Civîna Bîranîna Salvegera Damezrandina PDK-S: Bi Coş û Bı Kelecanî û Naverokdagirtî Dawî Hat…

Civîna Bîranîna Salvegera Damezrandina PDK-S,  di 10ê Nîsana 2016-a de li Batmanê di salona Otela Mezopotamyayê de hat li darxistin.

Ji bona civînê amadekariyek dirêj û plan hatibû kirin. Amadekariya civînê di bin serokatiya Dr. Şêrin Melel Mistefayê Hilelêliyê de hatibû kirin.

Dema ku mêvan ji deriyê otelê de ber bi salona civînê diçû, ew keç û lawên delal û rûken bi cil û bergên rengên biharê û Newrozê pêşwazî dikirin, didîtin. Vê yekê beşdarên civînê bi tevayî gelek kêfxweş kirin. Ev yeka ji aliyê jinek kurd de jî hat ser zimên.

Endamên komîteya amadekar ya civînê diyar bû ku wezîfeya xwe bi berpirsiyarî dianîn cîh.

Berpirsiyarên Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyeyê (PDK-S) jî gelek bi awayekî medenî û insanî ji beşdaran re pêşwazî dikirin.

Bi taybetî Endamê Serokatiya PDK-Sê ya navendî û di hamen dem de berpirsiyarê Ewrûpayê Ebdûlbasit Hemo, bi rûye xwe yên bi ken û dostanê rengekî cuda dida civînê.

Komîteya Amadekar ya Civînê, qasî ji wan hatiye di di gazîkirina beşdaran de kêmasiyek nekirine. Ji derveyî HDP hemû grûp û rêxistibnên siyasî yên Kurdistanê (Tevgera Îslamî ya Kurd Xerîç) hatibûn gazî kirin.

Ji derveyî partî û rêxistina, nivîskar, hûnermend, helbestvan û kesên serbixwe yên welatparêz jî hatibûn gazî kirin.

Di civînê de jin û mêran bi hev re hermoniyekek pêk anîbûn.

Salon ji beşdaran dagirtî û tijî bû. Ciyê rûniştinê têrê nekir. Sandalya lê zêde bû. Gelek kes jî li ser piyan mabû.

Vêyekê jî diyar dikir ku pêwendiyek gelek fireh û kûr bi beşdasran re pêk hatibû.                                        

                                              *****

Di salonê de: Sloganên, 1- PDK-S: Partiya Demokrat a Kurdistanê Li Sûriyeyê, 2- Serokê Kurdistanê “Em Bi Te Re ne, Ji Bona Kurdistana Serbixwe”, Ya Kurdistan û ya Neman, 3- Yekîtiya Me ya Neteweyî Girîng e û Pêwîst e Bo Rizgarî û Serxwebûnê, 4-Divê Kurd û xebatên me Li Ser Rêbaza Brazaniyan Be, hatibûn daliqandin.

                                           *****

Civîna Bîranînê, ji aliyê hevalekî de hat birevêbirin. Lê ew hevala zêde jêhatî û serkeftî nebû.

Civınê, 15-20 deqîqeyan dereng dest pê kir. Mirov dikare bibêje ku ew kêmasiyek bû. Lê kêmasiyek gelek mezin nebû.

Civîn, bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê û Serokên Kurdistanê dest pê kir.

Dema ku ji şehîd û serokên Kurdistanê û Serok Mele Mistefa Barzanî re rêz hat girtin, sirûda milî ya kurdan “Ey Reqîp” dihat gûhên beşdaran; hemû beşdar li ser piyan rêzgirtî û bêdeng bûn.

Piştî rêzgirtina şehîdên Kurdistanê û gûhdariya Sirûda milî “Ey Reqîp”, bi helbestek gelek xweş û dengekî gelek zelal salona civê hat xemilandin.                                        

                                              *****

Li ser navê Komîteya Amadekar ya Civîna Bîranînê, Dr. Şêrîn Mele Mistefayê Hileliyê axevtinek kir.

Axevtina wî kurt û lê gelek dagirtî bû. Di axevtinê de naverok û armanca civınê hat diyar kirin.

Ji beşdaran re xêr hatin hat kirin.

                                                *****

Piştî Komîteya Amadekar li ser navê Mektebî Siyasî (Buroya Polîtîk) Kek Ebdulbasit Hemo axevtineke rêkûpêk kir.

Di axevtina xwe de:

Ji dıroka PDK-S û ji xebata wê yên dîrokî,

Gûhertinên di partiyên de hatine kirin,

Çewa yekîtiî çêbûye, diyar kir.

Nerînên xwe di derbarê Rojhelata Navîn, Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê û beşên bakûr û rojhelat ya Kurdistanê anî ser zimên.

Stratejiya PDK-S  çiye, ew zelal kir.

Ji avakirina ENKS û rola ENKS,

Ji pêvajoya pejirandina stratejiya hevbeş ku li Sûriyeyê dewleta federal û demokrat û parlamenter e, şirove kir.

Girîngiya Başûrê Kurdistanê diyar kir.

Gelek vekirî piştgiriya PDK-S ya dewletbûna Kurdistanê xist ber çavên beşdaran.

Girîngiya dewletbûn û piştgiriya Başûrê Kurdistanê diyar kir.

Rêbaza Barzanî zelal kir. Got ku “rêbaza Barzanî, rêbaza partiya me ye.”

Piştgiriya xwe ji ji tevgera milî yên hemû beşan re  diyar kir û ji wan jî piştgirî xwest.

                                                  *****

Civîn wek konferansekê hat domandin. Hemû rêxistinên mêvan û gelek kesên nivîskar û siyasetmedar jî axevtin kirin.

Li ser navê PDK-Bakûr Serhat Bûcak û li ser navê PDK-T M. Emîn Kardaş, axevtin kir.

Endamê Meclîsa PAKê Mîrza Akar Peyama serokê giştî yê PAKê pêşkêş kir.

Li ser navê PSK Bayram Bozyel û li ser navê OSP Sînan Çîftyurek û li ser navê HAK-PARê Vasıf Qehreman û li ser navê Komeleya Tevgera Cîwanên Kurdistanê Serhad Merdînî axevtin kir.

Wek kesayetî: Hemîdê îsmaîl Axa, Cano Amedî, îbrahım Guçlu, Şakîr Epozdemîr, Dewreşê Sado, Ziynet Xanê, Ehmed kurdî ( heman dem de helbest xwend) axevtin kir.

Partiyan û kesayetiyan di axevtinan de piştgiriya xwe ji PDK-S nîşan dan. Nerînên xwe yên siyasî jî parve kirin.

Ji aliyê beşdarên civînê hat tespıt kirin ku partî û rêxistinan nerînên ne di cî de jî anîn ser zimên. Ew jî wek kêmasiyekê hat tespit kirin.

Di encamê de mirov dikare bibêje ku “Civîna Bîranîna Salvegera Damezrandina PDK-S: Bi Coş û Bı Kelecanî û Naverokdagirtî Dawî Hat.”

Îbrahîm GUÇLU

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *