Gelê Kurd Perîşan Dibe û Kurdistan Wêran Dibe!

Wek tê zanîn, li gor hin çavkanîyan, piştî salên 1990`î li Kurdistanê 17 hezar kuştinên kesên welatperwer yên kujer-nedîyar rûdan.

Li gor hin mukurdarên dewletê û yên JITEM`ê gelek mirov pêşî bi îşkenceyên hovane hatin kuştin û piştre di bîrên asîtê û çalên avê de hatin helandin û betonkirin.

Helbet kesên ji van kuştinên hovane berpirsîyar, rasthatî (çimkî lêpirsîna cînayetên kujernedîyar ku li Kurdan hatîye kirin tu carî nebûye armanca huqûqê dewleta Tirk) bi rêya doza Ergenekon`ê, mukurhatina hin leşker û karmendên JITEM`ê û gilîkirinên welatîyan hinek cînayet hatin rojevê û bû egera lêpirsîn û dozvekirinê. Dozek ji yên JITEM`ê  jî ew bû ku ji kuştina 21 kesî berpirsîyar ya Serek Parêzvan Kamîl Atak`ê Cizîrî û merivê Serokê Ergenekon`ê Velî Kuçuk, Albayê Tirk Cemal Temîzoz bû. Tevlî şahid û delîlan, serbest hatin berdan.

Serokkomar R. Teyip Erdogan û Hukumeta AKP, pêşî ji bo desthilatî û ewlekarîya xwe, hin doz li hêzên dewletê yên mîlîter û paramîlîter yên kujer ku nûnerên dewleta kûr bûn vekir; piştre bi van sazîyên dewletê yên kûr re li hev kirin û van kujerên fermî yên dewletê tev dan berdan. Van kesana wek karmend û fermanber, dîsa bi rêya helwesta PKK bi agir û teqînên dijwar êrîşî gelê Kurd kirin û jîyan li wan kir dojeh!

Armanca dewleta Tirk ev 95 sal in zelal û vekirî înkara hebûn û mafê gelê Kurd bûye. Dewleta mêtinkarîya Tirk, ji bo ku di vê helwesta xwe de bi serkeve jî hemû rê û rêbazên înkara mafan, qedexekirin, asîmîlasyon, îşkence, zîndankirin, kuştinên komî, li hember gelê Kurd kirîye karekî domdarî ya sereke.

Loma li gor gotina Serok Komarê tirk yê berêTurgut Ozal digot: “Me bi zanîn gund dan valakirin, ji bo ku em hêza berxwedanê ya bejayî bişkînin û wan li bajarên Turkîye asîmîleyî tirkî bikin.” Îro heman helwest ji bo bajarên Kurdistanê tê kirin.

PKK, pêşî wek armanc, serxwebûna Kurdistan û yekîtîya çar perçên Kurdistanê da pêşîya xwe û şer kir. Bi gelek taktîkên şaş vê “tekoşîn”a meşand; lê piştre, tevlî ku dev ji armanca serxwebûn û yekîtîya Kurdistan berda, ji bo çi hîna şer dike?

Sebeba guhertina helwesta PKK, ne ku li dunyayê û Tirkîye guhertinek çêbû, ji bo ku serokê wê mahkûmî Turkîye bû û li gor daxwazên wan helwesta xwe rê da, PKK jî helwesta xwe li gor daxwaza serokê xwe eşkere kir. Li şûna gotina Kurdistan “Demokratîk Turkîye” û li şûna mafê gelê Kurd yê netewî jî “Xweserîya Demokratîk” parast.

Êdî ne tenê li Turkîye, ji bo xatirê Turkîye li Îran, Iraq û Sûrîye jî bûn alîgirê parastina statukoyê. Hêz, partî û kurdekî li hember vê helwesta şaş dertê, di medyaya xwe de wek “antî-demokrat” yan “xayîn” tê rêdan û ciyê lê serwer tadê li wan dike. Îro li Başûrê Kurdistan, ji alîkî de pêşmerge bi canfîdane li hember terorîstên DÎIŞ`ê şer dikin, ji alî din ve dewleta Iraq jî dest datîne ser firokên Kanada û Swêd çima ku ji wan re çekên sivik dibin!..

Tevlî ku li ŞINGALê tu pêwîstîya pêşmerge ji PKK tune ye, bi 200 çekdarî PKK bi israr ji herêma Şingal dernayê û divê gerek vir jî bibe “Kanton”! Rêvebirên wê, îdareya Başûr bi dîktatorî sûçdar dike û li tevdê Başûr sîstema “Kanton”an diparêze.

Tevlî ku desthilata xwe bi tu partî û hêza Kurd ya wî perçî re par nake, bi hemû hêzên alîgirên dewleta Sûrîye re “Hêzên Demokratîk ya Sûrîye” çêkirîye û yekîtîya dewleta mêtinkar ji xwe re kirîye wek armanc. Kurdistana jixwe perçebûyî, li wir jî kirîye sê Kanton. Ji alî din jî tadê li partîyên Kurd dike û nahêle hêza pêşmergeyên Başûrê-Rojava werin gelê xwe biparêzin. Ji ber helwest û kiryarên wan yên şaş, zêdetirî nîvê gelê Kurd welatê xwe berdaye û bûne penaber.

Li îranê her roj xortên Kurd tên îşkence kirin û daliqandin, lê çi hikmet e ku bi rayedarên Îranê re protokol îmze kirine û şerê dijî wan sekinandîye. Di protokola wan de nehîştina derbasbûna hêzek din ya Kurd jî heye û loma êrîşî pêşmergeyên PDKÎ dikin ku çima di herêma ew lê bi cîh bûne re derbas dibin û ne di bin emrê wan de li hember dewleta Îran şer dikin.

Ev mînakên li jor jî tê wateya ku dibên: “bila sînorê tu dewleta mêtinkar neyê guhertin û çareserîya azadîya Kurdan bi rêya demokratîkbûna van dewletan pêk were.”

Li gorî wan, ew hêza asasî ya ku van dewletan demokratîk bike jî, hêza PKK ku ji xortê Kurdan pêktê (û gelê Kurd li her derê dimire, talan û perîşan dibe) bi xwe ye!

Yanî hêza Kurd ya zînde, di ber neteweyên serdest û bi hêvîya ku rojekê dewletên wan demokratîk bike(!) tê xerckirin û qedandin!

Di ser peymana Sykes-Picot re, Gulana pêşîya me 100 sal derbas dibe. Ji bo dewletên emperyal jî êdî hukmê statukoya ku Kurdistan û gelê Kurd perçe kirine nemaye. Îro van dewletana jî ne li dijî rizgarbûna gelê Kurd in. Lê çi mixabin îro partîya ku li ser navê gel û welatê Kurd avabûye, doza parastina sitatukoya mêtinkaran û emperyalîstan dike.

Ev zêdetirî 30 salî ye ku PKK şerê çekdarî dimeşîne. Bi van taktîkên xwe yên ku bû sebebê bi sed hezaran girtî, deh hezaran kuştî, bi hezaran şewitandin û valakirina gundan, mîlyonan koçber, li beranberî vêna çi bi dest xist û da guhertin?

Li biryarên Kongreyên PKK yên 3, 4 û 5 binêrin, pratîka wan îro di warê taktîk de yek tişt e. Tenê cudahî, bi rêya partîyên legal û girtina şaredarîyan, karin bêtir di nava bajaran çalakîyan bikin. Bi destxistina vê hêza jî ev deh-panzde sal in dewlet bixwe destûr daye! Gelo çima?..

Bi taktîkên şaş nêzî 5 hezar gund dan valakirin; niha jî heman taktîkê ji bo qeza û bajarên Kurdistanê bi rêve dibin. Êdî dest bi şerê koncal û barîkatan kirine. Xelk ji tîh, birçîbûn û tirsa jîyanê ji welatê xwe direve. Û hîna jî di televîzyon û rojnameyên xwe de dibên: “yên li dij van çalakîyan derên xayin in!”

Gelo kî xayin e?

Yên ji bo armanc û taktîkên li fêda dijmin û ne rast zarokên Kurd bidin kuştin, Kurdistanê ji gelê Kurd bide valakirin xayin in, yan yên li dij derên?

Yê sînorê dewletek mêtinkar, meclîs, qanûn, al û zimanê wê yê sûnî û ne meşrû li ser gelê Kurd ferz bike xayin e, yan yên li dij derên?

Yê li her perçakî Kurdistanê li dijî otonomî, federalî, konfederalî, serxwebûn û dewletbûna gelê Kurd derê xayin e, yan yên biparêzin?

Hêz, rêxistin an partîyek ku li perçakî Kurdistanê derketîye holê, wek xwedîyê perçeyên Kurdistanê yên din in tevbigere û îradeya hêzên neteweyî yên perçên din nas neke û daxwaz û sîyaseta xwe li ser wan ferz bike xayin e, yan yên li dij derên?

Yên ji bo gelê Kurd statuyek rast bixwaze û doza yekîtî û hevkarîya partî û hêzên Kurd bike xayin e, yan yên li dij derên?..

Her kesekî dibê ez rewşenbîr, welatperwer û sîyasetmedarê Kurd im, divê êdî li gelê Kurd yê perîşan û reben û li zarokên Kurd yên bêxwedî û nezan, xwedî derên û rastîyan bêjin û li dij neheqîyan bisekinin!..

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir