Li Şemzînanê 2 hezar 900 xwendekar dersa Kurdî dibînin: ‘Îsal daxwaz zêdetir e’

Nîşan Şemzînan Colemêrg Kurdî

Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê ne tenê li navenda navçeyê, li gundan jî xwendina Kurdî û pêvajoya hilbijartina dersa Kurdî berdewam dike.

Li gundê Şawîrteyê yê Şemzînanê 15 xwendekar dersa Kurdî dibînin.

Nalîn yek ji wan xwendekaran e û ew dixwaze bibe bijîşkeke Kurdîzan.

“Dersa Kurdî derseke xweş e”

Nalîn Tekînê wiha behsa dersên Kurdî kir:

“Ez li dibistana Gareyê dixwînim, dersên me xweş diçin, dersa Kurdî derseke xweş e.

Em malbatê dibînin, demsalan dizanin, hejmaran dizanin. “

Li gundê Şawîrteyê heman demê mamosteyekî Kurdî heye ku li Zanîngeha Mûşê beşa Kurdî qedandiye.

Li gel ku ji bo dersa Kurdî pêdivî bi mamosteyan heye jî Xazî ji ber sedemên burokratîk nehatiye tayînkirin.

“Em nikarin bibin mamoste”

Mamosteyê Kurdî Xazî Tekîn ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa wan neheqiyan kir ku li mamosteyên Kurdiyê tên kirin:

“Formasyona me betal dimîne, wê demê em nikarin bibin mamoste.

Em bikevin azmunan û tewr eger puana me 100 be jî be ji bo me ti sûda wê nîne. Ji ber ku formasyon nîne. Em jî mexdur dimînin.”

Xwendekarên gundê Şawîrte, Masîro Gelêşim û Meleya ku wekî Herêma Zerzayê tê naskirin ji bo xwendinê diçine gundê Gareye.

Li dibistana gundê Gareyê derdora 130 xwendekarî dersa Kurdî dibînin.

Ev çend sal in ku Miradxan Şemzînî ji bo xwendekar dersa Kurdî hilbijêrin kedeke mezin dide.

Ked, xîret û xebatên Miradxan Şemzînî bandor li vê yekê kiriye ku li Şemzînanê hejmara xwendekarên ku dersên Kurdî dibînin baş be.

“Hejmar zêdetir bûye”

Miradxan Şemzînî amaje bi daxwaza xelkê ya ji bo dersa Kurdî da û pê de çû:

“Li Şemzînanê îsal jî her wekî salên borî dîsa daxwaza xelkê ji bo dersa Kurdî her heye û îsal hejmara malbatên ku dersa Kurdî dixwazin zêdetir bûye.”

Li aliyê din, li navenda Şemzînanê û gundên wê 2 hezar 900 derdora xwendekarî dersa Kurdî dibînin.

Şewket Herki

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *