KOMXABATA REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ LI AMADÊ LI DAR KET…

Roja 15.07.2017an li Amadê, di Hola Plaza Hotêlê de, bi banga Herekete Azadî, PAK, PDK-Bakur, PDK-T, PSK û ÖSPyê  ji bo ‘’Referandûma Serxwebûne Kurdistanê“  xomxabatek hat li dar xistin.

Rojev, bi xeberdana endamê komisyona amadekar  Bayram Bozyel dest pêkir.

Paşê   dîwan pêk hat.

Ji bo birêvebirina vê xomxabatê Feyyaz Ekmen, Nusreddin Maçin û Sabri Soysal hatin qabûl kirin.

Beşdarê civînê, Ji bo şehîdên Kurdistanê , daqîqeyêkê rêzgirtin.

Serokê dîwanê Feyyaz Ekmen , di destpêkê de bi kurtayî  li ser girîngîya’’Referandûme Serxwebûna Kurdistanê“ axiftınek kır.

Ji dervayê Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PDK-T, PSK û ÖSPyê; gelek dezgehên sivîl, rewşenbîr û kesayetên serbixwe beşdarî  vê komxabatê bûn.

Komxabat  ji sê rûniştinan pêk hat.Di rûniştina yekem de , serokên partîyan  fikir û ramanên xwe ji beşdarên civînê re beyan kirin. Li ser navê Hereketa Azadî  Ayetullah Aşitî, li ser navê PAK ê  Mustafa Özçelîk, li ser navê PDK-Bakur  Sertaç Bucak, li ser navê PDK-T`yê  M. Emin Kardaş, li ser navê PSK yê Mesut Tek û li ser navê ÖSP`yê Sînan Çîftyürek  axiftinên xwe kırın.

Di rûniştina duyem de beşdarên komxebatê axivîn. Gelek beşdaran bîr û rayên xwe yên li ser ‘’Referandûma Serxwebûna Kurdistanê“ anîn ziman û  ji bo xabata referandûmê  pêşnîyarên xwe pêşkêş kirin.

Di rûniştina sêyemde, reşnivîsa encamnameya komxebatê  hate pêşkêş kirin û  hat nîqaş kirin. Di vê xalê de, beşdarên komxabatê pêşniyarên  xwe yek bi yek bi lêv kirin. Encamname li gorî pêşniyaran hate serast kirin û hate qebûl kirin.

Di dawîya komxebatê de biryarek hat sitandin ku Însîyatîfek bê hilbijartin. Ev insiyatîf, wê bernameya kar û barên xabata  ‘’Referandûma Serxwebûna Kurdistanê“  tesbît bike û dê birê ve bive.

Ji bo birêvebirina vê Însîyatîfe , li ser navê, Partî, dezgehên sivîl  û kesayetên serbixwe 13 kes   hatin hilbijartin.

İnsîyatîfa ku hatibû hilbijartin li ser navê Komxebatê di roja 16.07.2017an de li Amedê li Cemîyeta Rojnamevanan civîneke çapemenîyê li dar xist.

Civîna çapemenîyê bi beşdarîya nûnerên çapemenî û ragehandinê, rêveber û endamên partîyên sîyasî, sîyesetvan û rewşenbîrên bakurê Kurdistanê li dar ket.

Di civîna çapemenîyê de li ser navê  Însîyatîfê Cîhgirê Serokê Giştî Yê PDKT`yê Şerefxan Cizîrî bi Kurdî, Serokê Giştî yê ÖSP`yê Sînan Çiftyürek jî bi Tirkî Encamnameya Komxebatê xwendin.

16.07.2017

JI MEDYA Û RAYA GIŞTÎ YA KURDISTANÊ Û CÎHANÊ RE

“Bakûr, Piştgirê  Referandûma Serxwebûna Başûr e!”

Di 15. 07.2017an de li ser banga Hereketa AZADÎ, PAK, PDK-Bakur, PDK-T, ÖSP, PSKyê, li Diyarbekirê bi beşdariya hin partî û grûbên siyasî, saziyên sivîl û şexsiyetên serbixwe, “Komxebata Referanduma Serxwebûna Kurdistanê” hate li darxistin.

Di Komxwebatê de biryar hate girtin ku encamnameya li jêr ji raya giştî re bê belav kirin.

Wek tê zanîn demek dirêje ku pirsa referandûma serxwebûnê di rojeva Başûrê Kurdistanê de bû. Nîhayet di 7ê Heziranê de, bi pêşengiya Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî, partiyên başûrê Kurdistanê  biryar dan ku ji bo  serxwebûnê  di 25ê Îlonê de herin “Referandûmê.”

Em biryara referandûma serxwebûnê gaveke dîrokî, rasteqîne, pêwîst û pîroz dinirxînin.

Em beşdarên vê Komxebatê bi her awayî alîgir û piştgirê biryara gelê xwe yê Başûr in.

Her weha di derbarê referandûma serxwebûnê de,em banga alîkarî, çavdêrî û piştgiriyê li Netewên Yekbûyî, li Yekitîya Ewrûpa, li Konferansa Îslamê û li hemû dewlet û gelên cîhanê dikin.

Em banga nefsul-qiyasê, empatî û îhtiramê li gel û dewletên cîran; Tirkiye, Îran, Iraq û Sûryê jî dikin.

Biryara “Referandûma serxwebûnê”, di têkoşîna azadîya miletê Kurd û gelên Kurdistanê da gaveke dîrokî ye.

Ev gav, encama têkoşîn û xebateke dirêj e. Bedêla xwîna bi deh hezaran şehîd û lehengên bi nav û bênav e. Bi cihanîna xewna Ahmedê Xanî, wesiyeta Qadî Mihemed ya Mele Mustafa Barzanî ye. Gelê Kurdistanê bi keda xwe, bi îradeya xwe  gihiştîye vê merhaleyê.

Biryara referandumê ji nuha ve him li Kurdistanê û him jî li seranserê dinyayê deng vedaye.

Biryara referandûma serxwebûnê çawa ku li çar parçeyên Kurdistanê coş û kelacen peyda kiriye, ewqas jî ketiye rojeva dinyayê.

Şik tê de tuneye ku “Referanduma serxwebûnê” wê li Rojhilata Navîn hemî dengeyan biguherîne. Piştî referandumê doza azadiyê wê li çar parçeyên Kurdistanê bigihêje qonaxeke nû. Pêvajoya serxwebûnê wê guhartinê li ser hemî dewletên derûdor ferz bike.

Pêvajoya 26 salên borî nişan dide ku Herêma Kurdistanê, li gel hemû astengî û pirsgirêkan jî, ji dewletbûnê re amade ye.  Gelê başûrê Kurdistanê di warê xwe bi xwe idarekirinê da xwedî îrade û tecrubeyeke erêni ye.

Yek ji giringiya referandûma serxwebûnê jî ev e: Referandûm ne tenê di nav sinorên resmi yê Herêma Kurdistanê da, li ciyên daxilî madeya 140î yên wek Kerkûk, Şingal û cîhên din de jî dê çêbibe. Bi gotinek din, di 25ê İlonê de wê him îradeya serxwebûna Kurdistanê derkeve holê, him jî dê yekpariîya başûrê Kurdistanê pêk were.

Em wek parti, saziyên civatî û şexsiyetên serbixwe yên Bakurê Kurdistanê; bangî hemî dewlet û dezgehên cihanê dikin;

Rêzgirtina li referandûmê û li îradeya serxwebûna Başûrê Kurdistanê, him pêdivîyeke ehlaqî û wîcdani ye, him jî jibo aramî û aşitîya herêmê merceke esasî û giring e.

Kurdistana serbixwe, li herêmê wê bibe bingeha pêkvejiyanê, demokrasiyê, cîhê toleransê, nimûneya  pir partîtîyê û garantîya mafên hemû etnîtîsîte, ol û mezheban.

Li aliyê din, em wek partiyên siyasi, dezgeyên sivil û şexsiyetên xwedî fikrên cuda;  jibo biryara “Referandûma Serxwebûnê” di serî da Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî, hemî dezgeh û partîyên Başûrê Kurdistanê û gelê me yê Başûr pîroz dikin. Lê di heman demê de jî em bang li wan dikin ku di demeke wisa hesas de yekîtî û tifaqa xwe hîn xurtir bikin. Em zanin ku hêza me ya herî mezin tifaqa me ye, birîna me ya herî kûr  jî bêtifaqî ye. Ji bo ku di referandûmê de serxwebûn bi asteke herî bilind bê erêkirin, tifaq pêwîstîyeke esasî ye.

Ji bo çareserîya pirsgirêkên navxweyî yên Başûrê Kurdistanê yên aborî, sîyasî û îdarî, divê bernameyeke berfireh bê amade kirin.

Lê divê referandûm nebe qurbana pirsgirêkên navxweyî.

Em bi taybetî jî bangî  gelê me yê Başur dikin ku di 25ê İlonê de herin ser sindoqan û ji bona sexwebûnê hemî bi yek dengî bêjin ‘erê’’.

Bangawaziyek me jî, li tevaya gelê Kurdistanê û Kurdistanîyên li cîhanê  ye.

Divê li her çar aliyê Kurdistanê û diyasporayê gelê Kurdistanê rabe ser piya û li hember erîşên li ser Hêrêma Kurdistanê xwe bike mertal. Divê îradeya serxwebûnê ne tenê li Başûr, li seranserê Kurdistanê û bi awayeke xurt derkeve holê.

Divê em nîşanî herkesî; dost û hemberên xwe bidin ku Başurê Kurdistanê ne bi tenê ye. Di rastiyê de referenduma ku çêdibe ya her çar parçeyê Kurdistanê ye.

Komxebata me ji bo piştgirî û xwedî lêderketina “Referandûma Serxwebûna Başûrê Kurdistanê” bi dengekî hevpar, pêwîstîya li dar xistina konferans, semîner û çalakîyên cûr be cûr tesbît dike. Herweha girîngîya danûsitendinên bi alîyên sîyasî, sivîl û medyaya Tirkîyeyê û dewletên cîhanê jî hate pejirandin.

Ji bo birêvebirin û organîze kirina xebata piştgirîya referandûma serxwebûnê , Însîyatîfek  ku ji 13 kesan pêk tê hatiye hilbijartin.  Însîyatîfa ku ji nûnerên partîyên sîyasî, yên dezgehên sivîl û şexsiyetên serbixwe pêk hatîye, li gorî pişniyarîyên beşdarên Komxebatê dê bernameyeke xebatê çêbikin.

Bername û nexşe rêya vê xebatê wê di rojên pêş de bi medya û raya giştî re were parvekirin.

16.07.2017/Diyarbekir

Li ser navê Însîyatîfa ji alîyê Komxebatê ve hatîye hilbijartin,

  1. Ayetullah Aşitî- Hereketa Azadî
  2. Mustafa Özçelîk- PAK
  3. Sertaç Bucak- PDK-Bakur
  4. M. Emin Kardaş-PDKT
  5. Mesut Tek- PSK
  6. Sinan Çiftyürek- ÖSP
  7. Mahmut Kılınç
  8. Sebahattin Korkmaz
  9. Fikri Amedi
  10. Ferda Cemiloğlu
  11. Ekrem Bilek
  12. Mehmet Celal Baykara
  13. Yaşar Abdülselamoğlu

BASINA, KÜRDİSTAN VE DÜNYA KAMUOYU’NA

‘’Kuzey Kürdistan,Güney Kürdistan Bağımsızlık Referandumu’nu Destekliyor’’

15.07.2017 Günü  AZADİ HAREKETİ, PAK, PDK-Bakur, PDK-T, ÖSP ,PSK’nin çağrısı üzerine, Diyarbakır’da siyasi parti, sivil toplum kuruluşları ve bağımsız siyasi kadroların katılımıyla ‘’Kürdistan Bağımsızlık Refrerandumu Çalıştayı’’ gerçekleştirildi.Çalıştay aşağıdaki ‘’Sonuç Bildirisi’’nin kamuoyuyla paylaşılması kararını aldı:

Bilindiği gibi, , bağımsızlık referandumu uzun bir dönemdir Güney Kürdistan’ın gündemindedir.Nihayetinde, Kürdistan Bölge Başkanı Sayın Mesut Barzani’nin öncülüğünde toplanan Güney Kürdistan’lı siyasi partiler, 25 Eylül 2017 günü ‘’Bağımsızlık Referandumu’’nun yapılması kararını aldılar.

Bağımsızlık Referandumu kararını , tarihi, gerçekçi, gerekli ve kutsal bir karar olarak değerlendiriyoruz.

Çalıştay katılımcıları olarak, her yönüyle, Güneyli kardeşlerimizin yanındayız, onları destekliyoruz.

Çalıştayımız, Birleşmiş Milletler,Avrupa Birliği,İslam Konferansı’nı, tüm dünya devletleri ve kamuoyunu , bağımsızlık referandumu’nu desteklemeye, yardımcı  ve gözlemci olmaya çağırıyor.

Türkiye, İran, Irak, Suriye ve tüm bölge devletlerini kendileri için istedikleri tüm hakların başka halklara da verilmesi gerektiği konusunda empati geliştirmeye ve  Güney Kürdistan halkının irade beyanı ve kararına saygı duymaya çağırıyoruz.

Bağımsızlık Referandumu kararı Kürt milleti ve Kürdistan halkının özgürlük mücadelesinde tarihi bir adımdır.

Bu adım, uzun ve zorlu bir mücadelenin ürünü bür adımdır; onbinlerce şehid ve kahramanın canları pahasına gelinen bir duraktır bağımsızlık referandumu. Ve Ahmedê Xanî’nin rüyasının, Qazî Muhammed ve Molla Mustafa Barzani’nin vasiyetinin gerçekleşmesidir.Kürdistan halkı kendi emek, mücadele ve iradesiyle bu aşamaya gelmiştir.

Referandum kararı daha şimdiden hem Kürdistan’da, hem de dünyada ses vermeye başlamıştır.

Bağımsızlık referandumu kararı Kürdistan’ın dört parçasında ve dünyadaki tüm

Kürdistanlılar arasında büyük bir coşku ve heyecan yarattığı gibi, dünya kamuoyunun da gündemine girmiştir.

Kuşkusuz, Bağımsızlık Referandumu,Orta Doğu’da bütün dengeleri değiştirecektir.

Referandumdan sonra, özgürlük davamız, Kürdistan’ın dört parçasında da yeni bir aşamaya varacaktır. Bağımsızlık referandumu, tüm bölge devletleri üzerinde de önemli değişimleri farz kılacaktır.

Son 26 yıllık tecrübenin de gösterdiği gibi, yaşadığı tüm engel ve sorunlara  rağmen, Güney Kürdistan yine de bağımsız bir devlet olmaya hazırdır. Güney Kürdistan halkı kendi kendisini yönetme konusunda kararlı bir iradeye ve büyük  bir tecrübeye sahiptir.

Güney Kürdistan bağımsızlık referandumu aynı zamanda Kerkük, Şengal gibi 140.Madde kapsamındaki yerlerde de  halkımızın irade beyanını açığa çıkaracağı için de büyük önem taşımaktadır.Yani, 25 Eylül’de hem Güney Kürdistan  topraklarının tümünün Kürdistan Bölge Hükümeti yönetimine dahil edilmesi iradesi, hem de  halkımızın bağımsızlık talebi, dünya kamuoyuna ilan edilecek.

Kuzey Kürdistanlı siyasi partiler, sivil toplum kuruluşları ve bağımsız şahsiyetler olarak, tüm dünya devletlerine ve kuruluşlara sesleniyoruz:

Güney Kürdistan’ın bağımsızlık referandumuna ve bağımsızlık iradesine saygı, ahlaki ve vicdani bir gereklilik olduğu gibi, aynı zamanda bölge barışı için de önemlidir, temel bir şarttır.

Bağımsız Kürdistan, bölgede farklı etnisite, din ve mezheplerin hak ve özgürlüklerinin garantiye alındığı, bu farklı kesimlerin karşılıklı saygı içinde birlikte yaşayabildikleri bir demokrasinin,  çoğulcu bir siyasi yaşamın en somut örneklerinden birini oluşturacaktır.

Bağımsızlık referandumu kararı için, başta Kürdistan Bölgesi Başkanı Sayın Mesut Barzani olmak üzere tüm siyasi parti ve kuruluşları kutluyoruz.

Aynı zamanda, Güney Kürdistan’daki tüm partileri ve toplumsal kesimleri , böylesi hassas bir süreçte, kendi iç birliklerini , ittifaklarını güçlendirmeye çağırıyoruz. Tecrübeler ispatlamıştır ki, en büyük gücümüz, iç ittifakımızdır; ittifaksızlık da en büyük yaramızdır.

Bağımsızlık referandumunda en yüksek oranda katılım ve ‘’evet’’ oyu için ittifak zorunlu bir ihtiyaçtır.

Güney Kürdistan’daki ekonomik, siyasi, idari ve diğer sorunların çözümü için mutlaka kapsamlı bir program oluşturulmalıdır.

Ama bağımsızlık referandumu kesinlikle iç sorunlara kurban edilmemelidir.

Tüm Kürdistani duygularımızla, Güney Kürdistan’daki halkımızı, 25 Eylül’de sandığa gitmeye ve ‘’evet’’ oyu kullanmaya çağırıyoruz.

Kürdistan’ın diğer parçalarındaki  halkımıza ve dünyadaki tüm Kürdistalılara da bir çağrıda bulunmak istiyoruz.

Kürdistanın dört bir yanında ve diyasporada, Kürdistan halkı ayağa kalkmalı ve Güney Kürdistan’a yönelen her saldırıya karşı bir kalkan olabilmelidir. Sadece Güney Kürdistan’da değil, tüm Kürdistan’da ve tüm dünyada bağımsızlık iradesi güçlü bir şekilde ortaya çıkmalıdır.

Dosta da düşmana , Güney Kürdistan’ın yalnız olmadığını göstermeliyiz.Ve gerçekte, yapılacak olan referandum aslında dört parça Kürdistan’ın referandumudur.

Çalıştayımız, Kürdistan bağımsızlık referandumunun sahiplenilmesi ve desteklenmesi için, oybirliği ile irade beyanında bulunmuştur.Bu amaçla da konferans, seminer ve daha farklı bir çok etkinliğin gerçekleştirilmesi için karar almıştır.

Çalıştayımız, Türkiyedeki siyasi, partiler, sivl kuruluşlar, basın yayın organları , yazarlar, aydınlar ile ilişkiler geliştirilerek, referanduma desteğin sağlanması ve güçlendirilmesi kararını almıştır.

Çalıştayımız, etkili dünya devletlerinin Türkiye’deki Büyükelçilik ve Konsolosluklarıyla görüşülmesinin önemine dikkat çekmektedir.

Bağımsızlık Referandumu ile  ilgili çalışmaları yönetmek ve organize etmek amacıyla 13 kişiden oluşan bir İnsiyatif, Çalıştay katılımcıları tarafında seçilmiştir. Siyasi parti temsilciler, sivil toplum kuruluşu temsilcileri be bağımsız siyasi şahsiyetlerden oluşan bu insiyatif, Çalıştay’da katılımcıların sunmuş oldukları öneriler ışığında bir çalışma programı oluşturacaklar.

Bu çalışmaların programı ve yol haritası önümüzdeki günlerde kamuoyuyla paylaşılacaktır.

16.07.2017/Diyarbakır

Çalıştay Tarafından Seçilen İnsiyatif Adına,

  1. Ayatullah Aşitî- Azadi Hareketi
  2. Mustafa Özçelîk- PAK
  3. Sertaç Bucak- PDK-Bakur
  4. Mehmet Emin Kardaş-PDKT
  5. Mesut Tek- PSK
  6. Sinan Çiftyürek- ÖSP
  7. Mahmut Kılınç
  8. Sebahattin Korkmaz
  9. Fikri Amedi
  10. Ferda Cemiloğlu
  11. Ekrem Bilek
  12. Mehmet Celal Baykara
  13. Yaşar Abdülselamoğlu

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *