DE WERE XAL..

Bahwerke xal, piștî Te, tu “serok” qala serxwebûna Kurdistanê ji dil û bi bahwerî neanî ser zimanê xwe..

Bahwerke xal, piștî Te, tu “serok” bi kelecan bahwerîya Kurdistana serbixwe nedaye me..

Bahwerke xal, piștî Te, tu “serok” li hember dijmin û neyaran serê me bilind nekir..

Bahwerke xal, piștî Te, tu “serok” bi hestên evîna Kurdistanê hêstir ji çavên xwe nebarand..

Bahwerke xal, piștî Te, tu “serok” li pey doza șehîdekî nemir ne girîya..

Bahwerke xal, piștî Te, tu “serok” êșa nava dilê dayikên Kurd hênik nekir..

Bahwerke xal, piștî Te, tu “serok” sêwî û yetîmek ango zarokek Kurd ji dil himbêz nekir..

Bahwerke xal, piștî Te, tu “serok” li eniya șer û li çeperan de nebu stûna bahweriyê ji bo Pêșmerge û șêrgelên Kurdistanê re..

Bahwerke xal, piștî Te, tu “serok” bi serbilindî Ala Kurdistanê wekî ku te bilind nekir..

Bahwerke xal, piștî Te, tu “serok” nikare dijminên me bitirsîne û êdî dijminên xwînmij jî hesabê gotinên serokên Kurd nake..

Bahwerke xal, piștî Te, em mane bê doz û bê serok..

Bahwerke xal, piștî Te, tu “serok” nabe serok..

Bahwerke xal, piștî Te, me jî ji tu kesî re negot serok..

Bahwerke xal, piștî Te, ne em wekî xwe ne jî tiștek wekî me nemaye..

Bahwerke xal, ger tu nebî Xwedê jî berê xwe nade me. Ew jî kerr, kwîr û lal dibe..

Em xerîbê Te ne, me bêrîya Te kirîye. De were Xal çavên me li ser derîyê hewșa hêviyê de daliqandî ma. De were xal!..

De were ez xûlam!..

De were!..

Ç. Omerî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *