KOVARA WÊJE Û REXNEYÎ

Lokman Polat

Beriya salên 1980yî li bakurê Kurdistanê kovarên ku hatin weşandin bi tevahî kovarên îdeolojîk, polîtîk û teorîk ên siyasî bûn. Nivîsên di wan kovaran de hatin weşandin hinek jê ji sedîsed bi tirkî bûn û hinek jê ji sedî nodûneh tirkî û sedî yek kurdî bûn. Piraniya navên wan kovaran bi kurdî bû, lê naverok û nivîs bi tirkî bû. Herweke kovara Rizgarî,  Ala Rizgarî, Jîna Nû. Têkoşîn, Roja Welat, Kawa, Dengê Kawa. Kovarên ku wê demê bi dizî, îlegal dihatin weşandin jî navên wan kurdî, lê naverok bi tevahî nivîsên tirkî bû. Her weke kovara Rêya Şoreş, Serxwebûn, Xebat, Dengê Kurdistan û hwd. Kovarên îlegal bi tevahî tirkîbûn.

Lêbelê piştî salên 1980 yî li Swêdê û piştî sala 2000î jî li Tirkiyê û bakurê Kurdistanî kovarên xwerû bi kurdî. tevahiya nivîsan bi kurdî, nav kurdî û naverok bi kurdî gelek kovar derketin. Li Swêdê/Stockholmê demeke hejmara kovarên kurdî gihîşt panzdan. Kovara Helwest, Nûdem, Avaşîn, Jîndan, Rewşen, Berbang, Roja Nû, Dîdar, Armanc, Niştîman, û hwd, hemû kovar xwerû bi kurdî bû. Li Tirkiyê û bakurê Kurdistan jî bi dehan kovarên xwerû bi kurdî derketin. Lê çi heyf ku di nav pêvajoyê de gelek kovarên hêja jiyana xwe ya weşanê nedomandin û weşana xwe dan rawestandin an jî bi tevahî hatin girtin. Kovara ”Wêje û Rexne” yek ji wan kovarên hêja bû ku piştî 12 hejmaran hate girtin.

Ez ê di vê gotara xwe de wek mînak behsa naveroka kovara ”Wêje û Rexne” hejmara sêyem bikim.

Hetanî weşandina kovara Wêje û Rexneyê kovarên wêjeyî gelek bûn, lê bi taybetî kovareke tenê li ser mijara Wêje û Rexneyî tunebû. Lêbelê çi heyf ku di kovara Wêje û Rexneyî de jî hejmara nivîsên rexneyî hindik bû, hejmara gotarên wêjeyî pir bû û giraniya nivîsan jî nivîsên şîroveyên wêjeyî û hinek nivîsên akademîk yên derbarê wêjeyê de bû.

Kovara Wêje û Reneyî di sala 2014an de derket, kovarek sê mehî, demsal bû. Hemû li ser hev 12 hejmar derket… Xwedîyê kovarê û Gerînendeyê giştî Ahmed Kanî bû. Edîtorê wê Dawid Yeşîlmen e. Naveroka her hejmarê bi giranî li ser mijareke wêjeyî bû. Di her hejmarê de, derbarê mijarê de dosya dihat amade kirin. Wek mînak naverok an jî dosyaya hejmara sêyem li ser ”Wêje û Sînor” e. Naveroka mijarên dosyeyî yên çend hejmaran weha bû; Wêje û Sirgûn, Wêje û Trawma, Di wêjeyê de cihûwarî, Di wêjeyê de mirov û diyardeyên mirovî, Salên 90î di wêjeya kurdî de, Wêjeya kurdî ya Kafkasyayê û hwd.

Niha ez ê bi kurtahî behsa kovara Wêje û Rexne hejmara sêyem bikim. Ev hejmara kovarê 368 rûpel e. Tê de ji 30yî zêdetir nivîsên nivîskarên kurd hene. Di gel nivîsên 30 nivîskaran çend werger û çend hevpeyvîn jî hene.

Di vê hejmara sêyem de du nivîsên Î. Seydo Aydogan ên rexneyî hene. Wî rexne li min, li Mehmed Uzun û li Firat Cewerî girtiye. ( Î.Seydo Aydogan gotibû romana kurdî tune. Min jî lê rexne girtibû û di nav min û wî de minaqeşe çêbûbû. Di malpera Diyarnameyê de, min bersîva îdîaya wî a ku gotibû romana kurdî tune dabû û rexne lê girtibû. Wî jî bersîv dabû. Piştî wê minaqeşeyê êdî min pê re tu minaqeşeyeke nekir. Ez vê jî bibêjim; rexneyên wî û dîtina wî a romana kurdî tüne, nerast bû û neheq bû, lê ji bo ku min biryar girtiye, ez pê re nakevîm polemîkê û minaqeşeya dîtin û rexneyên wî nakim, loma jî behsa naveroka rexneyên wî nakim. Yê ku bixwaze, dikare li malpera Diyarname binêre û wê hejmara kovara Wêje û Rexne bikire û bixwîne. Rexneyên wî, şêweya minaqeşeya wî nemaqûl bû û lewre jî rexne û dîtinên wî xema min nîn e û êdî ez gotinên wî nagrim ciddiyê û nabim muhatabê wî.)

Niha ez danasîna naveroka kovara Wêje û Rexne hejmara 3 bidomînim. Musa Ekicî, nivîsa Roland Barthes ji fransî wergerandiye kurdî. R. Barthes di derbarê edebiyatê û romanê de gelek pirtûkên hêja nivîsiye. Mijara vê nivîsa wî jî li ser afirîneriyê ye.

Haşîm Ahmedzade, li ser mijara ”Nasname û Ziman” nivîsiye. Orîjînala nivîsê soranî ye, Memê Mala Hinê kiriye kurmancî. H. Ahmedzade dibêje ji bo ”îdentîty” divê mirov peyva ”nasname” bikar bîne. Hinek peyvên cihê, herweke pênase, huwîyet, nase, penus û hewenî bi kar tînin.

Ez jî di vê mijarê de wek H. Ahmedzade difikirim. Bi min jî peyva nasname, di şûna xwe de rûniştiye û ji alî piraniya kurdan ve û di lîteratura kurdî de tê bikaranîn. Divê mirov vê peyvê bi kar bîne. Haşîm Ahmedzade dibêje ”Eger nasname yek ji mijarên serekî yên mirovên vê serdemê be, ziman wekî aliyekî vê nasnameyê xwedî cihekî navendî ye.”

Romannivîserê kurd Ciwanmerd Kulek ku gelek romanên wî hatine weşandin bi sernavê ”Romana kurdî: pelek û pêlek 1928 /1978” nivîseke balkêş nivîsiye. C. Kulek pêvajoya romana kurdî ji destpêka romana yekem ku di sala 1928an de dest pê kiribû ta sala 1978an şîrove dike. Ew dibêje : ”Romana kurdî hinekî jî romana dîasporayê ye. Ango li derveyê axa xwe şên hatiye.” Belê, romana kurdî li derveyê welat li dîasporayê, bi taybetî jî li Kafkasyayê û Swêdê şên bûye. Di esasê xwe de romana kurdî hetanî sala 2000î wek hejmar herî pir li Qafkasyayê û paşê jî li Swêdê hatiye nivîsîn, hatiye afirandin. Niha jî herî pir li Stenbolê, Amedê û Wanê tê nivîsîn û weşandin. Romannivîserên ku herî pir romanên kurdî nivîsîne ji herêma Serhedê, Amedê, Botanê, Mêrdînê, Semsûrê, Wanê û Çolemergê ne.

Di hejmara sêyem a kovarê de çend nivîsên hêja ji soranî kirine kurmancî. Nivîsa Şiko Omer Kakareş jî nivîseke hêjayê xwendinêye. Sernavê nivîsê ”Di romana ”Hesar û segên bavê min” de girêdana bi serdema berî mirina bav re” ye. Di nivîsê de ew romana Şêrzad Hesen dinirxîne û dibêje ew romaneke absurd e. Teknîka nivîsîna romanên absurd balkêş in û têne xwendin, ji alî xwendevanan ve têne ecibandin, gelek xwendevan ji vê cure romanan hezdikin. Romanên absurd di kurdiya kurmancî de hindik in.

Di edebiyata kurdî a devkî de jî û ya nivîskî de jî berhemên mesnewî ciheke girîng digrin. Doç. Dr. A. Adak li ser ”Di edebiyata kurdî ya klasîk de mesnewiyên Leyla û Mecnûnê” nivîsiye. Mem û Zîn, Yûsif û Zelîxa, Leyla û Mecnûn, Ferhad û Şêrîn û hwd, vana hêjayiyên mesnewî yên edebiyata kurdî ne.

Esad Şanlî jî bi zaravayê zazakî nivîseke li ser helbestvanê klasîk ên kurdî Ebdurreqîb Yusifî nivîsiye. Wî di nivîsa xwe de behsa gelek şaîrên/helbestvanên klasîk ên kurd kiriye.

Dosyaya vê hejmarê ”wêje û sînor”e. Di vê dosyayê de hevpeyvîn bi rexnegirê wêjeya kurdî Remezan Alan re heye. Di vê beşê de, li gor mijara dosyayê gotarên yanzdeh nivîskaran hene. Di guftegoyên di hevpeyvînê de, pirs û bersîvan de jî diyar dibe ku: wêjeya kurdî a netewî li ser zaravayên cihê ava bûye.

Weke tê zanîn wêjeya kurdî a klasîk û ya nûjen li ser zaravayên kurdî ava bûye. Ji Baba Tahîr, Elî Herîrî, Hecî Qadirê Koyî, Ahmedê Xanî û Feqiyê Teyran bigir, hetanî Mehmed Uzun û Bextiyar Elî berhemên edebî yên kurdî bi zaravayên cuda hatine nivîsîn û afirandin.

Remezan Alan, di hevpeyvînê de dibêje ”…helbestên Hecî Qadirê Koyî destpêka helbesta nûjen/modern a kurdî ye.”

Nivîsa Dîlawer Zeraq, bi sernavê ”Wekî biwara desthilatê: Di wêjeya kurdî û tirkî de dike û nimandin” hatiye weşandin. Sernav wek hevokeke şikestî ye. Tirkî jê re devrîk cumle dibêjin. Ez gelek caran çûme Farqînê û gelek Farqîniyan nas dikim, bi wan re axifîme, min hêj peyva ”biwara” û ”Nimandin” ji devê Farqîniyek nebihîstiye. Ji xwe ji nivîsê û sernavê nivîsê jî tiştek nayê fêmkirin. Pêbestî, bergîng, kartêk, ranezik, pênase, binîşe, leşikandin û hwd gelek peyvên din ku qet di kurmanciya Farqînê de nayê bikaranîn, di nivîsa Dîlawer Zeraq de hene. Diyar e D. Zeraq jî li ser navê kurdiya akademik, gelek peyvên ku nayên zanîn, gel bikar naynin, ew bi kar tîne.

Dîlawer Zeraq, di nivîsa xwe de, çar romanên nivîskarên kurd dinirxîne, şîrove dike. Diyar e edîtorê kovarê jî zehmetiya xwendina nivîsa Dîlawer Zeraq ferq kiriye ku loma jî di bin nivîsê de têbinî/nîşe nivîsîne, dibêje: ”Li ser daxwaza nivîskêr, me ji aliyê rastnivîsê ve midexeleyê vê nivîsê nekir.” Nivîseke ku tê de gelek şaşî hebin û qels be, sererastkirina wê jî zahmet e.

Li ser dengbêj û sînoran nivîseke ji îngilîzî werger heye. Mijar bi nêrîna kilambêjên/stranbêjên kurd sînor û dewlet e. Mijara ”Oryantalîzm û Dengbêjî” jî mijareke balkêş e û hêjayê xwendinê ye. (Dema min vê gotara xwe dinivîsî, di înternetê de hate gotin ku teorîsyenê teoriya oryantalîzmê rewşenbîrê filîstînî Edwar Saîd, li hemberê kurdan gotinên nebaş gotiye, li dijê kurdan vereşiyaye.)

Di kovarê de, nivîsên bi zaravayê soranî jî hene. Di helbesteke Ebdullah Pêşew de, sosyolojiya rojhilatê nirxandineke baş e. Sernivîsa bi navê ”di helbestên Cegerxwîn de vebêja dekolonyal” kurteanalîzeke hêjayê xwendinê ye.

Xanim Ozlem Belçîm Galîp, nivîseke lêkolînî û bi şîroveyeke berfereh bi sernavê ”Di rabêja romana kurdî ya li Swêdê de, ji nû ve nirxandina ”Kurdistan” û ”Diyaspora”yê nivîsiye. Orîjînala nivîsa Ozlem Belçîn Galîp Xanimê bi îngilîzî ye. Omer Delîkaya nivîsê wergerandiye kurdî/kurmancî.

Edîtorê kovara ”Wêje û Rexne”yê Dawid Yeşîlmen, li ser pirtûka Mahmud Baksî a bi navê ”Hêlîn”ê nivîsiye. Dema ev pirtûka M. Baksî, li Stockholmê/Swêdê derket, ew dem derbarê pirtûkê de minaqeşe çêbû, hinekan gotin ev neroman e. Dawid Yeşîlmen ji bo pirtûkê dibêje: ”…bi çîrok û karekterên xwe, romaneke naîf e.” Yanî qels e, bêtecrûbe ye, bêhunerî ye.

Nivîsa Mesud Serfîraz, nivîseke mijara wê girîng e. Wî lêkolîneke hêja pêkaniye û di mijara di helbestên kurdî de parçebûna Kurdistanê şîrove kiriye. Wî mînakên ji westayê edebiyata kurdî û pêşewayê dîtin û ramanên welatparêzî û neteweperweriya kurd Ahmedê Xanî, Hecî Kadirê Koyî, Lahûtî û Cegerxwîn wergirtiye û bi şîroveyeke hêja nirxandiye.

Kovara ”Wêje û Rexne” 368 rûpel e. Min wek mînak behsa çend nivîsan kir. Di kovarê de, hêj gelek nivîsên din jî hene ku min qala wan nekir. Di kovarê de, ji blî nivîsên kurmancî, nivîsên soranî û zazakî jî hene. Bi kurt û kurtasî, kovara ”Wêje û Rexne” kovareke naveroka wê xurt e, hemû hejmarên wê ji hêla nivîsên lêkolînî, rexne û teoriya wêjeyê ve dewlemend e, ango hejayê xwendinê ye.

Bi hêviya ku rojeke kovara Wêje û Rexne li ser kaxiz/matbû derkeve yan jî di înternetê de, weke kovareke elektronîk jiyana xwe ya weşanê bidomîne…

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *