12 ÎLONÊ 1980 destpêka şikandin û têkçûnê ye. (4)

Sedemên ji dervayê me pir in. Bi kurtayî, kêm xwendina sîyaseta navnetewî, nezanîya têkilîyên navbera dewletên dagîrker, sîyaseta di navbera her du sîsteman de û nenaskirina pergalên rêvebirîya dagîrkeran bi serê xwe problem bûn.

Tune bûna sîyasetek îtifaqên rasteqîn, lawazbûn û tunebûna karên dîplomasî bi xwe re malwêranî anî holê. Têkilîyên Tirkîyê û NATO yê, têkilîyên Tirkîyê û Sovyetê, girîngîya jêopolîtîkbûna heremê û rolên dewleta Tirk, dewleta Îran û sîstema Baasî`yan ji bo herdu sîstemên dijber çi bûn; baş nehatbû zanîn.

Di bijartina hevalbendên îttîfaqên derva de,  kadroyên wê demê ne xwedî tecrûbe û zanyarîyên mezin bûn. Di nav herdu sîstemên statukoparêz de bê dost û bê hevalbend bûn. Di warê dîplomasî û îttîfaqên rasteqîn de xam û nezan bûn.

Sîyaseta derva li gor berjewendîyên netewî ne dimeşîya. Berjewendîyên rêxistinî, rê nedida berjewendîyên netewî. Têkilîyên li ser bingeha berjewendîyên rêxistinî hatin damezrandin, demek şûnda dest û lingê xwedîyê xwe girêdida. 

Bi giranî rêxistin û partîyên Kurd ji xwe re weke Qîble Moskow, Pekîn û Tîran hilbijartibûn. Nakokîyên navbera wan dewletan de, li Kurdistanê di nav refên şoreşgeran de dibû sedemên pefçûn, kuştin û veqetandinan. Ev tabloya hanê bi serê xwe trajedî û wêneya wê demê radixe ber çavan!

Dewleta Tirk, du sal berîya 12 îlonê, dest bi amedekarîya hilweşandina tevgerên Kurd kir. Hêzên xwe, tevger û aparatên xwe ji nûve dîzayn kir. Sosyolojîya civakê û ya rêxistinan baş tahlîl kiribû. Pişt re berê wan dan “bin xetê”…  

Çima “mazûbanîya” Rojhilat, Başûr an “biraderê mezin” Sovyetê nehat qebûl kirin, ya “bin xetê” pêkhat? Sedemên bingehîn çi bûn?  Ji bo çi Şam/Sûrî? Çima ne Rojhilat û ne Başûr bû?

Rola yekîtîya Sovyetê, rola dewleta Bûlgarî ku berdevkê Sovyetê bû, rola Partîyên Komunist ya Tirkîyê Sûrî û İraqê çi bû? Têkilîyên di navbera Kemalist û Baasîyan de çi bûn? Kê ji bo çi, li dijî pergala emperyalîzmê Baasî û Kemalîst weke hevparên xwe yên pêşverû didîtin? Di seneryoya “bin xetê” de rolên Baasîyan, Kemalîstan û ya hevrêyan (Tavarîşan) çi bûn?

Eger rojekî bi zimanêkî zelal û ji dil, bersîva van pirsan bê dayin, ez bawerim wê gelek rûpelên tarî ronî bibin! Berîya 12 îlonê sekreter û endamên komîta navendî yên kîjan partîyan bi balyozxana Sovyetê re, bi ya Bulgarîyan re hevdîtin kirin?

Berî 12 Îlonê kîjan serok û sekreter çûn Sofya`yê dive, êdî bê gotin! Bê ronî kirin! Kîjan hêz bûn, çend meh berê hişyarîya hatina 12 Îlonê girtibûn? Di biryara “paşve kişandinê” de rol û telkîna hevrêyan gelo hebû an na?

Hatina 12 îlonê gelek vekirî û li ber çawan bû, çima tu amadekarîyek pêk nehat? Min bi xwe heta îro bersîva van pirsan ne bihîstîye. Piştî 12`yê îlonê, çima hemû rêxistin û partîyên Kurd derbasî Sûrî bûn? Li gor min, bersîva gelek pirsan, di bersîva vê pirsê de veşartîye! Ez di wê bawerîyê de me ku gelek kadro û tevgerên wê demê hînê jî haya wan ji wê TOFANê tune ye, an naxwazin rû bi rû bibin!

Çima hemû partî û rexistinên Kurdistana bakûr, li Sûrî bi hev ketin û perçebûn? Çima çareserî li ser rîya Şamê û Ewropa dîtin, divê bê zelal kirin! Xwedîyê wê asoyê û wê projeyê kî bûn? Geşkirin û pifkirina agirê nav rêxistinan de ji alîyê kê ve dihat meşandin? Ew problemên li qadê dihatin çareser kirin, çima bi destê hinek alîyan dibûn problemên kor û bêçare?

Eger tevgera netewî bersîva van pirsan bi şêweyek zelal û objektîf bide, ez bawerim wê ji bo sibêrojê karekî pîroz bikin. Divê mirov bi aqlê selîm, bi têgiştin û zanyarîyên demê, hevdû ne êşîne û bi hev ra li bersîvên van pirsan bigere. Wê bidome…

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir