İsmail Beşikci: Pêwendîyên kes û civatê

Dewletên ku Kurdistanê û kurdan parve kirine, parçe kirine, di derbarê kurdan da gelek fikrên nehênî (negatif) gotine û wan geş kirine; di derbarê kurdan da gelek hestên nehênî çêkirine. Van hestan, van fikran, bi kurtayî mirov dikare weha raxîne meydanê: Kurd, xelkekî paştamayî (ilkel e) ye, ew nikarin xwe bi rêve bibin. Heta nuha miletên ku  di medenîyetê da pêştatir bûn, li ser wan hukm kirin. Di rêvebirîya li ser kurdan da ereb, faris û tirkan rolên gelek girîng lîstine. Kurdî, zimanekî paştamayî ye. Ne mumkun e ku kurd bikaribin bi vî zimanê paştamayî têkilîyan bi dinya medenî ra dayne û bikeve nav dinyayê. Encax bi erebî, farisî û tirkî dikarin bikevin nav dinyayê. 

Pêvajoya ku şikil daye fikrên civatên ereb, faris û tirk di derbarê Kurdistan û kurdan da, van fikrên nehênî yên dewletan bûne. Çêbûn û geşbûna hestên ereban, farisan û tirkan di derheqê kurdan da, ji rewşa nehênî yên van dewletan çêbûne. Ev sedsal e ku van dewletan bi propagandayeke bi hêz, van hest û fikrên nehênî pêkanîne. Dezgahên perwerdeyî, eskerî, kargêrîyên civatî yên van dewletan, di vê propagandayê da rolên çalak (aktif) girtine ser xwe. Çapemenî, vatinîyeke (wezîfe) bi tesîr anîye şûnê. Du dezgahên esasî yên dewletê, zanîngeh û dadwerî, di pêvajoya propagandayê da bi awayeke çalak hatine xebitandin. Dezgahên wek dîn, malbat û spor bi vî awayî di çarçoveyeke fireh da hatine xebitandin.

Di navbera civat û kesayetîyê da têkilîyeke pir qeîm heye. Ev hest û fikrên civatî, şikil dide ku hest û fikrên kesayetî biafirîne û hewildan û rewşa wan ra rê nîşan bide. 

Çawa ku van dewletan hest û fikrên nehênî di nav civatên ereb, faris û tirkan da dane ajotin û çinandin; heman hest û fikran di nav civatên kurdan da jî dane ajotin û çinandin. Tevdîl û kirinên van dewletan yên nêzîkî sedsalî bûne semedê ku hest û fikrên kurdan jî li gora daxwazên dewletan şikil bistîne. Ev, rewşeke welê xirabkirî çêkirîye ku hestên xwe bi xwe bawerkirinê yên kurdan ji wan dûr ketine. Hest û fikrên wek; ”Ji dervayî ereban em nikarin bijîn”, ”Encax bi tirkan ra em dikarin bijîn” bi vî awayî xuluqîye. Tê gotin ku ”baş e ku erebî, farisî, tirkî heye ku em bi saya wan bi dinya medenî ra dikarin têkilîyan çêkin, bikevin nav dinya medenî.” Gelek kurd difikirin ku ew ji dervayê ereb, faris û tirk nikarin jîyanê bidomînin.

Di navbera kesayetên kurd û civata kurdî da têkilîyeke xurt heye. Ev hest û fikrên ku di kesayetên civata kurdî da çêbûye, ew şikil dide hest û fikir û helwestên kurd. Ev jî tê maneya helandina bawerîya xwe bixwetîyê.  

Ev dused sal e ku kurd têkoşîna azadî û welatevînîyê didomînin. Ev tê wê wateyê ku jibo afirandina pêşedemeke baş têkoşîn hatîye dayîn. Di vê pêvajoya têkoşînê da jî ew hest û fikrên ku dewletên dagirker afirandine bo civata kurdî, şikenandinek çênebûye ku ev mirov heyîrmayî dihêle. Mirov heyîr dimîne ku hew qas bedêl were dayîn, hew qas têkoşîn were kirin, lê zanîna jibo kurdî, jibo neteweyê kurd, jibo Kurdistanê nehatîye afirandin.

Loma di vê merhaleyê da balkişandina Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jibo Serxwebûna Kurdistanê, despêkirina şikestina pêvajoya nehênî ye ku dagirkeran wê afirandine. Ev helwesta Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di kurdan da bawerîya fikir û hestên xwe bixwetîyê afirandîye. Bêguman, encamên pir girîng ên geşbûna hestên bawerîyê yên xwe bixwetîya nav kurdan wê hebe. Kargêrîya Herêma Kurdistanê ku ji 1990î virve di jîyanê da ye, dîtina ku ”kurd nikarin kargêrîya xwe bi xwe pêkbînin” jî pûç kirîye. 

Dema Kargêrîya Harêma Kurdistanê tê rojevê, hema di carek da babetên gendelî, bertîl û wd. davêjin meydanê. Li vir, pêwist e ji vê têkilîyê ra jî were balkişandin. Erebekî ku pêşveçûnên Kargêrîya Herêma Kurdistanê dîtîye, Kargêrîya Merkezîya Baxdayê û Hewlêrê miqayese kirîye û gotîye ku li Kurdistanê bertîl û gendelî hindiktir e, li alîyê Îraqê bertîl û gendelî gelek zêdetir e.

Babetên wek bertîl, gendelî, cudayetî û wd. ji alîyê Tevgera Goran û YNK ve jibo qelsxistina Hukumeta Kurdistanê, tînin rojevê. Ma ev tê wê maneyê ku li nav wan, têkilîyên bertîl û gendelîyê tuneye? Helbet girîng e ku li hemberî bertîl, gendelî û wd. têkoşîn divê were dayîn. Eşkera ye ku di avayîya dewleta serbixwe da bi hêsatir têkoşîna wê û tesîra wê dê were kirin.     

Bêguman helwesta balkişandina Serok Barzanî ya bi îsrar jibo serxwebûna Kurdistanê, pir baş e û erênî ye. Ev bi xwe ra despêkirina pêvajoyên siyasi û civatî anîye. Têkilîyên însên jî di alîyê erênî da diguherin.

Li vir girîng e ku jibo Cemîyeta Neteweyan ku di 1920an da dema Kurdistan hatîye parçekirin û parvekirin, rolek neyênî leyîstîye, divê balkişandin were nîşankirin. Rolên dewletên emperyal yên wê demê Britanya Mezin û Fransa jibo van babetan, têkilîyên wan bi kargêrîyên ereb, fars û tirk ra, divê ji dîqetê dûr neyê girtin. Dîqetkirin girîng e ku li Kafkasya jî Kurdistanek heye. 

Çarîka yekê ya sedsala 20î… Ev, dema qirkirinên komî yên ermenî, rum-pontus û suryanî ye. ”Zilamê Nexweş” çawa komkijîyê kirîye, helwesta Dewleta Almanyayê ya di vî babetî da, divê di nirxandinên siyasî û civatî da cî bigre. Divê neyê îhmalkirin ku van têkilîyên rasteqîn were rojevê. Girîng e ku şolên kurd û Kurdistanê di vê çarçoveyê da were nirxandin..” 

22.11.2016 

Ismail Beşikçi

Jêrenot:

Wergêr ji tirkî bo kurmancî: Siddîq Bozarslan

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir