîyên xwe biparêzin, wê ji gelê Kurd daxwaza piştgirî û alîkarîyê bikin.

Bi kurtayî, gelê Kurdistanê wezîfeyek dîrokî daye PDK û daxwaza çareserîya pirsgirekan jê dike. Di encama vê hilbijartinê de, cardin hat îspat kirin ku PDK lokomotîfa xeta netewî ye û serperiştîya wê xetê dike. Gelê kurdistanê, bi piştgirî û dengê xwe, ev rastîya hanê pesandî ye. Tevî hemû astengî û alozîyan, tu carî meqes neguhertîye û di rêgeha xwe de meşîyaye. Ew alaya Şex Ebdulselam Barzanî hilda bû, Pêşawa Qazî Muhamed emanetî Mele Mustafa Barzanî kiribû, îro bi destê serok Mesûd Barzanî tê hildan!

Parlemento û Hukumeta Kurdistanê, partî û rêxistinên sîyasî, rêvebirîya başûr, divê bi yek dengî û yek rêzî, li Baxdayê îradeya gelên Kurdistanê temsil bikin, heq û hûqûqên xwe biparêzin û li mafê ji şirîkatîya federali qezenç kirine xwedî derkevin; erkên xwe bi dest bixin. Em hêvî dikin ku di demek nêzîk de, hemû alîyên şirîkên hukumeta Kurdistanê, wê hewl bidin ku sazî û dezgehên rêvebirîyê, li ser bingeha dewletbûnê saz bikin û artêşa pêşmergên Kurdistan, li seranserê axa Kurdistanê bi cîh bikin. Dîrok ev erk xistîye ser mile birayên me yên Başûr. Encamên hilbijartina dawî jî delil û belgeya rasteqîn e!

Cano Amedî  13.10.2021 Amed

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *