Ji Raya Giştî re:

Di çend salên dawî de Navenda RewÅŸenberîya Kurdî – Ronahî û Rêxistina Cîhanî a Kurd – WKO, ji bo geÅŸkirina lêkolînên li ser hemû mijarên ku têkilî bi jîyana kurd heye, herweha li ser pêşdebirina ziman û çanda kurdî de xebat û çalakîyan dikirin.

Ew rêxistina li gor derfetên xwe yên li derveyî welat erkên xwe yên neteweyî gellek pêngavên erênî avêtin. Herweha her du rêxistin di hemû kar û xebatên xwe de ji bo piştgirîya Doza Neteweya Kurd û ji bo Azadîya Kurdistanê têkoşîyan.

Di van demên dawî de her du rêxistinên rewşenbîrî di pêvajoya têkilîyên bi hev re de hin kar û xebatên hevbeş pêk anîn. Li ser mijarên ziman, çand, aborî û dîplomasîya kurdî de panel û semîneran amade kirin.

Em her du rêxistin, li ser bingeha Doza Neteweyî û Kurdistaneke Azad xwedîyê armanceke hevbeşin. Ji bo gihandina van armancên hevbeş me hewil da ku em bibine yek rêxistin.

Cîhê şanazîyêye ku piştî hevdîtin û civînên hevbeş de em gihîştin encama ku her du rêxistin ewê bi armancên xwe yên hevbeş û bi hesten neteweyî, di yek rêxistinê de kar û xebatên xwe bidomînin.

Emê ji 15.02.2021 ê û wir de bi navê Navenda Cîhanî Kurd de xebat û têkoşîna xwe bidomînin.

Bijî Kurdistana Serbixwe!

15.02.2021 – Swêd

R̻xistina C̨han̨ a Kurd РWKO

Navenda RewÅŸenbîrî Kurdî – Ronah

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *