Erka rewşenbîr û birêvebiran e ku, hemû nirxandinên ji bo “zengîniya ol û çanda miletê me ne, bigihînine nifşên nû! Kaynak: Erka rewşenbîr û birêvebiran e ku, hemû nirxandinên ji bo “zengîniya ol û çanda miletê me ne, bigihînine nifşên nû! – Kemal Tolan

Spas birêz felsefezane û berketîyê civaka me Êzdîya yê herî rêzdar kekê Elî Gurdilî, ku te di dema semînera min di 05.10.22 de , di nav hola “Weşanên NA-Kil ê” pêşkêşkir de ev rêze nirxandinên zêrîn pêşkêşî min û mêvanên amade kir!Felsefezane û berketîyê civaka me Êzdîya yê herî rêzdar kekê Elî Gurdilî got:”Kekê Kemal mala te ava, bi rastî ji bo van xebatên te û gor bîrbaweriya min ev berhemên te ji bo me gelekî giran bihane.Ez jî dibêjim, nasname gelekî girînge.Mînak :Ev 40 sale li vî bajarî-izmir ê dijîm û zarokatiya min li virê derbasbuye. Dewleta Tirk her ji mira gotiya nasnama te Tirke û min jî her tim gotiye, na nexêr ez ne Tirkim, ez Kurdim. Ji vê yekê weke ancam dibêjim, nasnama bi destekarî nabe, nasname bi hest û hîsa hizkirinê dikare pêkwere. Divê em bi rastî bibêjin, ka daxwaziya me çiye?Dema em îro bahsa Êzdiyan û jenosîda Êzdiyan dikin, em dibêjin Êzdî û gelek Kurdên me nabêjin Kurdên Êzdî. Gor dîtina min, ev bixwe jî cûdekariyeke di navbera me de. Încar ji bo min weke kozmonigiyek heye û heta ez xwe weke Êzdiyekî Êzdî ne hesibînim, hiz ji Êzdiyatiyê nekim, wan wek birayên xwe nebînim, çi heqê min heye ku, ez tahde û zordestîyê li Êzdiyekî bikim , ku ji xwe ra dibê , „ez ne Kurdim“.Lewma ez bixwe dibêjim, tû heqê min tûne û dibê em ji vê yekê ders derxin, dersbigirin. Êzdî îro li ser man û nemanê ne. Divê em jî dilê xwe ji wan ra bi hizkirin vekin, nexwe em her rexneyan bikin û bibêjin, çima ew nabêjin em Kurdin û çi mafê me heye em doza vê yekê li wan dikin. Divê em bizanibin, dilê wan maye û şewitiye, weke te got, dahde û zordestî li Êzdiyan hatiye kirin. Ez bixwe jî şahîdê vê zordestiya ku li Êzdiyan hatiye kirin im.Ez dizanim ji ber vê dahde û zilma li Êzdiyan hatiye kirin, nivîskarî bi xwe jî bi awirekî nebaş hatiye dîtin. Lê ez îro pêşanazim ku , berhemên te xwe gihandine qasî 5000 rûpel nivîsandin û li ber destên me hene. Bi rastî ev jî serketineke pir pir mezin e.Îro berhemên te di mijarên akademîk de weke çavkanî têne bikaranîn. Min bixwe jî di gotarên xwe, yên derbarê Êzdiyatiyê de berhemên te weke çavkanî dane kifşkirin.Em dizanin, metna nivîskî bixwe jî di warê şaristaniya dinyayê de awireke mezine.Weke nimûne:Berî mîladê Platon, Aljamîzîson .. gelek ramiyarên dinê kitîp nivîsîne ,weke rîkblîk 5000 rûpel dîwana wî heye. Dû hezar şûnde xwe gihandiye roja me . Em îro dikarin ser berhema wî lêkolîn bikin, binirxînin û felsefeya xwe li ser felsefeya wî avabikin. Mixabin Êzdiyatiyê heta roja îro sihûdeke wisa bi dest nexistiye.Lê belê îro û bi rastî jî min gelek berhemên te xwandine û ez wan wek çavkanî û jêder jî bikartînim. Îro êdî jêdar di destên me de hene. Ev zargotin bixwe di dest me de hene . Em ê wan bixwînin, em ê wan wek çavkanî bikarbînin û em ê bikaribin gelek aliyên Êzdiyatiyê nenas jî bibêjin.Bi baweriya min, roja îro meznatiya dînekî ji ku tê, ez wisa difikirim ku , dînek ne tenê ji bo bawermendê xwe , ji bo bawermendê cûda , çiqasî qenciyê bixwaze, li ber çavê min ew dîn hewqasî mezine. Di berhemên te de Qewil hene min xwandine û dibêje,„Xweda ho,Were hawara 72 mileta,û şûnde jî were hawara me“Lê meyzeke, yanî bi rastî ez ser dînekî difikirîm awa, ez diricifim , di miroviya xwe de dibêjim ku, ev çi dîne, ev çi baweriye hawara xwe dibe Xwedê, dibêje „Xweda yo were hawara me , beriya min were hawara 72 mileta û şûnde were hawara me.“Ev qencîxwaziya ku di dînê Êzdiyatiyê de heye, baweriya min ew ku di sibê rojê de bibe havêna anjî hevîrê dîne sibe rojê.Ji ber ku em nizanin dînê sibe rojê piştî hezar salî, wê dînekî çawa be? Hingê ne dêr dimînin, ne mizgeft dimînin û ne sinagog dimînin. Erê wê tiştekê bimîne belkî, lê wek havîn dê tiştek bimîne. Ew tişt çiye ? Li gor baweriya min, ew jî qenjî xwazî bixwe ye. Lewma ramanekî girîng û alî hene em hê bi wan nizanin. Aliyekî kêm di Êzdiyatiyê de maye, ew jî aliyê fîlozofî ye.Wek mînak:Em bêjin ji fîlozofên antîkê Yûnanî beriya 2500 salî gotine ku,”dinya mala me ye,Ezman banê mamal me ye,em tev birayê hevinEm bi qasî bêhnekê an nefesekêNêzî hevin.“Ev ramanekî felsefîye û ez jê ra dibêjim, kozmopolîtzim di felsefeya Yûnanî de . Gor baweriya min ev ramana felsefî, bixwe jî di Qewil û Beytên Êzdiyatiyê de heye.Êdî bi saya yên weke te berhem dinivisînin, zarokên me , nifşên pîştî me gelek îmkan bibînin û baweriya min heye ku , gelek aliyên ku nayên zanîn, ê ne nas yê Ezdayetiyê ê derkevin holê . Derkevin ber şewqê û ronahiyê. Zengîniya di Êzdiyatiyê de, zengîniya çanda miletê me ye. Ya miletê Kurda ye , kozmogoniya wan e . Hebûna kozmogoniya Êzdiyatiyê bi xwe jî ji bo me zengîniyeke pir pir mezine.Lê meyzekin zimanê herî kevnare , herî zengîn ew zimanin ku, kozmogoniya wan bî wî zinaî hatiye nivîsandin. Anî kozmogonî afirandina dinya yê , çêbûna dinya yê , pêkhatina alemê û gelek ramanên giranbiha di Êzdiyatiyê de hene .Xwedê bibêje erê , em ê di sibe rojê de xwe bigihînine van zanîna û em ê bikaribin wan bixwînin, weke perçeyekî zengînya çanda xwe bibînin. Încar ev xebatên te , bi rastî jî xebatên destpêkiyê ne, serkeftina te dixwazim û gelek spas !“Şikir ji Xwedê ra, ku min dikarîbû felsefezane û berketîyê civaka me Êzdîya yê herî rêzdar Elî Gurdilî bibînim û li van nirxandinên wî guhdarî bikim! Wêne şahîdê wext! Kemal Tolan, berhevkar û xemxwarê kevneşopên Êzdîtiyê !https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid02JHhb8q22JLkCwLvJFmi9RG9VU6oLknruBLRAf8s8TnF7udyTTDji1r8Gydruj3Gpl?notif_id=1701061481132408¬if_t=feedback_reaction_generic&ref=notif Kaynak: Erka rewşenbîr û birêvebiran e ku, hemû nirxandinên ji bo “zengîniya ol û çanda miletê me ne, bigihînine nifşên nû! – Kemal Tolan

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *