KNK û Serxwebûn..

KNK, ango “Kongra Netewîya Kurdistanê” ji serî heta binî listîkên metînkariyê ye. Û DEREW E..

Ji xwe bașûrê Kurdistanê dibe dewlet û pêwîstîya wan bi KNK tune ye.

Ji xwe hemtayê wan ne Pkk, ne pyd, ne ypg, ne, hdp û ne jî komên din yên pkk ne.

Hemtayê Hikumeta Herêma Kurdistanê, dewlet û hêzên navneteweyî ne. Êdî serokê Kurdistanê, hemtayê serokê Emrîkayê, Fransayê, Rusyayê, Brîtanya, Almanya, Îtalya û gellek serok dewletên cîhanê, berpirsên UN, berpirsên YE, berpirsên dewletên herêmê û hwd. e..

Êdî ne serokê herêma Kurdistanê ne jî berpirsên Hikumeta Herêma Kurdistanê xwe nake berbayî hêzên mîna pkk û pyd. Ew rastiyek e! Û ez bi vê rastiyê him kêfxweș û him jî serbilind im!

Tu ala Kurdistanê nasnekî, sirûda neteweyî nasnekî, tu ji bo gelê Kurd dewletek serbixwe naxwezî û serde jî rabe daxwaza kongra netewî li partî û hêzên Kurdistanperweran re bike, ev durûtî ya te ye û tu bi wan derewên xwe tenê dikarî xwe û nezanên li du xwe bixapînî.

Ma ne we dixwest bi kantonan, Kurdistanê carek din perçe bikî?

Ma ne hûn li gellek cîyan êrișî Ala Rengîn a pîroz dikin; li hemberî Ala me bêrêzîyê dikin! Ma ne dîsan hûn nebû ku we Ala Kurdistana pîroz li rojava qedexe dikir!?

Ma ne hûn in ku li herêma Șingalê aloziyan derxin û dixwazin Șingalê bikin kanton ji Kurdistanê cûda bikin û piștre jî bifiroșin Baxdayê!?

Ma ne we 60 gundên Bașûrê Kurdistanê dagîr kiriye û nahêlî ku xelqên wan gundan herin nava erd û zeviyên xwe!

Ma ne we hemî partiyên bin xetê yên Kurdistanê qedexe kiriye!

Ma ne we, heta niha bi dehan êndamên wan partîyan șehîd kirîye, bi sedan girtîye û xistine zindanan, û êșkenceyên ne mirovî li wan dikin!?

Ma ne we, buro û navendên wan partîyan talan û wêran kirîye!?

Ma ne hûn naxwazin û nahêlin ku Pêșmergeyên Roj yên binxetê ku li Bașûr perwerde bune, derbasî binxetê (Başûrê-Rojava) bibin û axa wêlatê xwe biparêzin!?

Êdî ne hûn, ne jî metinkarên hov nikarin gelê Kurd bixapînin!

De armancên xwe yên gemar û çîrokên kongraya xwe, têxin nava xurçika xwe, li kerên efendiyên xwe siwar bin û ji welatê me dûr herin! Ji ber ku êdî filmê te xelas!

Êdî gelê Kurd șiyar e;

Êdî gelê Kurd dixwaze xewn û xeyalên xwe yên sedsalan bike rastî!

Êdî gelê Kurd șiyar e û bi kelecan li du serokên xwe yên netewî birêz Mesûd Mistefa Barzanî de ber bi serxwebûna Kurdistanê ve dimeșe!

Êdî tirs û hof ketîye nava dilê dijminên hov û textên metînkariyê diheje!..

Êdî Kurdistan ji nû ve zindî û candar dibe! Êdî milê rastî yê Kurdistana șêrîn zend û bendên koletiyê hilqetandîye û dibe wêlatekî serbixwe û azad!

Êdî em amadene ku pêșwazîya evîna dilan bikin!

Êdî gula wêlatên cîhanê û ya rojhilata navîn, dewleta nû KURDİSTAN e!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *