Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo raya giştî

 

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê ya ji bo raya giştî

 

Li çend rojên derbasbûyî de hejmarek ji siyasî û karbidestên Iraqî ji bo dijayetîkirina referandûmê û mafên gelê Kurdistanê behsa destûr û pabendbûna bi destûra Iraqê dikin. Gelek baştir dibû wan birêzan bi hurî destûra Iraqê bibînin ji ber ku li naveroka destûrê da bi rûnî hatiye pabendbûna bi destûr bingeha mayîna Iraqe bi yekparçeyî.

Li vir da pirsiyar eweye, gelo ew pabendî destûrê bûn? Bi dehan mînak heye ku nîşan dide hikûmetên Iraqê pabendî wê destûrê nebûn ku xelkê Iraqê dengê xwe pê dabû. Bi berevajiya destûrê li artêşa Iraqê da parsengî hatiye têkdan û Kurd hatiye îhmal kirin eve li rewşek da bû ku Pêşmerge bingeha serekiya artêşa Iraqê ya li piştî 2003 pêkanî.

Li warê dîplomasî û karubarên derve da bi heman awayî kar ji bo goşegîrkirin û derxistina nûnerayetiyên xelkê Kurdistanê tê kirin. Çendîn sale Pêşmerge hatiye ablûqe kirin ku beşek bûye ji menzûma bergiriya Iraqê. Eve ji bilî li piştguhxistina maddeya 140 û pêkanîna Encûmena Îttîhadî, ew encûmena bingeha tewafuq û tewazuna nav pêkhatên Iraqe. Bi berevajiya destûr hewl dane bingeha sîstema federalî binpêbikin yan bi cîh nekin. Kar gihîşte wê yekê nanê xelkê Kurdistanê bi nûke îmzayek bibirin û me nedît hîç aliyekî siyasî yan navendekî olî vê biryara nedesturî û nemirovane şermezar bike ku debara xelkê Kurdistanê û şîrê zarokên Kurdistanê birîne. Li gor kijan yasa û kijan maddeya destûrê hikûmeta Iraqê ew mafa wî heye îcraata neyasayî derbarê gelê Kurdistanê bike?

Ji aliyeke din ve bi navê şeraketa di navbera pêkhatan da Iraq pêwîstî bi bingeha tewafuqê bû lê belê wê tewafuqê jî têkdan û niha bangeşe ji bo zorîneya siyasî dikin, gelek baş jî dizanin mebesta wan li zorîneya siyasî çiye ku li rastiyê da nehiştina şeraket û îhmalkirina pêkhatên serekiyên dine.

Bi hemû aliyek jî radigihînîn ku referandûm mafekî sirûştî ya gelê Kurdistanê û hemû gelên cîhane û ew mafa sirûştî divê bê mumarese kirin û ji bo çi tenê ew maf li gelê Kurdistanê bê heram kirin?

Me îltîzam beranber xwîna şehîdên xwe û raya giştî û daxwaziyên gelê xwe heye. Ji bo wê yekê em xwe ji wê mafê xwe paşgez nakîn û gelê Kurdistanê wê mafê sirûştiya xwe bi awayeke aştiyane û dûrî li tundutîjiyê piyade dike. Ji ber ku em nexwazin ezmûna tehl û şikest xwariya berê dûbare bikîn. Bi başî dizanîn her dû alî cîranê hevdû û bi kûrahî stratejiya hevdû bîn û wekî bira û dost hevkar û hemaheng bîn li warên cûr bi cûr da.

Ew serdem jî li ser çû bi zimanê gef û çavsorkirinê dijî mafê rewaya gelê Kurdistanê rawestin û hez jî nakîn kes wê zimanê bikarbîne. Gelê Kurdistanê aştî û birayetiyê dixwaze lê belê zimanê gef û înkarkirinê ji kes qebul nake.

Mesûd Barzanî
19.07.2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *