Hilbijartinên Kurdistana Federal destpêka demajoyek nû ye

Hilbijartinên Kurdistana Federal destpêka demajoyek nû ye

Gelê Kurd li Herêma Kurdistana Federal ji bona Serokatî û Parlamentoya Kurdistanê di 25 ê Temûza 2009 an de çûn ser sendoqan û bi haweyek demokratîk û azad û serketî, bibê alozî û sergêjî rayên xwe xebitandin. Di vê hilbijartinê de him ji bona Serokatîya Herêma Kurdistanê û him ji bona Parlamentoya Herêmê gelek kes û lîste dagetin qada hemberîya bijartinan.

Vê buyerê xweser li ber çavdêrîya avayîyên neteweyî û navneteweyî asta demokrasî û azadîya Kurdistan nîşan da. Ev xweser ji bona Kurdan serketinek hêja bû.

Di 29 Temûza 2009 an de Komisyona Bilind ya Hilbijartinan encamên van bijartinan weha diyarkir; Ji bona Serokatîya Herêma Kurdistana Federal yê yekê; Birêz Kak Mesûd Berzanî %69.57 û yê duduyan jî Birêz Kemal Mîrawdelî %25.32 ray girtine. Her weha birêz Kak Mesûd Berzanî cara duduyan ji bona Serokatîyê hat bijartin. Ez ji dilên xwe û ji hasten xwe yên germ bi dilsozî pîroz dikim.

Encamên bijartinên Parlamentoya Kurdistana Federal jî wehabû; ya yakê Lîsteya Kurdistanî % 57.34, ya duyan Lîsteya Goran % 23.75 û ya sisêyan jî Lîsteya Xizmetguzarî % 12.8 ray sendine. Lîsteyên din û kesên din yên ji bona posta serokayetî dengên pir hindik hanîne û bandorek wan li ser encamên bijartinan çênabe.

Ya ku lê tê pirsîn eve ku wê bandore vê tabloya hilbijartinê xwe çawa bide nîşandan?

Li gora min di warê hilbijartina Serokê Herêma Kurdistana Federal de tu nezelalî tuneye. Vê hilbijartinê vekirî da nîşandan ku Birêz Kak Mesûd Berzanî bi kêşeyek mezin ve di dilê Kurdistanîyan de bi hest û helwestên xwe ve cîyekî bilind ava kiriye, hêvîyek mezin çêkirî ye. Ev ji niha û şûnde jî vatinîyên meztir dixwe ser milên Kak Mesûd.

Lê ji bona Hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistana Federal rewş cuda ye. Di vê hilbijartinê de him Lîsteya Kurdistanî ku; bi giranî ji PDK û YNK pêktê û heta niha desthilatdarên Kurdistanê ne, û him jî mixalifê wê Lîsteya Xizmetguzarî û Sazkarî ku; bi giranî ji hêzên YÎK dengên xwe kêm kirin. Her çend hinek partîyên din jî dinav van lîsteyan de hene lê yên xwedî bandor ewin. Ya ku berevajîya hêvîkirinê Lîsteya Goran bû ku ewçend rayên pir girtin û wek hêzek nû bi xwurtî daketin qada hemberîyê ya sîyaseta Kurdistanê.

Lîsteya Goran herçend hêzek nû xwanê bike jî, ew derbasbûyîna xwe ta ji avabûnîya YNK ji salê 1975-76 an ve digire. Ku yek ji wan hersê hêzên avakarên YNK ji Komela digire. Ji ber pirsgirêkên nav YNK yên çend salên dawîyê dibin serokatîya Nûşîrwan Mistefa de beşek ji YNK qetîyan û vê tevgerê avakirin.

Di dewra berê ya Parlamentoya Herêma Kurdistana Federal de, hêzek mixalif ji her deverên Kurdistana Federal hebû, YÎK , Hukumeta Herêmê jî bi serkêşîya PDK û YNK ve bi hawek gelek xwurt di Parlamentoyê de desthilatdar bûn. Di biryar û rêvebirinî de jî nîvenîv xwedî hêz bûn. Lê vê hilbijartinê wê mîzanê serûbin bike.

Gava em hêzên PDK û YNK wekhev yan jî nêzikî hev bigirin berçavan; her weha dengên Lîsteya Goran ku xwanê ye ji navçeyên ku YNK xwedîyê deng û hêz bû ray girtine, mîzanê xira dike. Ku vekirîye heat niha navçeyên PDK lê desthilatdar û YNK lê desthilatdar cudaye! Mixabin ev wehaye!
Gava meriv vê tabloyê li gora partîyan bigire ber çavan rewş weha derdikeve hole; PDK bi haweyek xwurt hebûna xwe didomîne, YÎK li navçeyên PDK hebûna xwe diparêze lê li navçeyên YNK rayên xwe kêmkirine. YNK div ê hilbijartinê de pir hundakirîye. Wek hêz YNK niha partîya sisêyaye!

Van hilbijartinan dan nîşandan ku; gelê Kurdistanê vatinîya Hukumetkirinîyê dîsa daye PDK û YNK, piranîya Parlamentoyê daye dest wan herduyan û ewê Hukumetê çêkin. Jixwe lihevkirinek di navbera YNK û PDK de heye û piştî hilbijartinan jî, her du alîyan dan dîyarkirin ku ew xwedîyê vê lihevkirinêne û wê bidomînin jî. Her weha ez bawer nakim ku PDK vê hilbijartinê bike wek keysfesalek û li YNK bizivire. Lê ev jî berbiçav e ku YNK ne xwedîyê hêza xwe ya berê ye. Tevî ku li gor lihevkirinên herdu alîyan dibe ku Hukumet dibin Serokwezîrk ji YNK (Birêz Dr. Berhem Salih) be, lê wê di biryar û rêvebirîyê de mîzana heat niha heyî serûbin bibe. Her ku here wê giranîya PDK pirtir bibe, ev jî di rêvebirnê de dikare bibe egerên alozîyên nû.

Her weha Parlamentoya Kurdistanê li derveyî Îslamîyan mixalefetek din jî cî digire. Her çend ev mixalefet navçeyî be jî wê xwedîyê rengekî taybet be li Parlamentoya Kurdistanê. Ez hêvîdarim bi van rengên xwe yên nûve demokrasîya Kurdistanê; di rêvebirînîya Kurdistanê de, di avadanî xizmetguzarîya Kurdistanê de, di çareserkirinîya pirsgirêkên herêmî û netewetîya Kurdistanê de ber bi pêşvetir geştir bibe.

30-07-2009
Baran Boskan

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *