Cejna Xidir Nebî û Xidir Eylaz

Radyoya Ria taza hemû kesen êzdîparêz bi eyd-cejna Xidir Nebî û Xidir Eylaz bi dil û can pîroz dike!
Duh şev da kurdên ezdîparêz rabûne rojîyên xwe û wê sê rojan rojîya bigirin û fitar bikin, roja caran, roja 19 sivatê eyda dînî ya ezdîyatîyê, cejna Xidir Nebî û Xidir Eylaz wê pîrozkin.

Her mirov, civak an jî gel bi erf û edetên xwe, rê û rizmên xwe, bi erkên xwe yên netewî an jî olî, bi kevneşopîyên xwe hene. Ji bo civaka me ya êzdî jî yek ji van kevneşopîyên me yên olî, rojî û cejnên me ne. Çawa ku pêşîyên me, di bin şertên gelekî zahmet de, ji bo parastina ol û îmana xwe, ji bo parastina çand û zimanê xwe li ber xwe dane, îro jî divê civaka me li ber xwe bide. Xwedîlêderketina li çand û zimanê xwe, xwedîlêderketina li erf û edetên xwe, xwedîlêderketina li ol û îmana xwe berxwedana herî mezin e. Yek ji van rêyan jî, li gorî rê û rizmên wan, pîrozkirina cejnan e. Ev cejn li roja înîya yekê – li gor salnama rojhilatî, ku bi sêzdeh rojan dikeve paş salnama jidayîkbûna Îsa – ji meha Sibatê ji alîyê êzîdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê tê derbaz kirin.

Êzîdîyên Kurdistana Îraqê, Tirkîyê û Sûrîyê evê cejnê bi dû rojan derbaz dikin: pêncşemê bi navê Xidir Eylas û înîyê bi navê Xidir Nebî. Li cem êzîdîyên Ermenîstanê û Gurcistanê sê rojan rojîya digirin û ev rojî li sêşemê dest pê dikin û roja înîyê cejna wan e.

Lê li cem êzîdîyên Kurdîstana Îraqê, Tirkîyê û Sûrîyê roja dûşemê bi rojî dibin û li roja pêncşemê û înîyê cejna xwe dikin. Ev cejn, yek e ji cejnên ferz û giring û bi rewş li cem êzîdîyan. Xidir Nebî û Xidir Eylas dû sîmbolên pîroz in di nav bawerîya gelek dîn û miletên rojhelata navîn da. Her wisa du şev da kurdên ezdîparêz rabûne rojîyên xwe û sê rojan rojîya bigirin û fitar kin, roja çaran – roja 19 sibatê eyda dînî ya ezdîyatîyê cejna Xidir Nebî û Xidir Eylaz wê pirozkin.

Cejna han bi navê dû babçakan, bi navê du xudanan tê naskirin. Xidir Nebî bal êzdîyan xudanê hizkirin û miraz hasilkirinê ye, Xidir Eylaz jî tê hesibandin wek piştovanê ew kesên ku nexweş in, rêwî ne û merivê girtî ne. Dema meriv dikete li tengasîyê digotin: “Xidir Nebî tu were hewara min”… Çawa kal û bavê me digotin: “Cejna han bila bi xêr, şayî û silametî ser 72 miletî ra derbaz be, her wiha ser êzdîxanê ra jî. Xidirnebî û Xidir Eylaz sîyarê hespê boz tu wera hewara gelê me li her çar qulbê dinyayê!!! Bi hêvya rojên geş û xweş ji bo tevaya mirovatîyê!!! Gotineke Êzîdîya heye, dibêje: „Xidir Liyas û sal xilas“. Ev cejna, cejna here dawîya demê zivistanê ye û piştî wê seqem û sermayî hêdî-hêdî kêm dibe.

Cejna Xidir Nebî û Xidir Eylaz em we bi dil û can pîroz dikin û bila sala îsal hûn bigîhîjine hemû mirazan… Gelî êzdî û bawermendên bi rûmet, ji niha ve Xwedê rojîyên we qebûl bike û cejna we pîroz be!!!

Fermo, guhdarîya bernameya me bikin, diyarî pîrozkirina cejna Xidir Nebî û Xidir Eylaz e.

Amadekar û revebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Radyoya Ria Taza Cejna XIDIR NEBÎ gohdar bıkın!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *