BANG Û HAWAR Jİ BO DAHATUYA KURDÎSTANÊ!

Bang û daxwaza min ji bo hemû partî, rêxistin û hîzbên başûrê Kurdîstanê ye.

Berîya her tiştî silav û rêz ji bo hemû Kurdîstanîyan, ji bo şervan  û pêşmergên Kurdîstanê re.

Gelê Kurdîstanê carek din weke av û nan pêwîstîyek  mezin bi biryarên  dîrokî heyê!  Îro ev fersend û şeref hatîye ber derîyê we. Ger hûn ji dil û can xwedî sîyasetek Kurdîstanî bin, divê  hûn erkên xwe yên dîrokî bicîh bînin.

Rojek zûtirîn pêwîstîya demên dîrokî,  bi pêwîstî  û bi cîhanîna helwestên we yên dîrokî  hey e.

Hûn jî baş dizanin ku hêz û qewetên sîyasî gava erkên xwe bicîh bînin, dibin xwedî rolên dîrokî!

Îro derfetên zêrîn di destê we de ye,  ger hûn bi hevra bi mejîyekî Kurdî karibin gavên erênî bavêjin, helwestên dîrokî û netewî  bigirin, hûnê herdem di dîroka Kurdîstanê de bijîn.

Em hemû baş dizanin ku aktorên sîyasî yên li gor pêwîstîyên demê tevgerîyane, navê wan  di rûpelên dîrokê de, bi tîpên zêrîn  hatiye nivîsandin. Îro ev şans û derfet ketîye destê we, hûn dikarin ji bo serxwebûna Kurdîstanê gavên dîrokî bavêjin.

Lê  mixabin û hezar carî mixabin, hûn dikarin pê li keda xwe û  ya gelê kurd jî bikin.  Biryar ya we ye!

Ger hûn bixwazin ji deskeftî û deshilatdarîya îro îstîfade bikin, jê feyde bibînin û bi saya wan jîyana xwe bidomîn  û van destkeftî yên hene têk neçin, divê  hûn rojekî zûtirîn biryar bidin. Hûn çi dixwazin? Neyarê gelê Kurd çi dixwazin? Bi helwest û astengîyên ku hûn  li ser hev ferz dikin, feyde didin kê? Gava hûn dest û lingê hev girêbidin, wê  dewletên dagîrker  pê kefxweş nebin  gelo!?

Ji kerema xwe re rojek zûtirîn biryarekê bidin!

Ger  hûn naxwazin destkeftîyên Başûrê Kurdîstanê di nav rûpelên dîrokê de, weke xewnek  bêencam, binav bibe, divê hûn dev ji berjewendîyên hîzbî berdin. Netewî bifikirin, netewî tevbigerin!  Hest û neyartîyên xwe yên sexşî li ser gelê Kurd ferz nekin.

Mezin bifikirin, mezin tevbigerin û mezin biryar bigirin. Weke aktorekî hîzbî an herêmî tevnegerin, weke damezrênerên Kurdîstana mezin helwest nîşan bidin!

Berjewendîyên xwe yên şexsî û hîzbî, li ser berjewendîyên netewî ferz nekin! Baş bizanibin ku ferzkirina berjewendîyên hîzbî tê wateya neyartîya doza Kurdîstanê!

Baş  bizanibin ku hinek biryar hene, gava di cîh de bên girtin, xwedîyê xwe dike pakrewan; lê gava li dijî demê be, xwedî yê xwe dike cahşê demê û gelê Kurd  noqî xemgînîyekê dike!

Ji bîr nekin, rewşa hemû beşên Kurdîstanê bi hev girêdaye. Destkeftîyek, pêşketinek li beşekî welat, bandorê li ser perçên din jî dike. Paşketinek, têkçûnek  an jî  şaşîyek stratejîk, rewşek negatîf , tesîrek nebaş li ser perçên din jî dike.

Tu mafê kesekî an hêzekî tune ye ku berjewendîyên gelê Kurd binpê bike û rê li ber têkçûnê veke.

Bakûr, Başûr, Rojhilat û Başûrê-Rojava,  hemû jî beşên Kurdîstanê ne.

Kurdîstan mala me, warê me hemûyan e!

Ne hûn ne jî partî û rêxistinên we, ji Kurdîstanê ne mezintir e!

Kurdîstan hebe hûn hene,  Kurdîstan têkbiçe hûn ne tiştek in!

Vê rastîyê baş zanibin û dev ji rolên xwe yê xirabîyê berdin!

Rojekê zûtirîn, azadî û serxwebûna Kurdîstanê dîyarî gelê Kurd û malbata mîrovahîyê bikin!

Da  ku gelê Kurd jî weke hevdemên xwe, di nav malbata mirovahîyê de,  bi serilindî cîhê xwe bistîne!

Sîyaseta li ser neyartî û dijîtîya nav perçên Kurdîstanê didome, ji sedî sed  plan û projeyên  dewletên dagîrker in!

Ew alîyên ku hêbûna xwe bi sîyasetek neyartî û dijîtî li ser gelê Kurd, li ser beşên Kurdîstanê an jî li ser partî û rêxistinên Kurd ferz dikin;  xizmetkarên dagîrkeran e!

Ger hun naxwazin bibin alîgir û pergalên wan projeyên gemarî, demek zûtirîn hewl bidin û bi hev ra sîyasetek netewî ya stratejîk li ser astê serxwebûna Kurdîstanê ava bikin!  An wê dîrok we ne bexşîne!

Hûn jî baş dizanin ku dîrok qîmetê nade gotinên pûç û vala!  Dîrok qîymetê dide, bîryar û kiryarên li ser asta berjewendîyên civatê tên meşandin û qîmetê dide xebatên ku berjewendî yên mirovahîyê diparêze!

Ez bawerim di demek nêzîk de, ne bi aqilê dewletên dagirker û biyanîyan, bi aqilekî Kurdî, bi hest û daxwazên Kurdî,  hûnê nefsbiçûkbûnekê nîşan bidin û  li ser bingeha berjewendîyên gelê  Kurd, ji bo dahatûya Kurdîstan, li dora aqilekî hevpar tevbigerin.

Ger hûn bi sîyaseta çavsorîyê, bi eqs û neyartîya şexsî xwe li ser hev ferz bikin; bawer bikin, ew xayin û cahşên hevaltîya Saddam kirine, tenê hêza sirûda netewî, wê jîyanê li we qedexe bike.

Êdî biryarekê bidin,an hûnê bibin yek ji wan damezrênerên bi rûmet an jî hûnê di dîroka Kurdîstanê de bibin paleyê xirabîyê û aktorên  xwîn rijandinê?

Gelê Kurd û Kurdîstan û dîrok li benda bersîva we ye?!! 08/09/2015

Cano AmedÃŽ

Amed

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *