„Ji Zarokên Min Re Bêjin, Ez Ji Wan Hez Dikim!“

Li Fransa, li bajarê Nicê, di ayîna Dêrekê de misilmanekî çavsor û tûndrew, ayîna Dêrê di nava gola xwînê de hişt. Peyva ji devê vî kûjerî derketîye „alah û ekber“ bû!

Jinek Brazîlî, destê wê li ser birînên wê ji dêrê derdikeve û bi hawar alîkarîyê dixwaze ji kesayetînên li firinekê. Berî ku bimre peyva wê a dawî; „Ji zarokên min re bêjin, ez ji wan hez dikim!“

Berî bi çend rojan bi eynî şîarî serê mamosteyekî jêkirin!

Wek ku em dizanin; Xortekî temen 18 sal ê misilmanên Çeçenî, ku ji temenê 6 salî ve tevî malbata xwe çûye Fransayê. Roja 16ê vê mehê serê mamoste Samuel Paty bi barbarî jêkir û wêneyê wî jî di tora civakî de belav kir!

Di 28.10.2020an de Serokkomarê Tirkîyeyê Teyîp Erdogan destê xwe li masê dixist û gefên mezin li Fransa dixwar û li henber Fransa (îsevîyan) cîhad îlan dikir. Gazî gelê xwe jî dikir; „malê Fransa boyqot bikin û kel û pelên Fransa nekirin, nefroşin!“(!)

Li bajarê Nicê yê bi ser Fransa de, di 29.10.2020an de îslamîstên barbar, ne mirov û destbixwîn , êrîşî ser ayîna li Dêra Notr Damê kirin. Di encamê de bi „alah û ekber“ serê jinekê jêkirin. 3 kujtî û bi dehan birîndar bi dû xwe de hiştin.

Li Siûdî Erebîstan êrîşek anîn ser konsolxaneya Frnansa; şîara devê êrîşkeran „alah û ekber“ bû!

Li Katar, li Libnan, li Tirkîye bi hezaran meşîyan û şîarên ji devê wan derdiketin yek bûn; „alah û ekber“!

Bawerî û bawermendî, di nav misilmanan de bi destê îslama sîyasî ketîye warekî metirsîdar. Navê ola îslamê û terorê bi hev re têt binav kirin. „terora îslamê!“

Ew îslama ku di dilê mirovên dilpak û paqij de û ev îslama dest bi xwîn ne yeke. Wek bawermendî, bi milîyonan mirovên misilman li malên xwe, li îbadetxaneyên xwe bi dilekî paqij bawerîya xwe tînin cîh. Lê ev misilman li henber van kar û karesatên ku li ser navê îslamê tên kirin jî bêdeng in. Berpirsîyar û serkêşên ola îslamê li henber van destdirêjîyên tûndrew û nemirovane bêdeng in!

Serokkomar, serokwezîrên dewletên misilman û serokên partîyên îslamî bi çavsorî û bi helwestek tûndrew êrîşkarin. Girseya îslama sîyasî îdare dikin û ji bona armancên xwe bikar tînin. Ola îslamê jî ji vê derbên mezin dixwe û dibe sebebê olekê ku bi terorê re têt binav kirin.

Têkilîyên dewleta tirkan; bi DAÎŞ, bi Îxwanî mislîm, bi El-Kaîde û cephetul Şam û El Nusra re heye. Hemû çekdarên van rêxistinan leşkerên dewleta tirkan e. Ev tiştekî eşkere ye.

Li Libyayê, Li Sûrîyeyê, li Ezerbeycanê, li Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê çekdarê van rêxistinên îslamîst pere, çek û alîkarî ji tirkan û Îran digirin. Tirkîye û Îran damezirîner û fînansorên DAÎŞ û van hêzên terora îslamî ne.

Di Jenosîda ser Kurdên Êzdî li devera Şingalê de tilîya Tirkîyeyê û Îranê hebû. DÂÎŞ, bi hezaran kujtî li pişt xwe hişt. Keç û jinên me, bûkên me, zarokên me revandin. Dest dirêjî li wan hat kirin. Ev bûyer bi navê „Dewleta Îslamî, eshabên Îslamê“ hat kirin. Li henber van bûyeran ola îslamê bêdeng ma. Alimên îslamê bêdeng man. Ev bêdengîya ola îslamê, alimên îslamê dihat wateya pejirandina vê jenosîdê.

Tirkîye û Îran li hawîrdorên dinê, bi rêka van rêxistinan kar û karesatên terorî, xizmetên îdeolojîya tevgera îslamî dikin û rolekî serete di terora îslamî de dilîzin. Li henber vê helwesta tirkîye û Îranê, cîhana îslamî bêdenge! Cîhana medenî jî bêdenge!

Di bin ewlekarî û parastina dewleta Tirkîyeyê de, ev hêzên îslamîst û tûndrew, li Efrîn, li Serê Kanîyê û li Girê Spî destdirêjî jinên kurdan dikin. Direvînin, tecawuz dikin, dikujin. Malê kurdan talan dikin. Cîhana medenî li henber van kar û karesatên barbarî yên dewleta tirkan bêdeng in!

Ev herdû êrîşên van rojan jî bi navê “İxwanî mislîm” hatine organîze kirin. Ev rêxistin di bin bandora Tirkîye de çekdarên wan li Rojavayê Kurdistanê, li Libya, li Ezerbeycanê şer dikin û tirk jî wan şervanên îslamîst fînanse dikin.

Destpêkê Tirkîye têkilîyên xwe bi van rêxistinên îslamîst, wek DAÎŞ, El KAÎDE, El Nusra, İxwanî Muslîm, Cephetul Tahrîr re red dikir. Lê niha pir eşkere, li ber çavê hemû dewletên cîhanê, bi van rêxistinên îslamîst re di hevkarîyekê de tevdigere. Cîhadê îlan dike û dibe sebeb ku ev hêzên îslamîst serîyan jêbikin. Êrîşî malên kurdan bikin. Destdirêjîya namûsa Kurdan, mal û milkê kurdan ji xwe re bikin kar bi piştgirîya dewleta tirk.

Kurd, misilmanên Kurdistanê bi dilekî pak û paqij divê xwe ji vê hemahengîya tundrew a îslamî dûr bixin. Ew îslama ku di dilê alim û misilmanên Kurd de û ev îslama tûnrew û destbixwîn ne yeke.

Divê em dîroka herçar dewletên misilman wek Tirkîye, Îranê, İraqê û Sûrîyê baş binirxînin û ev îslama ku îro bi destê van dewletan geş dibe, ew dîroka sedsalî ku ji kurdan re tenê zilim pejirandîye.

Ew îslam ne îslama me ye:

Îslama Ehmedê Xanî û melayê Cizîrî, Şêx Ebdulselam Barzanî îslama Kurdistan e û ev îslam pir reng û pirdengî ye. Divê em xwedî li vê derkevin, ne li îslama tundrew.

30.10.2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *