D A N A S Î N! M. Sidik Torun kîye?

Şeyhmus OZZENGIN

Sidik Torun kîye?

Her mirov, ji roja têt dinê û dest bi jîyanê dike, ji xwe re, di seranserê dirêjaya emrê xwe de çîrokek taybet, a xwe diefirîne. Ji ber wê her mirov dibe xwedî çîrokek taybet. Di vê çîroka taybet de, beşek ji me mînakên xerab in û bi xerabîya xwe dibin mînakên xerab. Beşek ji me jî xwedî çîrokên wenda ne. Zêde di pey xwe de şopê nahêlin. Lê beşek jî heye, mînakên têr û tije dersin. Mirov, ji kurtejîyana wan û serpêhatîyên wan dersên hêja digire. Ji miletê xwe re dibin mînak. Serkevtinên wan, rêyên nû ji efirandinê re vedike. Dibe pêngavek ji bona pêşeroja miletan û mirovahîyê.

Ezê di vê nivîsa xwe de behsa çîroka karmendekî Kurd bikim; ku ji serê neynûka xwe a lingan û heta serê taye porê xwe Kurd û Kurdistanî ye. Kurd hez e, welat heze. Ev mirovê qedirbilind Mehmed Sidik Torun e. Kurd radibe, Kurd rûdinê û bi hesreta Kurdistanê keviran datîne ser keviran û şaheserê xwe ava dike.

  1. Sidik Torun, di 11 salîya xwe de, axa bav û kalên xwe (Kurdistanê) diterikîne û diçe Stenbolê. Zarokek 11 salî, Kurd, li bajarekê mezin wek Stenbolê wê çi bike, wê çawa xwe di kolanên vî bajarî de biparêze û debara jîyanek nû bike?

Werin em bi hev re bersîva van pirsan di çîroka M. Sidik Torun de bibînin:

Di zor û zahmetîyek mezin de dest bi jîyanê dike. Tiştên piçûk dikire, difroşe. Solên mirovan boyax dike. Her ku mezin dibe, di ciwanîya xwe de digihêje wê serkevtinê ku, karê xwe ava bike û bi vê re derfetên xwe jî mezin bike. Di van karên xwe de serkevtinan, li ser serkevtinan tomar dike û dewlemend dibe. Lê rûhekî Kurd û Kurdistanî her di dilê wî de, ji miletê xwe, ji welatê xwe hez dike, di her gavên xwe yên jîyanê de, vê helwesta xwe li rûwê derdora xwe dixe. Dewleta tirk vê hêla M. Sidik Torun tesbît dike. M. Sidik Torun, Raserî zilma dewleta tirkan dibe. Dewleta tirkan, li ser M. Sidik Torun, bi hêzên xwe yên paramilîter, dest bi zordarîyê dike.

Heger hûn dewlemend bin, dema ku dewleta we tinebe. Hûn kole, dibin nîrên zaliman de bijîn, ew mal û milk jî ne yê we ye. Dikare di şevekê de ew dewlemendîya we ji destê we here. Hûn li ber lingan herin û ew dewlemendî ya we jî wê nikaribe we biparêze. Ev mînak tê serê M. Sidik Torun jî.

  1. Sidik Torun, pir zû têdigîhêje ku li Tirkîyê û li bakûrê Kurdistanê nikare serkevtinan tomar bike û wek Kurd wê rêyê jî nadinê. Berê xwe dide Emerîka. Bi jin û zarokên xwe re li Kalîfornîya/Newala Napa bicîh dibe. Sermîyanekî piçûk bi xwe re birîye. Lê sermîyanê M. Sidik Torun ne pere ye. Durustûya wî ye, zîrektî û fikir û ramanên wî ne û bi xwe bawere. Li Newala Napa bi pîlan û piroje, bi sebir dest bi jîyanê dike.

Kurdekî ciwan, dewlemend, li Stenbolê raserî zilma dewleta tirkan tê. Dewleta tirkan, bi keftar û wawîkên xwe re dest datîne ser hemû mal û milkên wî. Ev kurdê serkevtî mecbûr dibe û Tirkîyê terk dike. Ji xwe re li cîhekî ji zilma dewleta tirkan dûr digere. Li Newala Napa cîhê starekê dibîne.

“Zilma dewleta tirkan, rê neda min ku ez a dilê xwe li welatê xwe ava bikim û bijîm”.

Li Newala Napa, li dor firehîya 5 hezar hektar erd dikire. Di kirîna vê deverê de jî pir asteng derdikevin pêşberî wî. Tenê 200 hezar dolar perê wî hebû û buhaya herêmê ji perê wî pir zêdetir bû. Lê xwedîyê erd, tê digihêje ku M. Sidik Torun Kurd e û ev Kurd bala wî dikişîne. Pêşnîyara M. Sidik Torun qebûl dike. Pir kes bi çavekî nebaş jî li vê projê dinêrin û dibêjin; “ev çîya û deverên bej, ev newalên xalî.. ma mirov kedê û van peran dixe vir! Ev proje, projeyek mirî ye!”  Lê ew bi xwe bawer e û bi a xwe dike. Li ser vê axê dest bi avakirina xeyalên xwe dike. Pir zor û zahmetî derdikevin ber wî. Lê ew bi şev û roj, di mercên zor û zahmet de dest bi honandina xeyalên xwe dike. Ji xwe re dibêje:

Dijmin nahêle ez li Kurdistanê van xeyalên xwe ava bikim û bijîm. Ezê li vir ava bikim û ezê Kurdistanê bînim vir!”

Dest bi avakirinê dike. Bi hezaran darên Mêwan, darên zeytuna, darên guwîza, darên hinara, darên hejîra, darên bihîv û tûwa diçîne. Ji xeynî van darên teaman, guhertî jî pir darên cûre cûre fêkî jî diçîne. 3 km. rê, 5 heb xanî, salonek çalakîyan, ji bona heywanan govek û axurek, hebek febrîka Zeytuna û yek jî fabrîka şerabê ava dike. Îro di qada navdewletî de berhemên wî bi navê MS Torun”  marka ne.

Di hemî girik û berqefên vî erdî de cîhên navdarên Kurdan; ji Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî bigire, Heta Yilmaz Guney, zîyaretgehên wan ava dike. Bi navê Kurdistanek piçîk, Ala Kurdistanê li her derê vî erdî diçikîne. Li ser rêyên ku tên wêderê, tabela Kurdistanê datîne. Ji Amed û Mêrdînê, bi dehan tonan kevirên Kurdistanê tîne û bi van keviran dîwar û bergehên Kurdistana xwe ava dike. Maketa Çiyayê Nemrûtê  bi pêker û kevirên wê re ava dike. Piştî 22 salan, bi dilekê rehet û bi armancên hîn mezintir ji kurdan re dibêje; “durust bin, milî bin,  xebatkar bin û xwedî xeyalên mezinbin, ku hûn biserkevin.”

Li tirkîyê ji ber Kurdbûna wî çi nema ku nehat serê wî. Di derheqa wî de lêpirsînan destpêkir, Ji terefên polîsên tirkan de hat desteserkirin û raserî zor û zilmê hat. Navên wî di nav lîsteyên kujtîyan de derket holê. Çi di destê wî de kom bibû, ji ber kurdbûna xwe wenda kir. Lê li Kalîfornîya/Newala Napa Kurdbûna wî û kurdistanî bûna wî jêre bû şens û derîyê serkevtinan jê re vebû. Îro bi navê “Torun Wînery” xwedî merka şerabek ku heba şûşeyên wê heta bi 170 Dolarî têd firotinê.

Ji navdarên Emerîka, nivîskar, artîst, hunermendan bigire heta dewlemendên wan, ref bi ref tên, dibin mêvanê Kurdistana piçûk. Di sohbetên van mêvanan de mijar her Kurd, Kurdistan e û danasîna berhem û diroka kurdan e. Mîna akademîyek Kurdistanê jî, Kurdistanê dide naskirin û wek lobîyek Kurd jî bûye navendek Înformatîk li Kurdistana Newala Napa.

Ez bi dil û can Mehmet Sidik Torun pîroz dikim, ku bi rûhê Kurd û kurdistanî ji miletê xwe re bûye mînakek hêja û balkêş.

Xwezî her karmendekî Kurd, dewlemendekî Kurd, wek M. Sidik Torun Kurdhez û welathez bûna.

29.01.2023

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *