AŞÊ JENOSAYDÊ Bİ AVA NARKOTÎKÊ DİŞUXİLE (3)

Cano AMEDÎ

Ji salên 1990î şûnda bi guncav kirina organîzasyonek nû, çîroka xewn û hêvîyên mirov çewa dibe dewlemend, dest pêkir. Dewletê bi şêweyek kontrol kirî rê li ber rizîbûna nîrxên civakî û pûçkirina civaknasîya kurd vekir û derîyê aşê narkotîkê radestî simsarên kurd firoşan kir. Weke kerîyê pez civaknasîya civatê li gor yek rengî û yek dengîya sîyasetê hate dizayn kirin.

Civata Kurd di bin bandora du hêzên “dijber” de, jiyana xwe li gor ferzkirin û pêwîstîya pergalên sîstemê, li rêya bi serkeftina “çareserîya” kesayetîyê gerîya.

Di nav germaya şer de rayedarên dewletê gotin ku: “Kesê ku keştîya xwe bi meşîne qaptan e!” (Serokê keştîyê ye) Xewnên kelecanîya dewlemendbûnê, di nav civatê de deng veda û bi girseyî “ezê çawa zûtirîn bibim xwedî diravê germî (pere).” Ev nexweşî, tevna civatê serûbin kir, şaxên xirabîyê, fesadîyê, îxbarê û bêbextîyê di nav civatê de belav kir.

Demên borî da, îspatkirin ku binpêkirina nirx û hûqûqa civakî, derî li ber hûqûqa çavsorî û ne meşrû vedike. Bi şêweyekî eşkera bac û komîsîyon girtina du alîyan an pir alîyan, di nav civatê de êdî weke karekî rewa hate dîtin.

Di navbera salên 1980-1996an de, şerê narkotîkê gihîşt asta bilind. Kom û kozikên girêdayî şaxên mafya bi hev ketin. Ji bo ji aktorên nû re rê vekin, yên berê ji holê rakirin. Sîstemek nû ava kirin. Sutûnên bingeha sîyaset û aborîyê, li gor daxwazên xwedîyê dewletê ji nû ve hat dizayn kirin. Qeyran li pey qeyranan dom kir.

Di navbera alîyên ku pîramîda narkotîkê destê wan de bû, nakokîyên desthilatdarîyê derket holê. Encamên wan nakokîyan, bi darizandina “Ergenekon”ê nîv eşkera bû; lê cardin, bi peymanên veşartî, sîstema xwe reorganîze kirin. Di dema operasîyonên doza “Ergenekon”ê de, belgeyên bi Dogu Perînçek û Velî Kuçuk re hatin girtin ku di arşîva Google de jî belav bûne, her tiştî radixe ber çavan. (belgeya Lobî û hewldana komuna yekgirtî)

Îro em dibînin ku rêjeya karên narkotîkê gelek zêde ye. Li gûnd û bajaran ew “tacirên” karên narkotîkê dikin di nav civatê de û li gel dewleta dagirker karsaz û tacirên “muteber” tên qebûl kirin. Hemû bi sazîyên îstîxbaratê re têkildar û erkdar in.

Destê wan, di kûrahîyên gemarî de, têra xwe dirêj e. Zimanê wan bi jehr e û têkilîyên wan li gor qezenc û berjewendîyên kesayetî tevdigere. Nirxên mirovahîyê, doz û armancên neteweyî, ji bo wan alavên firotin, bêbextî, bêkarekterî û kirasê rojane ye. Ev kesên hanê, ji bo berjewendîyên xwe weke “bûkalemûn” reng diguherin û weke ahtapotan jî dest dirêj in, dixwazin weke xwedîyên xwe, civatê bi nefsê terbîye bikin. Dixwazin rê li ber xwe vekin û cardin derfetên nû bi dest bixin. Lê mixabin bi hezaran zarokên kurd îro ji nirx û hêjayîyên xwe dûr ketine, di nav gerînoka karên narkotîkê dirizin û heba dibin. Êdî kolan û dibîstanên Kurdistanê, di bin bandora hişberfiroş û tûrikvanan de dinale. Ev wêneyên hane encamên polîtîkayên dewleta dagirker in.

Divê civata kurd li dijî van polîkîyayên pûçkirinê baldar be û ji xwe re rêgehên çareserîyê peyda bike. Divê baş bê zanîn ku serwerî û desthilatdarîya dewleta dagirker her dem li ser bingeha aşê narkotîkê meşîyaye. Ji destpêkê heta niha sîstem li ser plansazîyek narkotîkê hatîye ava kirin. Ev sîstem ji jor ve ber bi jêr weke şaxên leflefoka jehrî civatê di bin bandora xwe de bêheş kirîye û hêjî dike.

Sîstem, bi hişmendîya nijadperestî û bi têkilîyên narkotîkê, xwe di nav hemû beşên civatê de birêxistin kirîye. Pergalên rêvebirîyê, xwe li ser bingeha tunekirina netew û olên cûda ava kirîne. Ev sîstem du wêneyên dewletê derxistîye holê: yek jê wêneya hukumeta “bijartî” ya din jî dewleta “kûr” ya esasî ye. Hukumet li ser bingeha lihevhatina şaxên dewletê ava dibe û têkdiçe.

Ev sîstema jahrî, di nav pergala mîlitarîzm û ewlekarîyê de, di nav pergala aborî de, di nav pergala dadê de (hûqûq), di nav pergala medyayê de di nav pergala bazirganîyê de, di nav pergala sîyasetê de, di nav pergala sazî û dezgehên sendîkan û rêxistinên sivîl de, di nav partî û rêxistinên legal û îllegal de, bi kurt û kurmancî, di nav jîyana civakî de xwedî hêz e, bi bandor û desthilatdar e.

Ev sîstem, dem dem nakokîyên xwe, bi darê zorê an bi îttîfaqên navxwoyî çareser dikin. Lê mixabin her dem şerê baronên mezin û yên dijberî wan dom kirîye. Ev bûyerên em dibihîzin an pê dihesin encamên têkoşîna serwerîya cihana narkotîkê ye. Ev dîzayn kirin û têkoşîna bi destxistina bazarên nû, ne şerekî heremî ye; ev şer di nav kartelên navdewletî de didome û bandora wî, li welatê me bi şêweyekî din xuya dike.

Dewlet dixwaze, bi aîkarîya vê sîstêmê civata Kurd, nifşên nû di nav bazara maddeyên hişber de bifetisîne û rê li ber têkoşîna rizgarîya netewî bigire. Armanc, xort û keçên Kurd ji têkoşîna netewî dûr bixin û di girêneka xewnên “zû dewlemend bibin” de bê taqat û bê bask bike. Di demsala şer de, bi cîhanîna van polîtîkayên reş hêsane û derfetên konseptên nû bi xwe re tîne.

Divê baş bê zanîn ku karên narkotîkê, li ser çar lingên esasî didome. Desthilatdarîya Mafyayê, li ser bingeha Medya, bazirganî, hûqûq û burokrasîya ewlekarî û rêvebirîyê dimeşe.

Dewlet, bi organîzasyonên erenî û neyenî pergala tirs û çavsorîyê bi destê komên mafya bi rêve dibe. Xewnên dewlemendîyek erzan û zûtirîn, germahîya bi dest xistina pereyên reş, rê li ber têkilîyên gemarî vedike. Dewlet, bi alîkarîya van têkilîyan, civatê kontrol dike û rê li ber daxwaz û hewldanên guhertinê-pêşketinê digire.

Di dîroka dewleta mêtinkar de, guhertinên civakî, bi şêweyekî asayî tu carî çênebûye. Di heman deman de, bi bandora dînamîkên derva tevgerîyaye û bi wêneyên “pêvajoya guhertinan” civat xapandîye. Îro jî şer û pefçûnên didomin, encamên wan têkilî û dînamîkên derva ne. Giranîya civatê hatîye kedîkirin û dibin desthilatdarîya “Şivan” de jî li hemberî “qedera” xwe stûxware.

Gelo wê dizayn kirina sîyasetê, kedî kirina civatê û sînorkirina daxwazên guhertinê, di nav diranên vê pergalê de, wê çewa bê honandin û bandorekî bi çi rengî li ser civata kurd bike? Em baş dizanin ku ev çil sal e, şerê “netewa demokratîk” û “demokrasîya tirkîyebûnê” li ser bingeh û pergala aşê pûçkirinê didome. Gelo wê civata kurd bikaribe xwe ji labirentên tarî û leflefoka jahrî biparêze û rêgahek ronî bibîne?

Cano Amedi      02 /02/2022     AMED

 

https://seyler.eksi/sozluk.com/tarihimizin-en-ilginc-olaylarindan-biri-istanbulda-kurulan-3-eroîn-fabrikasi

https://www.gazeteduvar.com.tr/cengiz-erdinc-stratejik-sirketler-satildi-istihbarat-teskilati-ne-yapiyorsunuz-demedi-haber-1512993

https://tr.wikipedia.org/wiki/Bekir_%C3%87elenk

https://tr.wikipedia.org/wiki/Kintex

https://dergipark.org.tr/en/download/article-file/1460746

https://www.ismetinonu.org.tr/inonunun-1933-bulgaristan-seyahati-uzerinden-turk-bulgar-iliskileri-ve-turkiyenin-balkan-politikasi/

https://tr.wikisource.org/wiki/Susurluk_Raporu_(Kutlu_Sava%C5%9F)

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *