Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Tuesday, March 19, 2019

Ji bo Rûmeta Şehîdan û Pêşeroja Gel Bêjin ERÊ! 

Gotinek hey e, dibêje: “doh bi bîranînên me, pêşeroj bi hêvî û armancên me dagirtî ye!” Ango esil îro ye, îro em çi bikin, ev dibe gavek ji bo pêşerojê.

Di rojeva me Kurdan de jî îro referandûmek heye. Ev referandûm jî gavek ji bo serxwebûna Kurdistanê ye. Hemû Kurdên dilsoz, bi yek dil û bi yek mil, bi hemû derfetên xwe, divê heta roja referandûmê û heta roja serxwebûnê jî kar û xebat bikin.

Doh, di tora medya de min tiştekî balkêş dît: heraketa Goran yan jî yên ku nêzîkî wan, ji hezar kesî pirs kirine û anketek çê kirine, ji wan pirsîne: “ku heger referandûm çê bibe, wê dengê we çi be?” Ji sedî 69 gotine; “na”! Sedema ku dibêjin; “na” jî yek, `kahrebe tune ye`; dudo, `maaşên mamoste, pêşmerge û memûran nehatîye dayin`! Ev şermezarîyekî mezin e!

Sedema ku hukumeta Kurdistanê demekî dirêj maaşên mamoste, pêşmerge û memûran nikarîbûn bida, krîzekî mezin ya netewî, sîyasî û aborî hebû. Sedema wê krîzê çibû: dîsa Goran bû! Wekîlên Goran bi xwe çû, ji hukumeta merkezî ya Iraqê daxwaz kir; da ku butçeya Kurdistanê qut bike! Wan jî qut kirin. Tev wekîlên wan êrîşî baregehên PDK kirin, heta bi zarok şewitandin. Di xebata hukumetê de, gelek caran astengî û problem derxistin.

Lê pirsgirêk ne tenê ev bû. Sedemên din yê mezin hebûn: yek, buhayê neftê li cîhanê demek dirêj kêm bû. Ya dudo, li Kurdistanê dijî terorîstên DAÎŞ`ê şerekî mezin rûda. Ya sisêya jî teqrîben li dor mîlyon û nîvek, du mîlyon penaber hatin Kurdistanê. Ev hemû dibûn sedem ji bo krîzên mezin yên aborî. Dewletên mezin, dewletên ku bi hezaran sal dewlet in, nikarin ji bin barekî wisa derkevin! Rêvebirîya Herêma Kurdistanê tevlî ku butçeya wê hat birîn û hîn ne serbixwe bû jî; wê çawa ji bin barekî wisa derketa!? Yûnan berî bi çend salan, ketibû krîzekî mezin; alîkarîya Ewropa neba ya, Yûnan têk diçû; Îspanya têk diçû. Hela bala xwe bidin dewleta Tirk, bi qasî Kurdistanê penaber negirtîye, sê mîlyar Ewro alîkarî ji Ewropa girt; ya na got: “ezê derîyê xwe vekim û hemû penaberan bişînim Ewropa!” û Ewropa tehdît kir.

Di rewşekî wisa de, hemû Kurd divê van sedaman zanibin û ji xwe bipirsin: “Bexdat, ji bo çi budçeya me qut kir?” ji ber ku hukumeta merkezî di destê Ereban de ye! Ew naxwazin Kurdistan serbixwe bibe. Naxwazin ew beşê Kurdistan ji bin destê wan derkeve. Nexwestin dunya bibîne ku Kurd çawa bi azadî û serfirazî xwe îdare dike!

Tevlî vê helwesta serdestan, partîya Goran, bê şerm û bê fedî, daxwaz ji hukumeta navendî ya Iraq kir, da ku butçeya Kurdistan qut bike! Goran bê şerm û bê fedî, radibe kesekî mîna Nûrî Malîkî (ku dijmintîya Kurdan dike) dawetî Silêmanî dike û pêşwazîya wî dike! Kesekî mîna Qasim Silêmanî ku neyarê Kurdistanê ye, hevdîtinan pêk tîne! Goran ji roja ku çê bûye û heta îro, bûye asteng ji bo kar û xebata netewî ya serxwebûna Kurdistanê! Hemû kar, xebat û axaftina wan li ser fesadî, paşgotinî û tawanbarîyên bê bingeh in. Tu tevger û daxwazek wan ya netewî tune ye! Dibên: “Berzanî DAÎŞ anîye Kurdistanê!” Li dijî DAÎŞ`ê, çend endam yan rêvebirên Goran çûn bereya şer? Kê bere bi bere seroktîya pêşmerge kir; DAÎŞ ji Şingalê û hemû Kurdistanê qewirand!? Heger ne ji Berzanî û pêşmergeyên qahreman bûya, wê Herêma Kurdistan yan Goran li ser rûyê dinyayê bimaya gelo!?

Gelî Kurdên hêja, bala xwe bidinê: ev cara yekê ye ku beşek ji welatê me ewqas bi pêş ketîye! Hukumetek Kurd heye! Hêza parastinê pêşmerge heye! Parlamentoya Kurdistan heye! Sîstemek dewletê ya rûniştî heye! Êdî dunya û Ewropa qedir û qîmeta vî beşî digire û ala me bilind dike! Serokê me, wek serokê dewletên mezin tê pêşwazî kirin! Divê ev destketî pêş bikevin; heger pêş nekeve, em têk diçin! Ji ber ku tecrûba dewletbûnê di nav me de tune ye, nuh destpê dike.

Dema ku nemir Mistefa Berzanî`yê mezin bi sed, sed û pêncî hezar pêşmergeyên xwe, ji bo azadî û serxwebûna Kurdistanê şer dikir, di heman demê demê de jî du sed, sê sed çekdarên Cahş hebûn; xwe di navbêna Kurd û dijmin de dikirin sîper!

Dîsa tê bîra min, baş tê bîra min, serokê PKK Abdullah Ocalan, pir caran di daxwîyanîyên xwe de digot: “heger ez bixwazim, ez karim sîh hezar gerîlayên çekdar çê bikim!” Yanî tê wê maneyê ku heta wê demê ewqas gerêla nebû, lê dikarîbû çê bike. Lê di heman demê de, li Bakur, heyştê hezar “parêzvan” (qorîcî), yanî çekdarên dewleta Tirk ji Kurdan hebû! Mêtinkarîya Tirk, ew ji xwe re dikirin sîper; di navbêna xwe û gêrîlayan de! Ev çi ye? Ev tê wê maneyê ku dijmin bi hemû derfet û îmkanên sîyasî û aborî, dixwaze Kurdan li hember Kurdan bi kar  bîne! Îja ew kesên ku şelaf in, menfeetperest in, hestên wan yê neteweyî kêm e  û xwe firoş in, ew xwe pir zû teslîmî dijmin dikin! Dibin sedem ku şoreşa Kurdistanê zahmetîyan bibîne û têk biçe!

Bala xwe bidin şerê li dijî DAÎŞ`ê! Qahreman derketin, qahreman! Di dîroka me Kurdan de, bi hezaran, sed hezaran, bi mîlyonan şehîd û qahremanên me hene! Em nikarin yek bi yek navê tevan li vir rêz bikin! Hema ez çend hebên vê talîyê derketin, bûn nimûne bêjim: di şerê DAÎŞ`ê de, teqrîben hezar û pênsed, du hezar pêşmerge şehîd ketin!

Di nav wana de Şêx Ahmed Mizûrî, ji bo hevalên xwe biparêze, xwe feda kir! Qahremanekî mezin e! Hezar, hezar rahmet li gora wî be!

Wehîd Kovîlî, sembolek e ji bo xortên Kurdan bû! Hezar rahmet li gora wî jî be!

Doktor Suleyman/Saît Çurukkaya, serbaz û çekdarekî PKK yê berê bû! Ji bo armanca Serxwebûna Kurdistanê ji PKK dûr ketibû; li Almanya bi cîh û war bûbû; meslekê wî hebû; di warê aborî de hatinek wî baş hebû; lê gava DAÎŞ`ê êrîşî Kurdistanê kir, got: “welatê min di bin xeterê de ye; terorîst û dijmin êrîşî welatê min dikin, divê ez herim welatê xwe biparêzim! Çû, bû pêşmergeyekî xwebexş, wek Genarelekî, wek şervanekî çû ji bo Kurdistan xwe feda kir! Ew şehîdekî nemir e; hezar rahmet li Dr Suleyman be!

Hucam Şûrçî, ew şêrê Kurdan ku DAÎŞ`a hov û terorîst serê wî birrî! Ew awirên wî, ew çavên wî, ji ber çavên me naçe! Ew ku di dilê me de cîh girtîye! Gava DAÎŞ dixwest wî bikuje, bi awirên xwe ku temaşe dikir, meriv ji çavê wî didît ku dibê: “ev çi wahşet e, sedem çi ye!?

Welatê me axa pîroz e. Nebî Nûh hatîye li Kurdistanê keştîya xwe danîye. Hezretî Îbrahîm li vê erdê çêbûye. Piranîya pêxemberan li vî welatî çê bûye û jîyaye. Ev warê Selahedînî Eyûbî ye. Ev welat, cî û warê Zerdeşt e, Manî ye, Şêx Adî ye. Ez jî axek mûqedes im, ez jî dewletekî mûqedes im. Beşek mezin ya gelê min Musluman e; lê îro hinek tên bi navê muslumanîyê serê min dibirin! Sedem çi ye; ev wahşet çi ye!?”

Belê gelê min-î Kurd! ji bo ku ev xerabî, ev tedeyên zordestîyê berdewam nebin, divê em piştgirîya referandûma Kurdistanê bikin! Divê em rûmetê bidin ala xwe û welatê xwe, da ku dunya û alem jî rûmetê bide gelê me, welatê me û ala me! Ji ber vê, ez hêvî û daxwazên xwe ji hemû gelê Kurd dikim, em bi hemû derfetên xwe piştgirîya referandûmê bikin, da ku ala me jî di nava hemû alên cîhanê bi azadî û serbilindî li ba bibe!.. 24.07.2017

Nerîna te