Cejna Mêhr yan jî şeva Yelda

Slavname:

Şeva we baş, Yeldaya we baş mêvanên ezîz û qedirbilind.

Cejna Mêhr yan jî Şeva Yelda yan jî Şeva Çileyê li we hemûyan û li her Kurdekî xwenas pîroz be.

Cejn û Şeva Yeldayê bi qasî cejn û roja Newrozê mezin, kevnar û Kurdewar e. Cejn û Şeva Yeldayê, di bîrûbaweriya Kurdî-Mîtrayî de tê wateya jidayikbûna tav û ronahîyê ku di warê zanistî de, dibe sersala nû ya xorvegerê anku erdê em lê dijîn, doreke nû bi dora xor û tavê dizivire ku ew dor saleke temam dewam dike. Her weha bo roja wê dibe yekem roja zivistanê û 21.12 bi sala zayin ku dibe dirêjtirîn şeva salê û roja paşî jî dibe kurttirîn roja salê ku tam 14 saetan dibe şev û 10 saetan jî dimîne roja wê, ji wê şevê û şûnde êdî şev, ber bi kurtbûnê û roj, ber bi dirêjbûnê diçe, heta em digihîjin 21.3 bi sala zayinî ku dibe roja Newrozê, di roja Newrozê de, şev û roj hevîn dibin; anku dibin wekhev: 12 saet bi 12 saetê. Dema kevn, di vê şevê de, xelkî diçûn mêristan û peristgehan bo nimêj û lavayan ku di zerdeştiyê de jêre dibêjin nimêj û îbadeta NÎYEDê, her weha di civatên ku kom dibûn, li dorêh hevdu xwan û sifireyekê amade dikirin ku gelek curên mêwe û çerez û berhemên dare yên hişkkirî têde hebûn; lê du tiştên taybet teqez dibû tê de hebin ku ew jî “mêweya henarê û çerez”ê bûn û ji vê xwan û sifreyê re digotin “MEYZED”ê û ji vê çerezê re jî digotin “LORIK”ê. Di vê şevê de, çandina darê, weku qurbanî û îbadeteke mezin bû; bi taybet çandina dara Berûyê. Bo roja paşî wê ku dibe yekem roja demsala zivistanê û yek roja rojvegera gerdûnê jî, ew roj, di nav Kurdan de û di bawerîya Mîtrayî de rojeke pîroz bûye, biçûktirîn guneh weku mezintirîn guneh hatîye hesibandin. Heta keyan jî wê rojê hukimdarî û biryardarî nekirine, nedibû di vê hukim û biryarê de heqê kesekî bê xwarin. Xelkî, di vê rojê de çûne serdana hevdu û heqê xwe ji hevdu helal kirine û soz û peymana saleke tijî xêr û aştî dane hevdu. Sal çar werz û demsal e, lê berê di nav salname û civaka me de sal du werz û demsalên sereke bûye ku ew jî werz û demsalên serma û germa bûye, demsala beharê û demsala zivistanê ye, demsala beharê 210 roj bûye, demsala zivistanê jî 150 roj bûye. Her weha sal, dabeşê ser du çileyan bûye ku ew jî çileyê tavistan(havînê) û çileyê zivistanê ye. Her çileyek jî dabeşê du çileyan dibe, ew jî çileyê mezin û çileyê biçûk e. Çileyê mezin a germayê, ji serî meha pûşperê destpê dike heta 10ê meha gelawêjê, çileyê biçûk jî ji 10ê meha gelawêjê destpê dike heta dawiya meha gelawêjê. Çileyê mezin a sermayê, ji serê meha berfanbarê destpê dike heta 10ê meha rêbendanê, çileyê biçûk a sermayê jî ji 10ê meha rêbendanê destpê dike heta dawiya meha rêbendanê. Şeva Yeldayê dikeve nava çileya zivistanê.

Peyva Yeldayê jî kesên şehreza behs kirine ku peyeke siryanî ye ku tê wateya ji dayikbûnê. Dîna Mîtrayî bi dirêjahiya çendîn sedeyan dîna fermî ya hemû ewropeyê bûye, heta hatina îsa mesîhê.

Lê piştî hatina dînê Îsayî, dînê Mîtrayî hate qedexe kirin; lê şûnwar û çanda wê di nav zihniyet û bawerîya civakê de her ma. Her weha gelek şûnwarên wê jî mane li Kurdistanê jî ku yek ji wan kelha Zerzewanê ye li bakurê welêt.

Her weha dabên( kiryarên) dînê Mîtrayî, muturbeya (derbasî) dînê îsayî kirin, bo mînak her ew şeva Yeldayê ku derketin û dêbûna Mêhr yan jî nûr û Mîtrayê ye, bû dêbûna Îsa an ku gotin ji niha û şûnde ew Mîtra nîne ji dayik dibe, ew îsa û nûrê Xweda ye ji dayik dibe. Lê gelek belge hene ku Îsa di vê sar û sermaya zivistanê her ji dayik nebûye, bo mînak eger em încîla Loqayê binêrin, di beşa 2ê, metna 8ê de dibêje: îsa di demekê jidayik bûye ku şivan pez û ajalên xwe dibirin şevînê, şevîn kirin anku şivan di şevên behar û havînê de ajalên xwe dibin deşt û zozanan ji bo çêrandinê. Ev nîşan dide ku îsa mesîh, di şeva Yeldayê ji dayik nebûye, lê eger em wê şeva xorveger û rojvegerê yan jî şev û cejna Mîtrayî û ronahiyê qebul bikin, wek ku dêbûna îsa mesîhê, dîsan jî ev deh roja di navbera şeva Yeldayê û sersala Îsayî yan jî zayinîyê, dîsan ev deh roj piştî ji dayikbûna wî ye û ji boneya deh rojan piştî jidayikbûnê re dibêjin boneya sunetkirinê, em dizanin di xiristiyanî de heta niha jî deh rojan piştî jidayikbûna nêrîne anku kur, ew zarokê kur tê sunetkirin û wê rojê dikin bone û şadiyê.

Helbet ew şev, di çand û baweriya çendîn neteweyên din de jî cihê xwe girtiye û heye, bo mînak di Fîr’ewnên Misiriê de jî ev çand hebûye; lê bi cudahiya çend rojekê ku di 7ê meha yekê de, bi sala zayinî ya îroyin de, ev şev hatiye pîroz kirin, di nav Qiptiyên Arsîdoksê de, ev şev tê pîroz kirin, li Japonyayê, di çerxa 7emîn a zayinê de ev çand bû nerîteke salane û çawa di çanda me ya Mîtrayî de Moxên Mîtrayî diçûn şikeftên tarî û îbadet û spasguzarîya xwe dikirin ku jêre gotine “A Mîtra So”, li welatê Çînê di vê şevê de xwarineke taybet çêdikin bi navê Tangyonê ku hêmaya şadî, xêr û bereketa saleke nû ye. Kurdê me yên Xorasanê, bi çandên taybet wê şevê pîroz dikin, li Rojhelata Kurdistanê û bi taybet li Loristanê bi gelek awayên taybet wê şevê pîroz dikin.

Mîtrayî yan jî Mêhr û ronahî, zagona xweza û xwezaperwerîyê ye. Pîrozweriyên wê, hetanî îroj jî di çand û ruhê me de mane weku “roj anku pîroziya roj û tav di mejî û sembol û ala me de, Newroz, Yelda, Hêkarengîne, tenbûr, mar, henar”ê. Her weha pîroziya her çar axşîgên “As, Ax, Ar, Av”ê anku çar elementên gerdûnî hwd…

Çend sal in ez amadehîya vê projeyê dikim ku cejn û şeva Yeldayê weku projeyekê bînim bakurê Kurdsitanê. Xweşbextane, di sala 2019an de bi amadekirina pirtûkekê, li ser cejn û şeva Yeldayê ku bo cara yekemîne di pirtûkxaneya Kurdî de, pirtûkeke li ser vê cejn û şeva Yeldayê tê nivîsandin, min ev cejn û şeva Yeldayê anî bakurê Kurdistanê û bo cara yekem li bakurê Kurdistanê û bajarê Wanê, me ev cejn û şev pîroz kir û di vir de dîsan dixwazim spasîya rêzdar Qahir Bateyî û weşanxaneya Sîtavê bikim ku alikar bûn bo bi encam gihiştina vê projeyê. Tiştê ku min kir erk bû û gihişt cihê xwe, êdî dora dilsoz û xwenasên me yên li bakur û rojavayê jî ku her sal ev cejn û şeva pîroz, şeva Yeldayê pîroz bikin û lê xwedî derkevin.

Hem mijaraMîtrayê û hem şeva Yeldayê  pir berîn û fireh e, di pirtûka Şeva Yelda’yê de bi dirêjahî hatiye behskirin.

Şeva Yeldayê şeva dil e, şeva axaftina dil û dîtina dil û tevgera dilê ye, şeva xwezayê û hevşadîya ruh û dil û mejiyê ye. Giring e ev şeva kevnar û pîroz, êdî ji niha û pêde li Bakur û Rojavayê welêt jî jînde û mayinde be û her sal bi coş û fehmên kûr bê pîroz kirin.

Qendîl Şeyxbizînî
21.12.2021

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir