Serokê ASDK-DER a Enqereyê Yûsûf Andîç Çû Ser Dilovaniya Xwe…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Serokê  Komelaya li Dijî Kolonyalîzmê û kurdperwer Yûsûf Andîç, demeke dirêj e ku nexweş bû.

Li nexweşxaneya Aci Badem a Stenbolê derman dibû. Nexweşiya wî, nexweşiya mirovatiyê ya hîn nehatiye islahkirin, pençeşêr bû.

Hezar mixabin me birayê delal û welatparêz Yûsûf Andîç pêr (13. 07. 2017) di saet 23.00’an de jiyana xwe ji dest da. 

Yûsûf Andîç Nêviyê Şervanê Şêx Efendiyê Pîranî Bû. Loma jî Navê Bavê Wî Seîd Bû…

Yûsûf Andîç li Qezaya Amedê li Çermîkê di sala 1951an de hatibû dinyayê.

Çermîk qezaya Amedê ya gelek paşvemayî bû.

Kalkê wî kesekî dewlemend bû. Kalkê wî û birayê kalkê wî li Erganî beşdarî Tevgera milî ya 1925an dibin. Piştî ku Tevgera 1925an şikest dixwe û Şeyh Seîd Efendî tê girtin, ew jî li Xarpûtê di Dadgeha Îstîklalê de tên darizandin. Lê pişt re tên serbest kirin.

Bavê Yûsûf di sala 1925an de tê dinyayê. Loma jî bavê wî yanî kalkê Yûsûf navê ew kesê pîroz û serokê Kurdistanê Şêx Seîd Efendiyê Pîranê, dide kûrê xwe.

Loma dema Yûsûf ji dinyayê re çavê xwe vedike, bi bûyera dîrokî û Tevgera Milî ya 1925an ve rû be rû dibe.

Di şiyarbûna wî ya kurdperwerî de rola ev bûyera dîrokî raste rast dibe.

Kalkê wî zû dimire. Bavê wî sêwî dimîne. Lê bavê wî kesekî jêhatî û xîretkar e. Dixebitê ji bona ku kûrên xwe bide xwendin.

Kûrê wî yê mezin Yûsûf e. Ew, ji bona ku Yûsûf bide xwendin hewil dide. Di hewildana xwe de jî serkeftî dibe.

Kûrê wî Yûsûf jî, zarokekî jêhatı bû.

Wî ruyê bavê xwe her sal spî dikir. Ew her sal di dibistana destpêkê, dibistana navîn û bakelorî (lîseyê) de gelek serkeftî bû.

Malbata xwe her sal şad û bextewar dikir. Di hemandem de serkeftina wî, ew jî her sal zêdetir teşwîk dikir ku xwe ji unîversîteyê (zankoyê) re amade bike.

Dema ku lîse qedand, li Tirkiyeyê ji bona ku bikeve unîwersîteyê (zankoyê) û li ûnîwersîteyê bixwîne, diviya bû ezmûn qezenç bikira.

Yûsûf Andîç ewqas xwendevanekî zîrek bû ku wî li Tirkiyeyê zankoyeke gelek bi navûdeng, Zankoya Rojhelata Navîn (ODTÜ) qezenç kir.

Raste rast dest bi zankoyê kir. Beşa muhendîsî (Endezyarî) xwend. Di zankoyê de jî xwendevanekî gelek zîrek û jêhatî bû. 

Ew kurdekî Zaza Bû û Kurdperwer Bû. Ew Xwediyê Zanyariyeke Baş Bû..

Li Çermîkê kurdên Zaza û Kurmanc hene. Yûsûf Andîç zarokê malbateke kurd, kurdên zaza (dimilî) bû.

Dema ku Yûsûf dest bi dibistanê dike, ew cûdabûna miletê kurd û tirk, bindestiya miletê kurd û serdestiya miletê tirk, neheqiya dewleta tirk ya înkarkirina miletê kurd fahm dike.

Yûsûf, di destpêkê sedemên ev rewşa kurdan fahm dike. Pişt re jî di van sedeman û pirsa miletê kurd de zanyare dibe.

Biryar dide ku beşdarî xebat milî ya tevgera kurd bibe û ji bona serxwebûna Kurdistanê û azadiya miletê kurd xebat bike.

Loma jî di xortaniya xwe de di tevgera milî ya ciwanên Kurdistanê de cî girt.

Wî, ji xwendinê gelek hez dikir. Loma jî di sewiya ronakbîrekî de xwediyê zanyariyeke baş bû.

Di nav xebata xwe ya milî de ev zanyariya xwe xûrttir û dewlemendtir kir. 

Ew Xebatkarekî  Tevgera Komal-Rizgariyê Bû…

Lê wek tê zanîn, piştî salên 1974an ji bona Tevgera milî ya Bakûrê Kurdistanê, Bihara 2emîn dest pê kir.

Li Bakûrê Kurdistanê gelek rêxistinên siyasî ava bûn.

Ev rêxistinan gor şertên Dewleta Kolonyalîst ya Tirk, hemû jî veşartî û sirrî bûn.

Tevgera Komal-Rizgarî jî yek ji van rêxistinan bûn.

Yûsûf ANDîÇ, dema ku di nav tevgera milî ya ciwanên Kurd li metropolê cî girt, bû xortekî çalak û xebatkar.

Wî, di heman dem de biryar da ku di nav Tevgera Komal- Rizgarî de xebat bike.

Ew di nav Tevgera Rizgarî de jî endamekî çalak û xebatkar û gelek bi disiplîn bû. 

Ew Damezrênêr û Serokê ASDK-DER a Enqereyê Bû…

Piştî sala 1974an di qeda sivîl û demokratîk de jî rêxistinîbûnê dest pê kir. Piştî xebateke dûr û dirêj di sala 1975an de DDKDê ava bû.

DDKDê, ji hemû kurdperweran ava bû.

DDKDê rêxistinek îdeolojîk nebû, rêxistineke milî û firevan bû. Herkesên kurdperwer yên nerînên wan cûda û îdeolojiyên cûr be cûr pejirandibûn, bibûn damezrênêr û endam.

DDKDê, bi qerekter û bi naveroka xwe wek DDKO ya di sala 1969an de ava bibûn.

DDKDê di destpêkê de wek pêvajoya DDKOyê li Enqereyê ava bû.

Lê dewletê di demek kurt de damezrênêrên DDKDê ya Enqereyê derdest kirin û avêtin hepsê.

Encama darizandina damezrênêrên DDKDKê ya Enqereyê, rêxistin hate hate qedexe kirin.

Piştî Enqereyê li Stenbolê DDKDê ava bibû. Encama girtina DDKDê ya Enqereyê, DDKD ya Stenbolê ket bin bandor û desthilatdariya Şivanparêzan.

Şivanparêzan, DDKDê îdeolojîze kirin. Loma jî, ji derveyî şivanparêzan ji ciwanên Kurdistanê re di DDKDê de jiyan nema.

Ciwanên Kurdistanê û Tevgerên siyasî ji bona rêxistinkirina ciwanan ketin nav lêgerînekê.

Tevgera Rizgarî jî di encama vê lêgerîn û xebatê de de biryar da ku rêxistineke cîwanan û gelerî ya vekirî û yasayî ava bike.

Encama xebateke dûrdirêj biryar hat dayîn ku “Anti-Sömürgeci Demokratik Kültür Derneği (ASDK-DER) ava bike.

Yûsûf Andîç jî yek ji avakar û damezrênêrê pêş yê ASDK-DERê bû.

Ew û gelek ciwanên kurd yên din ASDK-DER a Enqereyê ava kirin.

Ew bû serokê komeleyê.

ASDK-DER, raste rast kemalîzm û kolonyalîzma dewleta Tirk ji bona xwe kir armanc.

Di destûra xwe de jî ev yeka aşkere diyar kir.

Loma jî Yûsûf li dijî Kemalîzm û kolonyalîzma dewleta Tirk tevgeriya. 

Ew bû berpirsiyarekî Tevgera Ala Rizgariyê…

Wek tê zanîn di Tevgera Komal-Rizgariyê de di sala 1968an de veqetandin û cûdabûn hat rojevê.

Yûsûf Andîç di nav Tevgera Ala Rizgariyê de helwesta xwe diyar kir.

Ew di nav Tevgera Ala Rizgariyê de xebatkarekî hêja  bû.

Wî di nav Tevgera Ala Rizgariyê de xebata profesyonelî meşand.

Ew bû endamê Komîteya Herêmekê. Ew di heman dem de bû berpirsiyarê Komîteya Herêmî jî.

Wî, din av xortan û di gelek qadên din de xebata xwe domand.

Ji bona ku Tevgera Ala Rizgariyê xûrt û girseyî bibe, mîsyonek baş lêhîst.

Ew di xebata rêxistinî û milî de xwediyê disîplîneke gelek hişk bû.

Ew jî gelek caran dibû sedem ku bi hevalên xwe re bên hember hev û bibe xwediyê pirsgirêkan.

Ez wek berpirsiyarê wî, baş dizanim ku peywirên (wezîfeyên) dihatin dayîn, ji bona ku cî bi cî bike xîreteke neasayî nîşan dida.

Ji bona wî serkeftina tevgera milî û rêxistina wî armanceke girîng bû.

Ew kurdperwerekî dilşewat bû. Loma jî, ji bona miletê kurd û tevgera milî û rêxistina xwe ji her fedakariyê re amade bû.

Wî, serxwebûna Kurdistanê, dewletbûna Kurdistanê, yekîtiya miletê Kurdistanê û miletê kurd diparast.

 

Wî, Di Şertên Darbeya Leşkerî ya Faşîst-Kolonyalîst ya 12ê Îlonê de Wezifeyên mezin Pêk Anî…

Wek tê zanîn di sala 1980yî de darbeyeke leşkerî li hemberî Tevgera milî ya kurd çêbû.

Darbeya leşkerî ji bona ku tevgera milî û rêxistinên Kurdistanê tasfiye bike ket nav hewildeneke mezin.

Wezîfeya kurdperweran û rêxistinên Kurdistanê jî ew bû ku li hemberî ev tevgera tasfiyeyê derkevin û wê hewildanê puç bikin, xebat bikin.

Wûsa jî bû.

Hezar mixabin di vê hewildanê de kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê serkeftî nebûn.

Tevgera Ala Rizgariyê jî di nav vê hewildanê de bû ku Darbeya Leşkerî serkeftî nebe..

Beriya ku Darbeya Leşkerî çê bibe, di Tevgera Ala Rizgariyê de biryar hatibû girtin ku li Başûrê Kurdistanê û li Rojhelata Kurdistanê endamên xwe ji aliyê leşkerî/pêşmergetî û siyasî de perwerde bike.

Hezar mixabin dema ku ev xebata Ala Rizgariyê dest pê kir, darbe çêbû.

Beriya darbeyê biryar hatibû girtin ku endamên Ala Rizgariyê wek grûbên 15–25 kesî biçin herdu beşên Kurdistanê.

Hezar mixabin piştî Darbeya Leşkerî bar girantir bû û diviya bû ku kesên li wan dihat gerandin û di derbarê wan de biryara dadgehê ya girtinê hebûn, derkevin Kurdistanê.

Di wan şertan de jî ev kara karekî gelek zehmet bû.

Yûsuf Andîç di vî karî de wezîfedar bû.

Ew di karê xwe de jî serkefî bû.

Wî, him riya Başûrê Kurdistanê û Rojhelatê Kurdistanê bi hevalekî xwe ve, ji bona hevalên xwe vekir.

Him jî di derbasbûna endamên Ala Rizgarî ya Başûrê Kurdistanê û Bakûrê Kurdistanê de rolekî baş lêhîst.

 

Ew Hat Hepiskirin û Darizandin û Ceza Xwar…

Ew di sala 1983an de li sînorê Bakûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistan bi sê hevalên xwe  (Halûk Yildizhan, Ahmet Elçî, Cabîr Yolbaş) ve hatin girtin.

Wî bi hevalên xwe ve eşkenceyeke mezin dîtin.

Pişt re jî di derbarê wan de biryara hepisê hat dayin.

Ew di Doza Rizgarî-Ala Rizgariyê de hat darizandin.

Encama darizandinê ceza wergirt wek hevalên xwe yên din.

Dema ku ew hepis bibû, ew zewicî û xwediyê zarok bû.

Loma jî, cezagirtina wî ji bona malbata wî gelek zehmet bû.

                                          *****

Bi mirina wî, malbata wî, heval û dostên wî, kurdperwerên 4 parçeyên Kurdistanê gelek xemgîn bûn. Lewra ew pêşmergeyekê Kurdistanê bû.

Mirina wî, ji bona ku sê sal berê kûrê wî jî di ciwantiya xwe de çûbû ser dilovaniya xwe, dramatîktir bû.

Ez, di baweriyê de me ku sedema nexweşiya wî jî, mirina kûrê wî bû.

Ew ji bona miletê me wandeyeke mezin e.

Ew ji bo malbata xwe, dost û hevalên xwe, hezkirên xwe jî wendayeke mezin e. 

Amed, 17. 07. 2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *