Divê Peymana Şengalê cîbicî bibe û ev yeka ji bona PKKê ji herêmên din derkeve, pêwîst e

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguvlu21@gmail.com)

Wek tê zanîn berîya vê demekê di navbeyna Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Federe ya Kurdistanê de di derbarê Şengalê de peymanek pêk hat. Berpirsê Neteweyên Yekgirtî jî beşdarî civînê bibû. Piştî Peyama Şengalê ji raya giştî re hat diyar kirin, Emerîka û gelek welatên Ewrûpayê ji peymanê re piştgirî nîşan dan.

Kurdên Başûrê Kurdistanê, kurdên hemû beşên din, kurdên li dinyayê ji bona vê peymanê kêfxweş bûn.

Lewra ev Peymana gelek girîng e.

Şengal cîwarê kurdên êzîdî ye. DAEŞê di destpêkê de êrîşî Şengalê kir. Şengalî kûştin, jin û mêrên Şengalê dîl girtin û êşkence kirin. Piştî ku Şengal ji DEAŞê hat azad kirin, ev car li  serê Şengalîyan û kurdên êzîdî  felaketeke din ya mezin çêbû. Bi piştgirîya Hikûmeta Federal ya Iraqê û Îranê ev car jî PKKê û Haşdî Şabî Şengal dagir kir. PKKê û Haşdî Şabî wek rêxistinên terorîst û dagîrker li Şengalîyan zûlim kirin. İradeya Şengalîyan xesip kirin. Şengal bi îradeya Kurdên êzîdî ne, bi destê rêxistinên terorîst û dagirker (PKKê û Haşdî Şabî) birêve çû.

Bi salan e ku ew zûlma didomîne. Kurdên êzîdî û kurdên dinyayê li dijî vê rewşê derdiketin, hezar mixabin di rewş û statuya Şengalê de guhertinek nebû. Hikûmeta Federal ya Iraqê jî, ji bona çareserkirina Şengalê gav neavêt. Lewra di destpêkê de bi xwe ev rewşa xeter ava kiribû. Hikumeta Kurdistanê jî ji bona ku Şengal bi desthilatdarîya Kurdistanê re girêdayî nebû, nedikarîn zêde tiştekî bikin.

Lê gelek baş bû ku girêdayî herêmên din yên Kurdistanê binize/minaqeşe û Kerkukê rewşa Şengalê di destpêkê de hat rojevê. Herdu hikûmeta li hev kirin ku pirsgirêka Şengalê çareser bikin. Di encamê de Peymana Şengalê hat îmza kirin.

Di Peymana Şengalê de xalên gelek girîng hene.

1-Xala esasî û bingehî ew e: Divê Şengal bi dest û îradeya Kurdên êzîdî û Şengalîyan bê îdare kirin, bê birêve birin. Loma jî di destpêkê de qeymeqamek bê şandin.

2-Şengal ji aliyê hêzên ewlewî yên hevbeş yên Hikûmeta Federal ya Iraqê û Hikûmeta Kurdistanê ve bê parastin.

3-Hêzên terorîst û dagîrker (PKKê û Haşdî Şabî) ji Şengalê bên derxistin û an jî bi xwe ji Şengalê derkevin.

Dîsa wek tê zanîn piştî Peymana Şengalê gengeşîyên erênî hatin rojevê. Lê piştî Peymanê, PKKê har bû û zêdetir êrîşker bû. Li hemberî Hikûmeta Kurdistanê tehdîtkar bû û şer îlan kir. Ji Haşdî Şabî re rê vekir ku ew jî êrîşker be.

PKKê ji bona ku Peymana Şengal cîbicî nebe, ew ji Şengalê nayên derxist, terora û zûlma li Şengalê neqede êrîşker e. Hemû manewreya wê ji bona vê yekê ye.

Berpirsên Şengalê çend roj berê diyar kirin ku PKKê xwediyê hepisxaneyeke bi dizî bûye. Ew jî diyar dike ku di wê hepisxaneyê de Şengalî û kurdên herêmên dîl hatine girtin û li wan êşkence hatiye kirin. PKKê ji bona ku ew rewşa deşîfre nebe, hepisxane vala kiriye, ew kesên hepis jî biriyê çiyakî û ciyekî ne diyar.

Berpirsiyarên Hikîûmeta Kurdistanê û PDKê û gelek partîyên din, ji bona ku Peymana Şengal cîbicî bibe, xebat dikin û pêşniyarên xwe pêşkêş dikin. Ew jî xeterîya PKKê diyar dike. Ew bala PKKê dikşînin ku şerfiroşî neke, hiqûqa Kurdistanê, qezancên milî yên Kurdistanê binpê neke.

Tê zanîn ku dîsa berîya çend rojan berpirsiyarên YNKê û waliyê Sileymaniyê ji xeterîya PKKê û tevgerandineke wan ya xeter ji raya giştî re diyar kirin, bala PKKê kişandin ku xeteriyê nekin. Dev ji îşgala gundan, talankirina gundan, ji xeracê dev berdin. Zarokên nerevînin. Êrîşkerî nekin.

Min jî got ku YNKê ji PKKê re alîkarî kir, xwest ku ji PKKê sûd werbigrin, nûha jî PKKê li serê Kurdistanê û gelê kurd, li serê YNKê jî bûye bela. Divê nûha pê ve li hemberî PKKê YNKê helwesteke diyar û qerardar bidomîne.       

Di encamê de Meclîsa Kurdistanê jî bal kişand ser xeteriyên PKKê. Ji wan re got ku dev ji xeteriyên xwe, ji terorê berdin.

Diyar kirin ku: PKK ti car rêz li saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê negirtîye, ji bilî derbasbûna sînor, armanckirina dîplomatkarên biyanî û kuştina Rêveberê Gumriga Serzêr. Herwiha diyar dikin; PKKê planên çendîn kiryarên din ên terorkirinê danîne.

 “Rêzgirtina PKKê li saziyên Herêma Kurdistanê ew e ku biçe derveyî sînorên Herêma Kurdistanê.” Herwiha tekez kir: “PKK ne tenê taybetmendîya siyasî û destûrî ya qewareya Herêma Kurdistanê li ber çavan negirtiye, di heman demê de her gav hewl daye amûrek be, di destê welatan de ji bo biçûkkirina qewareya Herêma Kurdistanê û lêdana pirsên niştimanî û berjewendiyên netewî û asayîşa Herêma Kurdistanê.”

“PKK ji bo Herêma Kurdistanê, bûye serêşîyeke mezin û nekariye bibe mêvanê ku rêz lê were girtin, tevî ku xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek rêz lê girtine. Ji alîyekî din ve, hebûna PKKê li deverên sînorî, bûye sedema valabûna gundan û hincetek ji bo leşkerkêşîya Tirkîyê bo wan deveran çêkiriye û bi deh hezaran xelkê wan deveran aware bûne.”

“Berî salekê, PKKê dîplomatkarekî Konsolxaneya Tirkiyê û çend welatîyên din li xwaringehekê kuştin û Rêveberê Asayîşa Gumriga Serzêrê jî şehîd kir. Li ser vê mijarê Biryarderê Lijneya Navxwe ya Parlementoya Kurdistanê Hîkmet Mihemed dibêje: “Eger PKK rêz li saziyên Herêma Kurdistanê bigirta, ti car nedifikirî ku Rêveberê Gumriga Serzêrê şehîd bike, loma PKK ti car rêz li saziyên Herêma Kurdistanê negirtîye û nagre jî.”

Analîstekî siyasî yê Rojava Kurdistanê Kazim Ezîzî nêrînên gelek hêja û di cî de, di derbarê PKKê de tîne ser zimên û dibêje: “PKK bûye darê destê dijminên kurdan û alozêyên vê dawîyê yên wê jî bi fermana Îranê bûne!

“Hewl û reftarên vê dawîyê yên PKKê bo alozkirina rewşa Herêma Kurdistanê, bi fermana Îranê bûne, da ku fişarê bixe ser hikûmeta Kurdistanê û neçar bike ji rêkeftina ku bi Bexdayê re li ser Şingalê kiriye, vekişe. PKK bûye barekî giran li ser gelê kurd û darê destê dijminên kurdan. PKK li wir hêzeka dagîrker e û dê ji wir paşê jî ji Herêma Kurdistanê û Qendîlê were derxistin. Ew tenê gefa kuştinê naxwin, belkî pîlana teqandina boriyên neftê û derxistina alozîyan û şerê birakujiyê datînin. Tevahîya wan karan jî bo wê ye da ku nehêlin kurd vegerin Şingalê, ji ber wê çaxê Îran pêgehên PKKê yên li Şingalê jî dest dide. Ew der bo Îranê girîng e ji ber ku rêka navbera Îran û Sûriyê ye.”

Piştgirên PKKê partîyên sosyalîst û komunîst jî di dawî de eciz bûn.

Rêveberên Partîya Komünîst û Partîya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê daxwaz ji PKKê dikin binpê kirinan li herêma Kurdistanê neke.

Piştî axaftinên endamê rêveberîya PKKê Murat Karayilan ku hêzên Pêşmerge nêzîk binke û baregehên wan hatine bicîh kirin, lê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ji bo parastina asayîşa herêma Kurdistanê dikare li her derekî sînorên herêma Kurdistanê bicîh bibe, ku pêwîst bike li her cîhekî binke dayne.

Berdevkê Partîya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Bextîyar Kerîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dikare biraderên PKKê li sînorên xwe neyên pêş û sînorê herêma Kurdistanê nebezînin, ku ji ber wan Kurdistan jî rastî metirsiyê neyê. Herêma Kurdistanê, di qonaxeke hestyar de derbas dibe, bo çêkirina pirsgirêkan, hin welatên herêmê di kemînê de ne. Ji ber wê jî ‘’giring e ew alîyên siyasî li sînorê xwe tecawuz neken û nebin sedem bo êrîş kirina ser Kurdistanê û ezmûnên Kurdistanê ber bi pirsgirêkê ve nebin.’ Me bi sedan û hezaran şehîd dane bo wan destkeftên ku naha hene. Naha nabe bi navê ti bahaneyekî ve ew aramîya heye têk biçe, divê PKK rewşa Kurdistanê li berçav bigre.”

Ji aliyeke din ve endamê polîtburoya Partîya Komunîstên Kurdistanê Hendirên Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Divê pêkhateya siyasî ya Kurdistanê armanca hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê be. Bo wê jî rêya herî baş guftûgo ye û divê rêz li pêkhateya herêma Kurdistanê re bê girtin. Ji ber metirsî hemû alîyekî ve ye û li hemû sînoran ve ye. tişta rast parastina ewlehî û asayîşa Kurdistanê ye. divê hêz û aliyên siyasî biçin bin banê wê aramîyê. Her hêzeke çekdar rêz li xebata wê em digrin. Lê nabe bibe metirsî li ser navçeyek yan parçeyekî Kurdistanê û divê di çarçoveya xebata xwe de PKK û hêzên din rê nedin binpê kirin li başûrê Kurdistanê pêkbê.’’ (Basnews)

                                             *****

Divê bi lez Peymana Şengalê cîbicî bibe. Ev cîbicîbûna Peymana Şengalê ji bona ku PKKê ji herêmên din derkeve, pêwîst e.

Diyarbekîr, 30. 10. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *