Îro roja Ala Kurdistanê ye!

Îro 17ê Kanûnê, roja Ala Kurdistanê ye. Yasaya Ala Kurdistanê di sala 1999an de ji aliyê parlamentoya Başûrê Kurdistanê ve hate pesendkirin, û di sala 2004an de bi biryarekê, 17ê Kanûnê weke roja Ala Kurdistanê hat destnîşankirin. Diyarkirina vê rojê, vedigere bo beriya 73 salan, ku bo yekem car, li Mihabadê Ala Kurdistanê hate hildan.

Di roja 17ê Kanûnê de, bi awayekê fermî li Herêma Kurdistanê merasîmên Ala Kurdistanê hat lidarxistin, Partî û rêxistinên Kurd, li rojhilat, rojava û bakûrê Kurdistanê jî rêz li vê rojê digirin, lê li Rojhilatê Kurditanê ji aliyê hikûmeta Îranê ve bi temamî Ala Kurdistanê qedexe ye.

Roja 17 kanûna hemû salekê li Başûrê Kurdistanê li ser fermangeh û sazî û cihên  din Ala Kurdistanê tê bilindkirin û bi karneval û merasîmên taybet ev roja bilind tê ragirtin, revenda Kurd jî li paytextê mezinên cîhanê Alaya Kurdistanê bilind dikin.

Roja Ala Kurdistanê, li paytextê Ewropa û yê Belçîqayê ji alî Federasyona Komeleyên Kurd li Beneluks bi giramî hat pîrozkirin!

Dîroka bilindkirina Ala Kurdistanê ji bo  berîya zêdetirî  70 salan vedigire .  ji bo serdema damezrandina Komara Kurdistanê  bû ku bajarê Muhabadê paytexta wê bû.

Tevî ku berî niha li saziyên Başûrê Kurdistanê Ala Kurdistanê dihat bilindkirin, lê roja 11 mijdara sala 1999an, parlementoya Kurdistanê yasaya Ala Kurdistanê pesend kir û di 19 hezîrana sala 2004an bi biryara hejmar 48 roja 17 kanûna hemû salekê bi roja Ala Kurdistanê hat diyarkirin.

Roja 28 adara sala 2017an, Encûmena parêzgeha Kerkûkê bi fermî biryara bilindkirina Ala Kurdistanê li kêleka ala Iraqê li ser saziyên hikûmî yên wê parêzgehê pesend kir. Ev jî bo sedema karvedanên aliyên Iraqê, lê piştî bûyerên 16ê Oktobera sala derbasbûyî Ala Kurdistanê li ser fermangehên fermî yên wê parêzgehê hat daxistin.

Birêvebera Yekeya Serperiştiyara Perwerdeyê li Xwendingeha Kurdî li Kerkûkê Perwîn Fatîh, ji Tora medyayî ya Rûdawê re ragihand, ji bo îsal hemû dibistanên  girêdayî xwandina Kurdî li Kerkûkê dê bi heman awayê dibistanên Herêma Kurdistanê roja Ala Kurdistanê pîroz bikin û bi vê bûneyê dê çalakiyên taybet li nava dibistanan bên encamdan.

Wê serperştiyara perwerdeyê bal kişande ser wê yekê, ku hemû berpirsên perwerdeya xwendina Kurdî li Kerkûkê li yek ji dibistanan dê beşdariyê di merasîmên roja Ala Kurdistanê de bikin.

Li Rojhilatê Kurdistanê roja Ala Kurdistanê hatiye qedexekirin, lê li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê bo awayekê nefermî roja Ala Kurdistanê tê pîrozkirin û hejmareke merasîmên taybet di vê rojê de tên encamdan.

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/171220182

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *