“BERXWEDAN RIZGARÎ, RADESTÎ XİYANETÊ Bİ XWE RE TÎNE!”

Tevgera Kurd, mîna tevgerek serbixwe û bi gelê xwe bawer tekoşînek pêşde nexist: Beşekî tevgera Kurd hertim xwe sipart hêzekî an hêzinî derve. Ji bo ku menfîetên wan hêzan dijî menfîetên gelê Kurd e, loma wan hêzina, di lehê Kurdan de, tucarî nebûne alîkarê guhertina statukoya Rojhelata Navîn.

Ji bo ku dijmin xwedîyê her îmkan û hêzê ye, loma hertim xwestîye devgera gelê Kurd provoke bikin û civaka Kurd jî li gor dilê xwe serûbin û tarûmar bikin. Ji bo wan pirr hêsan e ku di bin serwerîya xwe de partîyên ji Kurdan yên radîkal ava bikin, an jî partîyên Kurd yên  bêaso û bêprensîp, li beranberî hinek menfîet, an ji ber hinek naçarayan têxin bin nîrê xwe û li gorî kêfa xwe bixebitînin. Gava ku miramên xwe cirandin û tevgera gelê Kurd jî mirandin, derba dawîn jî li wan rêxistênê ku wan ava kirîye didin. Mînaka Hizbullah û ya Cerdevanên Gunda yên Taybetî vekirî ye û bi gelek alîyên xwe derket rohnîyê. Lê hinek rêxistin û partî jî, bi gelek hêlên xwe ve heta dawîyê bi zanîn di tarîyên tên hîştin; lê helwest, kiryar û çalakîyên wan meriv têxe bin mercekê û di analîza rexnê re derbas bike, merê zanibe ku çiqas ji dijmin an ji gelê xwe re xizmetê dikin.

Partîya PKK ya ku bi meşandina şerê çekdarî, di tevgera gelê Kurd de, ev 15 salin bandûra xwe danîbû, ji ber polîtîkayên şaş, serok û rêvebirên wê têkçûna xwe pejirand in û dest bi tasfîyekirina xwe kirin. Ji xwe, tevgera Kurd ya dervî xwe, heta mumkun bû tasfîye kiribûn. Lê tiştên li ser navê gelê Kurd diparast jî, tevlî hemû mafê vî gelî didin înkar û mandelê, çi li fêda dewleta nîjadperist, faşîst û kolonyalîst be jî wek realîte didin ber rûyên xwe. Lê rastî ne werê ye. Ya ji serî de nêta wan cuda bû; yan jî xwedîyê mejîyekî axa û zordara ne: Peyvek pêşîyên tirkan vî mejîyî xweş tîne ziman: “Bükemediğin eli öpeceksin! (Destê ku tu nikanibe bitewîne, maçî bike!)” divên. Partîya PKK û herkesên ku radestîya Apo wek sîyasetek rasteqînî(realîter) dibînîn, an ji berê de armanca wan tasfîyekirina tevgera Kurd bû, an jî rastîya vê peyva pêşîyên tirkan dipejirînin.

Di navbêna dema ku Apo derket qada sîyasetê û helwesta wî ya aniha de tu cudahî û nakokî nîn e. Apo sîyaseta xwe li ser kiryarên xayinane, tunekirin, jibîrkirin, înkar û helandina çand, dîrok, ziman û netewîtîya gelê Kurd û li ser derew û komployan ava kir û meşand. Wek zimanê xwe yê rêxistinî û sîyasî kir tirkî; ala Kurdistan ya netewî înkar kir û tucar bikar neanî; mala Kurd, jin û mêrê Kurd bi xayintî, bêşexsîyet û bêşerefî tawanbar kir; dîrok û tekoşîna gelê Kurd ya nêz û serokên serhildanên Kurd, paşverû û xizmetkarên emperyalîzmê dan nasîn.

Apo, berêberê hevalên xwe, yên wî rexne kirin an xwestin jê biqetin bi ajantî tawanbar kir û wan dan kuştin. Piştre ji bo ku eşîretên dijminên wan û  hemû gundîyên li hemberî axatîyê û hemû axayên qels bikin hevalên xwe, li Sorek û Hîlwanê şerê du malbatên axa ku xwedî neyar û hevalbendên dewletê dihatin naskirin kir. Ev şera ji bo rêxistinîya gelê Kurd û berterefkirina rêxistin û partîyên Kurd jî wek bingeha sîyaseta xwe şanî dan û kirin alavên propagandak girîng.

Apoyî çi axa, beg an şêxên li Kurdistanê hebûn, ji bo ku bikin hevalên xwe, bi wan re ketin pêwendîyê, yên bi hevaltîya wan razî nebûn jî, ew xayin û neyar îlan kirin, bi dijminên wan re ketin pêwendîyê, yê kêr pê anîn jî kuştin. Bi vî awayî pirr zû hêza xwe geş kirin.

Apoyî, bi derketina xwe re hemû partî û rêxistinên Kurd, ji geşbûnîya xwe re wek asteng dîtin, loma ew hemû terefdarên dijmin, xayin û neyar îlan kirin. Ji rêxistinên herî qels an devera ku kîjan rêxistin ji wan qelstir baya, bi lêdan, birînkirin û kuştin, yanî bi dijwarî êrîşî wan dikirin û ew ji hev bela dikirin. Di van êrîşan de gelek şoreşger û kadirên hêja yên Kurd jîyana xwe winda kirin. Lê berevacî vêna, li hemberî dijmin, heta 12 Îlonê jî pêşniyara yekîtî, tifaq û hevkarîyê nebirin ji tu rêxistinên Kurd re. Rêxistinên di nava xwe de, li hember neyarên kolonyalîst tifaq û hevkarî ava dikirin jî, wêna avahîyek li hember xwe didîtin û bi dijwarî êrîş dikirnê. Lê tevgerek normal, hertim wê bixwaze ku tevger û hêzên li hember neyar bêtir be û loma wê wan wek hêza xwe ya berbedêl(yedek) bibîne û ji wan fêde bike.

Apoyî gava wek grûp, an wek partî derketin holê, bi parastina bername, destûr û stratejîyek radîkal, daxwaz, hêvî û menfîetên gelê Kurd anîn ziman û xwe dan naskirin. Bi tîpên stûr gotin:

“Armanca me ya nêz, avakirina dewletek Kurd ya serbixwe û yekîtîya çar parçên Kurdistanê ye. Ya dûr jî bi şoreşa gel ya demokratîk re avakirina Sosyalîzmê û derbasbûna Komunîzmê ye. Ji bo gehîştina van armancan û ji ber helwesta neyar, şerê çekdarî şert e. Divê roj berî rojê em dest bi şerê çekdarî bikin. Her rêxistina Kurd ya ku van armancên me naparêzin, divê reformîst, hevkar û hevalbendê neyar, sîxwir (ajan) û xayin bête îlankirin, bi propaganda, lêdan û kuştin bête belavkirin. Loma divê her welatperwer, şoreşger û mirowê li Kurdistanê beşdarî me bibe; yê nexwaze jî, divê bi zor û şidet, bi lêdan û kuştin bête cezakirin.”

Loma PKK, bi vê helwestê û li ser navê vê bernamê, ji neyar dijwartir êrîşî rêxistin, partî, şoreşgêr û welatperwerên Kurd kir. Bi cuda cuda azînan navê wan ji bo xwe bikar anî û heta dawîn xebitî ku wan bi gelê Kurd bide jibîrkirin. Yên ku nikanîbûn bidana jibîrkirin jî, di tv’ya Med`ê de Apo û propagandîstên wî, herroj behsa ajantîya(!) wan dikir.

Mîna ku neyarên gelê Kurd, dixwazin li herderê Kurd biqedin, PKK jî, li her sê parçên Kurdistanê yên din, pêşî mîna partîyek welatperwer û şoreşger ya Bakurê Kurdistanê, ji partî û rêxistinên Kurd yên li wan parçan alîkarî xwest; piştî ku di nav gel de bi cîh bûn û hatin naskirin jî, bi wan dewletan, îstîxbarat û muxabarata wan re ket pêwendî û hevkarîyê û bi ajanên wan dewletan re êrîşî rêxistinên wir kirin û dest bi kuştin û tasfîyekirina wan kir…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *