Niyan Ehmed: Daxwaza lêborînê ji weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê dikim

Niyan Ehmedê diyar kir ku wekî Wezareta Rewşenbîriyê ew dê ji bo weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê yên ku beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Hewlêrê bibin hêsankariyê dikin.

Cîgira Rêveberê Ragihandin, Çap û Belavkirinê yê Wezareta Rewşenbîriyê ya Herêma Kurdistanê Niyan Ehmed beşdarî Bultena Bakur a Rûdawê bû ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

Niyan Ehmedê li ser gilî û gazinên weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê yên beşdarî 16emîn Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê bûne got:

“Weşanxaneyên beşdarî pêşangehê dibin serî li me didin, navên wan li wezaretê têne tomarkirin û navê wan li cem Dezgeha MEDAyê jî tê tomarkirin.

Em navên wan weşanxaneyên ji derveyî Herêma Kurdistanê beşdar dibin, didin rêveberiyên deriyên sînorî û daxwaz dikin ku hêsankarî ji wan re were kirin.

Her weşanxaneyeke beşdarî pêşengehê bibe divê destûrê ji Wezareta Rewşenbîriyê ya Herêma Kurdistanê bistîne.

Her weşanxaneyeke serî li me bide ji bo beşdarî pêşangehê bibe, em jê re hêsankariyê dikin navê wê dişînin deriyên sînorî ji bo ku were û beşdarî pêşangehê bibe.

Em alîkariyê û hêsankariyê ji weşanxaneyên Bakurê Kurdistanê re dikin.”

“Berî destpêkirina pêşangehê dikarin me agahdar bikin”

Niyan Ehmedê li ser pirsgirêkên li deriyên sînorî jî wiha got:

“Hinek caran weşanxane dema derbasî Herêma Kurdistanê dibin rastî gelek pirsgirêkan ewlehiyê tên. Sedema wan pirsgirêkan jî ew e ku yan zanyariyên wan li ser nînin yan jî me agahdar nakin. Ji ber wê pirsgirêk derdikevin.

Ez li ser navê Wezareta Rewşenbîriyê daxwaza lêborînê ji wan weşanxaneyan dikim ku rastî pirsgirêkan bûne.

Saleke din berî destpêkirina pêşangehê bi hefteyekê dikarin me agahdar bikin, wê demê em dê zêdetir alîkariyê û hêsankariyê ji wan re bikin.

Em dê Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Silêmaniyê jî li dar bixin, ew dikarin werin wê pêşangeha me jî.

Her çi ji destê me were, em hazir in ji wan re bikin. Ez bim, berpirsê pêwendiyan ê wezareta me be yan jî birêz wezîr be, em amade ne ji bo alîkariyê.”

“Sansur li Herêma Kurdistanê nîne”

Niyan Ehmedê li ser sansûra pirtûkên li Herêma Kurdistanê tên çapkirin û ji derve tên Herêma Kurdistanê jî da zanîn:

“Wekî Wezareta Rewşenbîriyê sala 1993yan me yasayek derxist. Li gorî wê yasayê nabe sansur li ser ti pirtûkekê were kirin. Nabe pirtûkên ji derve tên Herêma Kurdistanê jî werin sansurkirin.

Bi tenê pirtûkên tundûtûjiyê teşwîq dikin tên qedexekirin. Wekî Wezareta Rewşenbîriyê, dema pêşangehek tê vekirin, em lîsteyekê didin weşanxaneyan û ji wan dixwazin û dibêjin nabe pirtûkên ku tundûtûjiyê teşwîq dikin bînin Herêma Kurdistanê, pirtûkên li hemberî exlaqê giştî û yên behsa terorîzmê dikin qedexe ne.

Li her dera cihanê û li welatên cîran jî pirtûkên wisa qedexe ne.”

Ji Bakurê Kurdistanê weşanxaneyên wekî Avesta, Sîtav û Nûbiharê beşdarî pêşangehê bûn.

Xwediyê Weşanxaneya Avestayê Abdullah Keskîn li ser hesabê xwe yê Xê bal kişandibû ser zehmetiyên beşdariya pêşangehê.

Abdullah Keskîn diyar kiribû ku ew her cara ku beşdarî Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Hewlêrê dibin rastî zehmetiyan dijwar tên.

Rêveberê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Suleyman Çevîk jî ji Rûdawê re behsa zehmetiyên ku ew dikişînin kirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *