Kurdistan 24; Di cihana kurdî de pencereyeke nû

Piştî xebateke dûvûdrêj Kurdistan 24 xwerû bi kurdî û bi hilbijardeya hemû zaravayên kurdî dest bi weşanê kir. Armanca Kurdistan 24 kanala nûçeyî ku bi hevkariya kanala Frensî France 24 û bi teknolojiyeke bala dest bi weşanê kir ew e ku di cihana televizyonkariyê de pengaveke nû û bi qelîte bide destpêkirin.

Kalê Badî

 BasNews – 

Me bibîne xwe bibîne

Kanala Kurdistan 24 ku demeke dirêj e amadekariyên weşanê dikir, piştî karûbarên xwe yên dabînkirina binesaziyeke bi qûalîtî, wek kanaleke nûçeyî, bi çar zaravayên kurdî dest bi weşanê kir. Ev kanala ku temaşevanên kurd çav li rêya destpêkirina weşana wê bûn wê li ser Turksatê dest bi weşanê kir. Kanal li gel Başûrê Kurdistanê wê grîngî bide hemû perçe yên Kurdistanê û taybetî jî Bakurê. Rêveberê Giştî yê Weşanê yê Kurdistan 24’ê Nûredîn Seîd Weysî, di derbarê armanc û rêbazên kanalê di li gel BasNûçeyê peyivî û da zanîn ku ji ber ku di kurdî de pêwîstî bi kanaleke wiha hebûye wan biryar daye ku kanaleke bi vî rengî damezirînin. Weysî got: “Her çiqas xwedî dîrokeke sed salî be jî, çapemeniya kurd  weşangeriya televizyona kurd pir xurt nîne. Nêzîkî 20 salan e ku kurdan dest bi karê televizyonê kirine û ji ber vê yekê jî di vî warî de kêmasiyên kurdan pir in. Li gel van kêmasiyan jî kanalên heyê bêtir kanalên partî û rêxistinan in û dûrî karekî profesyonel in.”

“Armanc gotareke niştimanî ye”

Weysî, amaje bi kêmbûna kanalên nûçeyî yên kurd kir û anî ziman ku wan xwestiye televizyoneke nûçeyî û profesyonel ku hemû Kurdistanê hembez dike damezirînin. Weysî dom kir: “Em naxwazin ku em tenê kanaleke herêma Kurdistanê bin, em dixwazin ku bibin kanaleke hemû Kurdistanê. Bi hilbijardeya zaravayan temaşevanên me dikarin bi ser kumandayê kurmancî, zazakî, Soranî an jî hawramî hilbijêrin û bernameyên me 24 seetan, bi zaravayên xwe temaşe bikin. Em dixwazin bi ser Kurdistan 24’ê gotareke niştimanî binivisînin û şanî hemû kurdên perçeyên Kurdistanê bidin. Her wiha Kurdistan ji alî pêkhateyên neteweyî û olî ve jî welatekî pir reng e. Her wiha kurd bixwe jî ji alî zaravayan cihêreng in.”

“Em ê granî bidine Bakur”

Nûredîn Seîd Weysî da zanîn ku ew dixwazin ev cihêrengiya Kurdistanê di kanala xwe de jî nîşan bidin, bi vê mebestê ew granî didine ser Bakur û Tirkiyeyê û ji bo vê yekê jî wan li Amed, Enqere û Stenbolê nûsîngeh vekirine. Weysî got: “Drûşma kanala me ev e: “Me bibîne, xwe bibîne.” Em dixwazin ku hemû kurd xwe di ekranên kanala me de bibînin. Em dixwazin ku nûçeyên di Kurdistan 24 de têne weşandin bala hemû kurdan bikêşe. Niha di televizyonan de gellek bername têne weşandin û bi seetan didomin, lê belê ev şêwe televizyonkarî nema ye û êdî ev şêwe qet nayê hezkirin. Êdî ya pêwîst lezgînî ye. Divê agahî bi lezgînî bijihîje temaşevanan û armanca me ya sereke lezgînî ye.”

“Em jî ne serbixwe ne; Lê belê…”

Weysî li ser xweseriya Kurdistan 24’ê jî vê nirxandinê kir: “ Çawa ji bo dezgeheke dinyayê mirov nikaribe bêje ev dezgeh serbixwe ye, li Kurdistanê jî mirov nikare bêje ev dezgeh serbixwe ye. Hin dezgeh ji alî hikûmetan, hin ji alî partiyan, hin jî ji alî kompanyayan têne fînansekirin. Ji ber vê yekê ez nabêjim em ji sedî sed kanaleke xweser in, em jî ji aliyekî ve têne fînansekirin, lê belê ev pir jî ne grîng e. Ya grîng azadiya agahî û daneyên ku wê di kanalê de bêne weşandin e. Profesyonelî û rastiya naveroka agahiyan grîng e, ne tiştên din.”

“Em ne alternatîfên tu kesî ne”

Weysî, destnîşan kir ku ew li hember kanalek an jî kanalên din ên kurd wek alternatîf nehatine damezirandin û anî ziman ku her çiqas bê gotin ku kanalên kurdî gellek in û pêwîstî bi kanalên din tune ye jî, ji ber ku li Kurdistanê kanalên nûçeyî û profesyonel pir kêm in, wan pêwîstî bi kanaleke wek Kurdistan 24 dîtiye. Weysî wiha dom kir: “Em baş dizanin ku bandora çapemeniyê û taybet bandora kanalên televizyonan li ser civakan pir mezin e. Xwezî kanalên dîtir ên kurdî ku karên profesyonelî dikin hebûna, lê mixabin tune ne û ev kêmasiyeke mezin e. Em dixwazin Kurdistan 24 ne tenê ji alî siyasî ve, her wiha ji alî civakî, çandî û zimanî ve jî bibe amûreke yekîtiya kurd. Beriya çend salan pir zehmet bû ku kurmanc ji sorananan têbigihîştina, lê belê îro ji ber zêdebûna kanalên televizyonê yên bi zaravayên cuda, êdî kurd baştir hev têdigihîjin.”

Hevkariya France 24

Nûredîn Seîd Weysî da zanîn ku Kurdistan 24, di warê teknîkî û dîzaynê de ji alî kanala Frensî, ‘France 24’ ve tê piştgirîkirin, ji ber vê yekê di warê profesyonelî de Kurdistan 24 teknolojiya herî pêşketî bikar tîne, li gellek deveran derfetên wan ên weşanên zindî hene û kadroyên wan bi şêweyeke baş hatine perwerdekirin û hê jî têne perwerdekirin. Weysî anî ziman ku piraniya kanalên kurdî di warê dîmenî de pir lawaz in, lê belê ew pir grîngî didine dîmen û lezgîniyê. Weysî got: “Rast e, li Kurdistanê gellek kanalên televizyonê hene; Lê belê ji ber ku qualîteya dîmenên wan pir xerab in, tu cudahiyek di navbera wan û radyoyan de tune ye.

Zimanek giştî

Weysî, di derbarê zimanê Kurdistan 24’ê de jî standardnebûna zimanê kurdî destnîşan kir û da zanîn ku li gel vê yekê jî ew ê hewl bidin ku di her zaravayan de zimanekî giştî ku her kurd dikaribe têbigihîje bikar bînin. Weysî wiha dom kir: “Mixabin çapemeniya kurd, zimanê kurdî xerab kiriye. Televizyon ne wek pirtûk an jî govareke ku tenê kesên ku hewl didin dikarin bixwînin. Televizyon bêyî destûrstendinê, bi tikandina bişkokekî diçe nav her malbatê û di wê malbatê de dibe ku asta xwendewariya kesekî pir nizim be û ya kesekî din jî pir bilind be. Ji ber vê yekê divê zimanê televizyonê zimanekî gelemper be da ku her kes dikaribe têbigihîje. Lê biryara me heye ku zimanê Kurdistan 24 ne zimanekî lokal be.”

Ji sedi sed kurdî

Nûredîn Seîd Weysî, da zanîn ku Kurdistan 24 bi hemû zaravayên xwe ji sedî sed bi kurdî ye. Weysi di derbarê angaştên ku piştî Kurdistan 24 dest bi weşanê bike egerî heye ku kanalên din ên Başûr bêne girtin de jî got ku pêwendiya wan bi kanalên din tune ye û ji ber ku 24 dest bi weşanê kirî ye, ew ê kanalên din neyêne girtin û got: “Ji ber ku Kurdistan 24 bi şêweyekî profesyonel dest bi weşanê bike û hin kanalên qels bêne girtin jî ev ne di kontrola me de ye û ev kanalên din eleqedar dike. Dibe ku kanalên partiyan reng biguherin û bibin wek platformên partiyan û li gor wê weşanê bikin, lê belê ev babet û guherînên bi vî rengî bi me ve grêdayî nînin.”

http://www.basnews.com/index.php/kr/news/243020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *