Sistema Otonomîyê li Spanyayê

Siddik BOZARSLAN

Jibo vê babetê dewlemend bike, fêde ye ku ez piçek jî behsa Spanya û Belçîka jî bikim. Wek em pê dizanin, li Spanya gelek netewe dijîn û neteweya ku serdest e û rêvebirîya welêt dike Kastilanya ye. Paytextê dewleta navendî bajarê Madridê ye.

Tê zanîn ku têkoşîna eteweyên bask û katalan jibo serxwebûna xwe bi dehsalan dirêj domandîye. Di 1975an da, piştî ku Frankoyê faşist mirîye, li wir hukmê faşizmê nema ye û loma bi awayeke demokratik destûreke nû hatîye çêkirin û ew di 29.12.1978an da bûye despêka jîyaneke nû jibo hemî neteweyên herêmî ku li Spanyayê dijîn ew maf xistîye bin ewleyîyê. Di maddeya duyemîn ya wê destûrê da em rastê vê tespîtê tên:

Destûr madde 2: ”Spanya, bawerî bi hebûna xwe ya neteweyî ku nayê parçekirin tîne û mafên otonomiya herêmî dixe bin ewleyîyê jibo hemî neteweyên ku li Spanyayê dijîn.”

Li gora vê maddeyê otonomi, jibo hemî neteweyên ku li Spanyayê dijîn, hatîye naskirin. Piştî ku destûr hatibû qebûlkirin, li Spanyayê hilbijartina giştî çêbûye û Partiya Sosyalist hatîye ser hukum. Îktîdara nû jibo pêkanîna hukmê otnomiyê, sînorên herêmên Katalonya û Baskê dide xuyakirin. Hin grubên sîyasî yên wan herêman, wan sînoran qebûl nekirine û gotine ku sînorên herêmên wan hatine biçûkkirin. Lê hin grubên dî jî sînor û şertên otonomiya ku hukumetê pêşnîyar kirîye, qebûl kirine û gotine ku bila hukumeta navendî prensibên otonomiyê têxin jîyanê. Balkêş e ku paytextê Baskê Bilbao û paytextê Katalonya Barselona, di warê sinaiyê û bazirganîyê da ji paytextê navendî Madridê û ji hemî bajaran zêdetir xurt û pêşketî bûne. Rewşa xurtbûna aborîya van her du paytextan, bi tena serê xwe didin nîşandanê ku dewlemendîyên bajarên wan jibo metropolên bajarên dewleta navendî nehatine talankirin; berevajî wê, heyîyên wan bajaran li wan deran hatine xerckirin û loma ew gelek geş bûne, pêşta ketine û bûne bajarên herî dewlemend.

Di dema diktatoriya Franko da jî bankayên herî mezin ên Spanyayê ku yek ji wan Banka Katalonya ye û ya din jî Banka Viskaya ye ku navê xwe ji welatê Baskê sitandîye; li paytextên Katalonya û Baskê bûne. Wekî dî divê were gotin ku li hemî herêmên otonom, alayên wan gelan pêl didin û rastî tu astengan nayên. Li hemî herêmên otonom, ji ber ku şola înkarê, kedîkirinê (asimilasyonê), surgun û qedexekirinê tune ye, her netewe bi zimanên xwe perwerde dibin û zimanên wan wek zimanên resmî tên bikaranîn.

Bi vî awayî derket holê ku her çiqas di îktîdarê da hukumeteka sosyal demokrat jî hebe û demokrasîya burjuvazi jî di jîyanê da be; jibo karanîna otonomiyeke rasteqîn têrê nake. Jibo çareserîya şolên demokratik û neteweyî çi di çarçoveya otonomîyê da be, çi di çarçoveya federalî ango konfederalî da be, divê hemî alîyên eleqeder, li ser asasê wekhevîyê û jîyanek di gel hev razî bibin. Dema ev pêk neyê, baştir ew e ku ji hev veqetin û bibin cîranên hev ên baş û daîmî. Wek ku li Çekoslovakyayê hat dîtin, bi awayekî medenî, di encama gengeşeyan da bûn du cîranên hev ên baş.

Loma Katalonya, jibo serxwebûnê di 01.10.2017an da hilbijartina referandumê çêkir. Ji %90î zêdetir dengê erê derket û xelkê ew serkeftin pîroz kir. Lê balkêş bû ku nîvê xelkê neçûbûn ser sendoqan û rayên xwe nexebitandin. Bi tabîreka dî, ev referandûm bû wek fifti-fiftî; yanî %50yê xelkê dewleta serbixe xwest, lê %50yê xelkê jî serxwebûn nexwest û berdewamîya sistema heyî xwast. Digel vê realiteyê jî Navenda Madridê, wê referandûma qebûl nekir û Yekîtîya Ewrupa (YE) jî li dijî referandûmê dengê xwe bilind kirin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir