Hizbulaha Başûrê Kurdistanê!

Arîf Qurbanî

Gotineke berbelav heye dibêje “Kurdan bi xwe dîroka xwe nenivîsandiye, loma dîrokeke wan a çelexwarî heye.”

Ev gotin hinekî rast e lê ne tevahiya rastiyê ye çimkî hin rûpelên dîroka gelê Kurd xasma dîroka nû û hevdem bi pênûsên dîrokzanên Kurd bi xwe hatine nivîsandin lê dîsa jî dîrokên bi kil û kêmasî ne.

Sedem jî ne tenê nezanî û peydanekirina belgeyan e lê di heman demê de tirsa dîrokzanan e ji bertekên li hemberî tiştên ku dinivîsin.

Yek ji mijarên herî girîng ên dîrokê ku pêwîstiya wê bi şîrovekirin û lêhûrbûneke zêdetir heye, ew tawan û bûyer in ku bûne sedema komkujiya welatiyên Kurdistanê.

Lê da ev yek wiha neyê ravekirin an şîrovekirin ku sûcên sûcdaran kêm bike, yên ku dîroka wan nivîsandiye, xwe ji wê yekê vedaye ku aliyekî din ê bûyeran ku rê li ber tawanê vekiriye yan bingeh jê re danîye, binivîsin.

Nenivîsandina vê hêla dîrokê û destnîşannekirina vê berpirsyariyê bûye sedem ku kesayet, hêz û tevgerên siyasî yên Kurdan ti carî dev ji karên xwe bernedin, herçiqasî encama tiştên ku dikin li ser miletê wan kambax be jî.

Ger wan milê xwe bida ber vê pirsê û bitirsiyana ku dîroka Kurdan dîrokeke cezaker e, hin bûyerên rabirdûyê çênedibûn an jî dê bi awayekî din çêbûna ku ji tiştên qewimî pir cuda bûya.

Herçiqasî ti tişt nikare sûcê qirkirinê rewa bike û ti tişt nikare sûcdarên tawanan ji tawanên ku kirine paqij bike, zilm û zordariya ku dewletên serdest ên deverê (Faris, Ereb û Tirk) di qonaxên cuda cuda yên dîrokê de li hemberî Kurdan kirine û niha jî berdewam dikin, bi ti tiştî ne kêm dibe û ne tê jêbirin lê aliyê xirab ê negotina rastiyên ku motîvên çêbûna bûyerê bûn an sedemên rasterast ên pêkanîna tawanê bûn, rê li ber dubarebûna wan vedike.

Yê ku her tim ji dubarebûna bûyeran dibe qurbanî jî ne kesayetên siyasî û hêz û komên ku aliyekî dirustekerê bûyerê bûn, milet bi xwe ye.

Herçend êdî dem venagere ku rê li ber qewimîna bûyerên ku encamên wan li ser Kurdistanê wêranker bûn bê girtin lê divê li cihekî xalek bê danîn û dawî lê were anîn ku Kurd bi xwe bi siyaseteke şaş an jî bi kiryar û bertekên xirab, alîkar û asankarên wêrankirina welatê xwe bin.

Ji ber vê yekê, ez hişyariyê didim gelê Kurdistanê û hêzên siyasî û desthilatdarên ku tên Kurdistanê di nav hin bûyeran de wer bikin ku encama wan malwêraniyeke din e ji bo miletê me.

Berî ku ez têkevim hûrgiliyên vê mijarê, dixwazim bibêjim ku ji ber pîşeya me û ji ber ku me demeke dirêj di medyayê de kar kiriye, pêwendiyeke me ya dorfirehtir heye ji kesên din ku nû derbasî vê qadê bûne yan jî yên ku mijûlî pîşeyeke din in. Ji ber vê yekê em carinan agahiyên nebihîstî bi dest dixin.

Wekî prensîb û baweriyeke cihgirtî jî ku ne her zanyarî divê bê weşandin ne jî her rastî divê bê gotin, loma bi liberçavgirtina tiştê ku divê bi awayê gotarên şîrovekarî yan derbirîna nêrînên şexsî bigihîje xwîner an desthilatdaran, em didin pey hin zanyariyên ku girîng e xwîner wan bizane.

Lê tiştê ku ez ê niha raxim ber çavan ne şîrovekirina bûyer û geşedanan e ne jî nêrîna min a şexsî ye, li şûnê zanyariyeke xofdar e ku ez ê pêşkêş bikim.

Armanca min jî ew e ku pêşî li qewimîna wê were girtin çimkî ez piştrast im ku encama wê li ser paşeroja miletê me pir metirsîdar e.

Ez piştrast im ku piraniya şêniyên Kurdistanê gihîştine wê baweriyê ku li her çar parçeyên Kurdistanê çendîn plangerî û komployên mezin, wekî miletekî li dijî Kurdan hene.

Ez li vir behsa sedeman nakim, ez û hûn jî dizanin ku piraniya tiştên ku hatin serê Kurdan di stûyê Kurdan bi xwe de ne.

Kurdan dikarîbû siyaseteke wisa bimeşanda ku qedera Kurdan negihişta vê rojê, êdî em gihane vê qederê, girîng e ku em nehêlin xerabtir bibe.

Lê ne veşartî ye ku welatên herêmê bi serkirdatiya Tirkiye û Îranê gelek gav avêtine ji bo hilweşandina qewareya Herêma Kurdistanê û ya ku li Rojavayê Kurdistanê tê avakirin jî.

Ji ber ku ew dizanin ku ji koka xwe ve avakirina rêveberiya Herêma Kurdistanê û mana wê ya heta îro û ya ku vêga li Rojavayê Kurdistanê heye, girêdayî siyaseta navdewletî û piştevaniya Amerîka û hevpeymanên wê ye, lewra dixwazin siyaseteke ku wê girêdanê têk bibe û bişikîne bişopînin.

Seba vê armancê jî Îran li Başûrê Kurdistanê mijûlî çêkirina komên çekdar ên Kurdî ye wekî komên ku li Îraq, Sûriye, Lubnan û Yemenê ava kirine û di bin navê qaşo Eniya Berxwedanê de berdane ser canê neyarên xwe.

Gelek dron û mûşek anîne hundirê Herêma Kurdistanê û amadekariyên destpêkirina çalakiyên xwe yên leşkerî didomînin. Di çend hefteyên borî de, hin malperên tora civakî yên nêzî eniya Îranê nûçe belav kiribûn ku dê demeke nêzîk Hizbulaha Kurdistanê were damezrandin û mîna Hizbulahên Îraq û Lubnanê dest bi çalakiyan bike.

Dibe ku di paşerojê de li şûna ku pêwîst bike Artêşa Pasdaran mûşekan ji Kirmaşanê biavêje ser Hewlêrê yan jî li şûna ku komên ser bi Heşda Şebiyê dronên bombekirî bişînin ser firokexaneyên Herîr û Hewlêrê û baregehên hevpeymanan, “Eniya Berxwedana Kurdî” li hundirê Herêma Kurdistanê vî karî bi cih bîne!

Bînin ber çavên xwe, êdî nûçe bi vî rengî bên weşandin “Komeke çekdar a Kurdî bi dronan êrişî baregeha hevpeymanan li Kurdistanê kir” an jî bê gotin ku “Hêzeke çekdar a Kurdî berpirsiyariya xwe ji armancgirtina hêzeke Amerîkî ragihand.”

Werin em ji xwe bipirsin, “Encamên vê yekê li ser têkiliyên Kurdan û hevpeymanan dê çawa bin?” Xasma ku îro ro yekane garantiya mana Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê hebûna hêzên hevpeymanan e li deverê.

Armanc û stratejiya vê eniyê ji werkirina Kurdan di van nakokî û pirsgirêkên deverê de ew e ku piştevaniya Amerîka û hevpeymanan ji bo Kurdan nehêlin û bi vî awayî şert û mercên ku bi hêsanî karibin vê qewareyê tune bikin, peyda bikin.

Berê, di hemû bûyerên ku li navçeyê diqewimîn de, wan Kurdistan sûcdar dikir ku ji Amerîka û Îsraîlê re bûye sitargeh lê eger bala we kişandibe, ev çend roj in awaza gotinên wan ji bo tevlîkirina Kurdan guheriye bi taybetî piştî bombebarankirina bingeh û baregehên komên çekdar ên nêzî Îranê ku li Îraq û Sûriyê kar dikin.

 Wan li ser torên civakî yên wekî X (berê Twitter), TikTok, Facebook û hin malperên elektronîk kampanyayek daye destpêkirin û îdia dikin ku kesên êrişî Amerîkayê dikin li Herêma Kurdistanê hatine hewandin.

Binêrin, wan berê Kurdistan sûcdar dikir ku ji Îsraîlê re bûye sitargeh, lê niha dibêjin “dijminên Amerîkayê xwe li Kurdistanê vedişêrin.”

Ev nîşanên metirsîdar in ku ajendayeke xurt dixwaze Kurdan di van bûyerên xofdar ên çaverêkirî de wer bike ku egera qewimîna wan bûye tiştekî bivê-nevê. Tirsa mezin ji bo Kurdan ew e ku dibe ku Kurd nikaribin xwe li ber vê têwerkirina nû bigirin û rastî kambaxiyeke din werin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *