Slovenya dewleta Fîlîstînê nas kir

Parlementoya Slovenyayê biryarnama naskirina dewleta Fîlîstînê qebûl kir û Fîlîstînê nas kir. Berya Slovenyayê Îspanya, Îrlanda û Norweç Fîlîstînê naskiribû. Parlementoya Slovenyayê bi erêkirina 52 parlementeran biryarê qebûl kir ku temamê kursiyên meclisê 90 kursî ne.

Serokwezîrê Slovenyayê Robert Golob berya dengdanê got:

“Em û hevkarên xwe me di meha Sibatê de xeberda ku şiroveya me ya wê wextê ev bû; hêj wext nehatiye. Em Sloven hezar sale di xeyala vî mafî de ne lê me 33 sal berê mafê xwe bidest xist. Mixabin netewa Fîlîstînê hêj mafê xwe nexistiye destê xwe.”

Niha li dora 140 welatên endamên Neteweyên Yekgirtî Fîlîstînê nasdikin.

PK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *