Medya û Sîyaset

Medya û sîyaset girêdayî hev in û herdem hevdû xurt dikin; an jî lawaz dikin. Di afirandin û çanda civatan de, ev her du hêz xwedî bandorek mezin in. Tevna civatê bi destê her du alîyan xirab dibe an jî çê dibe.

Gelê Kurd ji mêj ve di bin bandora medyaya dagîrgeran de û ji rastî û hebûna xwe hatîye dûrxistin.

Dewletên dagirker li gor berjewendîyên xwe civata Kurd kedî kirine, li gor dilê xwe perwerde kirine. Zimanê xwe, çanda xwe, sînor û nîrxên xwe li ser gelê Kurd ferz kirine. Dixwazin dagirkerîya xwe weke mafekî rewa bi civata Kurd bidin qebûl kirin.

Dewletên dagirker ji bo nifşên nû û civatek kedîkirî, civatên bindest hertim bi metodên cûr be cûr, bi lîstîkên xapînok xwestine perwerde bikin û li gor berjewendîyên xwe civatekê bi afirînin.

Dîrok û têkoşîna gelan dide nîşandan ku hêzên serdest û dewletên dagîrker, bi rêya  desthilatdarîyê ku zimanê wî jî dezgehên ragihandinê ne, sîyaseta xwe dane meşandin. Civat bi zimanê medya tê tevizandin.

Îro, Kurdistan û erdnîgarîya em li ser dijîn, li ber zayîna guhertinên nu, li ber derfetên  mezin in. Ev guhertinên mezin di jiyana civatan de, rê li ber zelzelê giran vedike.

Hinek civat, ji van qeyran û gengaşîyan dersên zêrîn derdixin û ji derfetên hene sûdên gelek baş digirin. Hinek civat jî her diçe ji hev dûr dikevin û dibin wargeha şer û pefçûnê!

Wêneya îro ku li Rojhilata Navin derketîye, ji bo gelê Kurd gelek derfet û îmkanên nu bi xwe re anîye holê. Hilbijartina wêneyên baş û xirab di destê rêvebir û sîyasetmedaran de ye. Kî hostayê xirabîyê ye,  kî hostayê çêkirin  û pêşketinê ye,  di rojên tengasîyê  de xûya dibe.

Bi rastî, ev pêvajoya ku em tê re derbas dibin, ji bo hemû kesayetan, lê bi taybetî ji bo rewşenbîr û sîyasetmedarên me weke ezmûnek dîrokî ye. Medyaya Kurdî jî, bi ziman û perspektîfên xwe di vê azmûnê de xwedî rolek girîng e.

Em baş dizanin ku gelê Kurd, di şerê Cîhanê, yê yekem û duyem de,  ji derfetên dewletbûnê sûdek negirt. Di wan deman de civata  Kurd, ji ber ku bê rêxistinî û bê xwedî mêjûyek netewî bû, ji derfetên derketin holê îstîfade nekir.

Di şertên îroyin de, gellek derfetên zêrîn derketine holê. Ji bo dewletek serbixwe û azad, zêdetir şert û derfetên mezin hene.

Lê mixabin  weke pêşîyên me gotine: “Kurmê darê ne ji darê be, dar narize!”  Xuya dike ku,  asteng û problemên herî mezin, dîsa di nav civata Kurd de bi cîh bûye.

Dewletên dagîrker û nîjadperest, çewa welatê me perçe kirine û bi darê zorê “sînor” xistine nav me; îro jî dixwazin, bi dîwarên îdeolojîk û olî me ji hev dûr bixin! Niha jî  bi mêjî û hêvîyên me dileyizin û dixwazin Kurd şerê hevdû bikin û herdem di bin bandora problemên civakî û sîyasî de bijîn.

Li Başûrê Kurdîstanê, bi navê ““Kurdistan24”” televîzyonek nu dest bi weşanê kir. Li gor nûçe û daxuyanîyan, ““Kurdistan24”” bi peyam û bernameyên xwe rêbazek Kurdîstanî ji xwe re kirîye armanc. Em hêvîdarin peyam û armancên ““Kurdistan24”” li ser bingeha berjewendîyên neteweyî, rola ragehandinê bi cîh bîne.

Heta îro, dîroka televîzyonên Kurdistanê, piranî li gor daxwaz û peyamên rêxistin û partîyan hatîye meşandin. Armanc û peyamên netewî piranî lawaz maye.

Televîzyonên hene, bi taybetî li Bakûrê Kurdîstanê, li ser astê propaganda û pergala sîyaseta rêxistinî, civata Kurd dîl girtîye.

Bandora  televîzyonê zêdetir li ser civatê heye. Bi rêya dayîna zanyariyên rast û derew, civat dibe xwedî helwest û bawerîyan. Ger hûn rastîyan raxin ber çavan, wê civat li gor wan rastîyan bûyeran bişopîne. Lêbelê, gava hûn propaganda hîzbekê bikin, civat wê ji rastîyan dûr bikeve.

Medyaya Kurdî, ger li ser nîrxên netewî tev bigere, dikare rê li ber lîstîkên hene bigire û wan pûç bike!

Neyarên gelê Kurd, naxwazin hest û bawerîyên netewî pêş bikevin. Ji ber vê jî li ser medyaya rêxistinî zêdetir di sekinin û kadroyên xwe li wan deran bi cîh dikin.

Di destpêka êrîşên DAİŞ`ê de, me hemûyan dît ku medyaya hîzbî çiqas dikare manîpulasyonan çêbike û li ser civatê bandorek xirab pêk bîne.

Televîzyon hene, ji bilî nakokîyên nav rêxistinan, tu problemên wan tune ye. Ew weke dengê fesadî û xirabîyê civata Kurd ber bi xirabîyê dibin.

Televîzyon jî hene, herdem di bin çav û gohên civatê û rastîyan diqîrin!

Ez bawerim ku wê ““Kurdistan24”” jî, bi berpirsîyarek ehlaqî û civakî erkên xwe yê ragihandinê bi cîh bîne. “Kurdistan24”, bi zimanekî vekirî û bi dîtinek zelal ji bo daxwaz û hêvîyên civata Kurd wê bibe destpêka bersîvan…

Divê em başbizanibin, berjewendîyên hîzbî û kesayetî, destê dijmînê gelê Kurd xurt dike û desthilatdarîya wan dirêj dike.

Dewletên dagirker û neyarên bêpîvan, li dijî mafê dewletbûnê û desthilatdarîya gelê Kurd, ketine taya mirinê! Bi polîtîkayên gemarî û bi hevkarîyên dizî dixwazin rê li ber karwanê serxwebûna Kurdîstanê bigirin!

Em hêvî dikin ku televîzyonên Kurdî bi asoyek kûr û bi hestên netewî bingeha medyaya Kurdî, li ser astên hûqûkekek gelemperî û bi alîkarîya teknolojiya nûjen ava bikin.

Hêvîdar im ku bi hevkarî û piştgirîyek xurt, li Kurdîstanê dezgehên ragehandinê, li ser pîvanên demokrasîyê geş bibin û di pêşketin û rêxistinbûna civatê rolekî girîng bileyizin!

Îro kar û barên ragihandinê li Kurdistanê lawaz e, lê rekabet û pirdengî dikare Medyaya Kurdî geştir bike û rê li ber pêşbazîyek erênî veke…

Ez carek din xêr hatina “Kurdistan24” dikim û ji hemû kedkar, xebatkar û rêveberîya K24  TV re serkeftin dixwazim…

Hêvîdarim ku “Kurdistan24” di demek nêzîk de, wê di nav medyaya cîhanê de cîhê xwe yê sereke bigire. Serkeftin ji bo hemû kedkarên Kurdîstanê!   08:11:2015  AMED

Cano Amedî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *