Îro salvegera koça dawîn a nemir Mela Mistefa Barzanî ye!

Îro 42 salîya salvegera koça dawî ya general û rêberê mezin ê Kurd Mela Mistefa Barzanî yê nemir e. Wî jiyanake pir bi tekoşîn borand û di dirêjahîya sedsalekî de mohra xwe li tekoşîna azadîya gelê kurd xist.

Îro 1ê Adarê, 42 salîya salvegera koça dawî ya rêberê gelê Kurd Mela Mistefa Barzanî ye. Jîyana Mela Mistefa Barzanî bi şer, hefs, koçberî, surgun, wêranî, serkevtin û bi trajedîyên mezin ve dagirtî ye. Mela Mistefa Barzanî di dirêjahîya jîyana xwe de ji serhildana Kurdên Başûrê Kurdistanê re fermandarî kir û bû generalê pêşmergeyên Komara Kurdistanê li Mehbadê û bûye pêşengê şoreşa Kurdan û rêberê rêya serxwebûn û azadîya Kurdistanê.

Mele Mistefa Barzanî kurê şêx Mihemed Barzanî ye, 14ê Adara sala 1903 li gundê Barzan ji dayîk bûye.

Mela Mistefa Barzanî, di zarokatîya xwe de di nav tevgera rizgarîxwaz a gelê kurd de mezin dibe. Ew di sê salîya xwe de ligel dayika xwe li Mûsilê di zîndana Osmanîyan de dimîne.

Malbata Mela Mistefa Barzanî, di destpêka sedsala 20an de dikeve nav tevgera neteweyî ya kurd. Birayê wî yê mezin Şêx Abdulselam Barzanî ji tevgera gelê kurd re serokatî dike.

Mela Mistefa Barzanî di sala 1943 ê ve dest bi karê şoreşê li dijî rejîma Iraqê kiriye û rêveberiya tevgera rizgarîxweziya gelê Kurdistanê kiriye.

Barzanîyê Nemir, di sala 1919 beşdarî şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd dibe û dibe berpirsê hêzeke 300 kesî. Sala 1920 Şêx Ehmed Barzanî, Mela Mistefa dişîne ba Şêx Seîdê Pîran li Kurdistana Bakur ji bo ku hemahengiyek di navbera şoreşa Şêx Seîd û şoreşa Şêx Mehmûdê Hefîd bê kirin.

Mela Mistefa Barzanî di salên 1931-32 de, li devera Barzan û li gundên Mêrgesor û Şêrwan fermandarîya pêşmergeyên ku şerê Înglîz dikirin, dike. Jîrbûna Mela Mistefa di warê serbazî û şerkariyê de li wir eşkere dibe.

Sala 1932 dema hikûmeta wê demê ya Iraqê, bi alîkariya Brîtanya êrişî hêzên kurd dike, Şêx Ehmed Barzanî tê girtin ji ber wê jî Mela Mistefa dest bi rêbertî û rêxistina hêzên Kurd dike.

Hikûmeta Iraqê salekî piştî wî şerî lêborînê bo hêzên Pêşmerge û malbatên Barzanî derdixe ji ber wê jî ji sala 1936 heta 1943 çalakiyên serbazî ji aliyê Pêşmerge ve tê sekinandin. Sala 1943 dîsa xebata pêşmergetiyê û tevgera Kurdî ji aliyê Mela Mistefa Barzanî ve dest pê dike.

Serdema Komara Kurdistanê li Mehabadê

Mela Mistefa Barzanî di sala 1943ê de diçe Sileymaniyê û ji wir derbasî Rojhelata Kurdistanê bajarê Mahabadê dibe. Mele Mistefa Barzanî li Rojhelata Kurdistanê bi serokeşîrên kurd re danûstandinan dike û ev serdana wî hemû kurdan kêfxweş dike.

Mela Mistefa Barzanî di Tîrmeha 1945ê de vedigere Başûrê Kurdistanê, li gundan bi serokeşîran re danûstandin dike û di civînê de biryar te girtin ku li hemberî dewletê şerê pêşmergetî bimeşînin.

Heman salê Mela Mistafe Barzanî û pêşmergeyên wî vedigerin Rojhelata Kurdistanê tevlî desthilatdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê  dibin. Ew di sala 1946an de di avakirina Komara Kurdistanê ya Mahabadê de rolek gelek girîng dilîzin. Mela Mistefa Barzanî, di Komara Kurdiatanê de dibe serleşker.

Dema ku desthilata Îranê êrişî Kurdistanê dikin, ew ji Qazî Mihamed daxwaz dike ku li berxwe bidin lê Qadi Mihemed biryara şer qebûl nake. Dema Qazî Mihemed biryara mayînê dide, Ala Kurdistanê jî wek emanetekê teslîmî Mele Mistefa Barzanî dike.

Mela Mistefa Barzanî bi 500 hevalên xwe ve derbasî Yekîtiya Sovyetê dibe. Li Sovyetê jî bo mafên xwe û hevalên xwe dikeve nav çalakiyan. Di sala 1946ê de li Yekîtiya Sovyetan, Partiya Demokrata Kurdistan a Iraqê tê damezrandin û Mele Mistefa Barzanî, dibe serokê partiyê.=

Mele Mistefa Barzanî, di sala 1958ê de dema ku desthilatdarî li Iraqê tê guhertin, bi ser rêya Misirê re vedigere Iraqê..Vegere Mele Mistefa Barzanî li ser tevgera neteweyî ya hemû parçeyên Kurdistanê bandor dike.

Li Iraqê piştî ku desthilatdarî hat gûhertin, Qanûna Bingehîn (Makezaga) ya nû hat pejirandin. Di makezagonê hat qebûl kirin ku Iraq ji du miletan, miletê kurd û ereb pêk tê. Kurd dê welatê xwe birêvebibin. Herwiha PDK li Iraqê dibe partiyek yasayî.

Lê desthilatdariya Iraqê, piştî ku xwe xurt kir û lingên xwe da erdê, êrişî Kurdan kir û Mela Mistefa Barzanî jî, di Îlona 1961ê de dest bi şoreşê kir. Şoreşa Kurdistanê gelek serkeftî bû. Lê di nav kurdan de perçebûn (1964) pêk hat.

Lê dîsa jî ev şoreşa kurdan ya di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de heta sala 1970ê berdewam kir.. Desthilatdariya Iraqê û rejîma Baesê mecbûr bûn ku li Kurdistanê Otonomî qebûl bikin. Ev têkoşîna neteweya Kurd di bin serokatiya Mele Mistefa Barzanî de di 11ê Adara 1970ê de bi Otonomiya Kurdistanê gihişt encamê.

Neteweya kurd pêşî de facto û pişt re jî bi hiqûq û bi pejirandina mekezagoneke nû, bi Peymana 11ê Adara 1970yê bû desthilatdar. Otonomiya Kurdistanê bi desthilatdarî û hêza xwe ya pêşmergeyan nîv dewletek serbixwe bû.

Mele Mustafa Barzanî dîsa di 1974an de dest bi şerê çekdarî kir.

Piştî şikestina Şoreşa Îlonê, Mela Mistefa Barzanî hewl da bi rêya têkiliyên xwe yên taybet piştevaniyekê ji gelê kurd re peyda bike û bi vê armancê berê xwe da Amerîkayê

Mela Mistefa Barzanî di sala 1979an de li nexwaşxaneyekî Amerîkayê koça dawîn kir.

https://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/010320211

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir