Hovîtîyek nijadperestî û skandalek tendrustî!

Di van salên dawî de, gelê Kurd rastî gellek êrîş û zulman hat. Dewleta Tirk li ser kontrol kirina nufûsê proje û gengeşî kir. Di bin navê pîlankirina malbatê(aile planlanması), kontrola zayînê (doğum kontrolü) pîlankirana nufûsê (nüfus planlanması) gellek proje û polîtayên gemarî li dijî gelê Kurd bi kar anî û hêjî wan polîtîkayên gemarî didomîne.

Piştî 12 îlonê, 1980 an vir de dewleta Tirk bi zanyarî û bi nîyetek nijadperestî dest avêt kontrol kirina nufûsê gelê Kurd. Piştî cûnta leşkerî generalan (Evren û hevalên wî) di civînek taybet de ev pirs nikaş kirin û dawî de biryar dan ku di demên nêzîk de vê problemê çareser bikin. Di wan rojan de rojnameya ‘Hürriyet’ê de nûçeyek balkêş derketibû. Di nûçê de dihat gotin ku: “bi vî awayî zayîna li rojhilatê Tirkîyê bi dome vê di salê 2050 de nufûsa gelê Tirk ji % 50 kêmtir bibe.”

Di salên dawî de bi kampanyek mezin, dewleta Tirk bi alîkarîya civatê, hemû dezgehên xwe bi kar anî û projaya kontrol kirina zayînê (Doğum kontrolü) xist jiyanê. Di derheqê wê mijarê de, di çapemenîyê de propagandeyek mezin hatin kirin. Rewşenbîr û rojnamevanan piştgirîya wan kampanyan kirin.

Dewleta Tirk, di bin navê tendrustîyê de, bi taybetî li Kurdîstana bakûr li dijî zarok û jinan de projeyek nijadperest bi kar anîye. Di bin navê “kampanya derzîyan” (Aşı kampanyası) de, dest bi derzîyan kirin. Di dema wan kampanyan de, nexweşîyek li serê zarokên Kurd bû bela. Navê wê nexweşîyê bi tibbî Subakut Sklerozan Panensefalit e. Lê bi kurtayî di çapemenî û di nav gel de, jê re dibêjin SSPE. Derheqê nexweşîyê de zêdetir agahdarî tuneye. Ev nexweşî di wan salên dawî de li Kurdîstanê gellek zêde belav bû.

Her roj agir dikeve malekî û bi êş û elem jiyana zarokekî me ditemirîne. Bi rastî, heta keça cîranê min bi vê nexweşîyê neketibû haya min ji vê nexweşîya SSPE yê tunebû. Piştî nexweşîyê min merak kir û çend pirs pirsî… Dûre min lêkolinek biçûk kir û ez gihîştim şupheyek mezin. Min dît ku ev nexweşî bi zanyarî û planekî nijadperestî rê li ber vekirine.

Lewra em dibînin ku ev nexweşî di dinê de, di milyonekî de yek vaka (bûyer) normal têt dîtin. Lê, li Kurdîstanê lêkolînek fermî bê kirin ez bawerim wê encam hezarî yek vaka bê tepsît kirin. Gava ku em li van salên dawî dinêrin nexweşî ji nişkava li gellek bajarên Kurdîstanê belav bûye. Gellek malbat derheqê nexweşîyê de tiştekî nizanbûne û tu alîkarî ji dezgehên fermî nedigirtine. Ev malbatên nexweşîya SSPE ê, di nav xwe de komele avakirin û alîkarîya hev dikin. Lê heta niha ne dewlet ne jî çapemenîya tirkan dengê wan malbatan nebihîstîye!

Di salên 2000 an de, di dema hukumeta Ecevit-Bahçeli û mesut Yilmaz de (hukumeta DSP_MHP û ANAP ê) bi fermandarîya wezaretê tendrustîyê Osman Dûrmûş derzîyên (aşı) ku ji alîyê Rêxistîna Tendrustîya Dinê ve ji bo nexweşîya sorikê hatibûn şandin şûna sê dozan de dozekî bi kar anîne. Divê ji bo her zarokekî sê car aşiyên sorikê bihatina kirin. Lê, li ser daxwaza wezaretê Tendrustîyê Osman Durmuş ev aşi li bajarên Kurdîstanê û li metrepolan de, cihê Kurd lê dijîn yek dozek bi kar anîye. Di wê demê berpirsîyarên tendrustîyê gotine ku qaşo aşi kêm hatine, ji bo têrî Tirkî bike yek doz bi kar bînin. Hewce nake sê dozan bi kar bîhnin.

Pişt re derket holê ku yek doz bi zanatî di nav gelê Kurd e bikar anîne. Xuyaye ku dewleta nijadperest bi sîyaseta pişavtinê û bi kuştinê têr nebûye û dest avetîye nexweşî û kontrol kirina zayînê. Rayedarên dewletê baş dizanibûn ku nexweşîya sorikê bi dozek aşi pêşî lê nayê girtin. Lewra, armanca aşîyan ew ku mikrobên mirî enjekteyê laşê mirov bike, daqu pêşî li mikrobên zindî bigre. Rê nede wan ku bi ser kevin. Lê gava dozekî bidin vê çaxê rê li ber wan mikroban vedibe.

Gava ku em, li wan bajarên têde mirin zêde qewimîne dinhêrin, hemû bajarên Kurda ne. An jî li metrepolan taxên Kurd zêde lê dijîn nexweşî li wan taxan belav bûye. Li gor agahdarîyên ku ji alîyê Komeleya Piştgîrîya Nexweşên SSPE hejmara ev kesên heta niha mirine li der dora 1200 kesîne. Ev hejmar ev kesên ku malbata wan navê wan li komelê nivisîye. Lê gellek malbat ne endamê Komelêye û navê zaroyên xwe ne nivîsandine. Hejmara mirîyan ya rast tu kes nizane.

Îro em dibînin ku li Cîhanê bapêşek derdikeve hemû welat dikevin alarmê. Lê, li Tirkîyê deng ji tu berpirsîyarên dewletê dernakeve. Ev nexweşîya SSPE bi destê dewletê belav bûye. Ji bo nexweşî zêde bibe dewlet aşiyên (derzî) ku alîyê Rêxistina Tendrustîya Cîhanê ve hatibûn şandin, bi zanatî li bajarên Kurdîstanê kêm belav kirîye û tawanbare. Kujerê wan zarokan dewlet bi xwe ye. Wezaretê wê demê Osman Durmuş endamê MHPê ye. Belavkirina yek doz aşiyan bi talîmata Osman Durmuş çêbuye.

Li Tirkîyê, çapemenî gohê xwe girtîye û tu kes dengê wan malbatên belangaz nabihîze. Tu sazî û komele dest navêtîye pirsa wan kesan. Her malbat li gor derfêtên xwe bi nexweşîyê re şer dikin. Lê dawîyê de nexweşî û hovîtîya dewletê bi ser dikeve û rojê agir dikeve malekî. Bi rastî, derheqê vê nexweşîyê de Rêxistîna Bijişkên Sînor Nasnakin (sınır tanımıyan doktorlar örgütü) divê lêkolînek bingehîn bike. Li Tirkîyê ne oldar ne çep û ne jî rast bi vê pirsgirekê ve alaqadar dibin Kemalîst û nijadperest jî rabûne lotikan. Lewra ji bo wan “Kurdê herî baş Kurdê mirîye”. Ji ber vê yekê tu pêwîstîya wan bi Kurdê zîndî tuneye!

Li gor agahdarîyên çapemenîyê malbatên zarokên nexweş dibin navê Komeleya SSPE de li hinek bajaran xwe rêxistinî kirine û di warê derheqê nexweşîyê de piştgirîya hev dikin. Lê çi heyfe ku heta niha dilê tu malbatekî kefxweş nebûye. Lewra tu çara vê nexweşîyê tune. Ji ber vê yekê her diçe roj bi roj agir dikeve malekî!

Li gor îstastîkên Komela SSPE ê, di van salên dawî de 1029 zarok bi vê nexweşîyê mirîye. Ev hejmar, hejmara ku malbatên zaroyên xwe nivisîye. Lê hejmarek mezin jî navên zarokên xwe nenivisîye an ji haya wan ji vê nexweşîyê tuneye.
Gava ku em li lîsta navê zarokên mirî diniherin, mirin bi piranî li bajarên Kurdîstanê pêk hatîye. Li metrepolan jî nexweşîya SSPE ê piranî taxên gelê Kurd bi girsayî lê dijîn pêk hatîye. Zarokên ku li bajarên tirkan mirine pir kêm in. Di nav wan de jî, gava mirov lêdinihêre piranî navên zarokên Kurd dibîne. Ev jî dide nîşandin ku piştî koçberî û şewata gundan gellek malbat ber bi bajarên Tirkan ve rewîya û nexweşên xwe jî bi xwe re birine.

Ji bo mînak ez dixwazim çend navên bajaran binivîsim.
Stenbol 180 zarok
Riha 164 zarok
Amed 85 zarok
Dilok (Enteb) 82 zarok
Enkara 58 zarok
Elih (Batman) 50 zarok
Çorum 3 zarok
Çankırı 3 zarok
Çanakkale 1 zarok
Yozgat 4 zarok

Kesên ku bixwazin dikarin li malpera http://www.sspedernegi.org/tr/ binêrin. Dikarin hinek agahdarîyên fireh bi dest bixin.

Nexweşîya SSPE çîye?
Ez dixwazim derheqê nexweşîyê de bi kurtayî hinek agahdarî binivîsim:

Subakut Sklerozan Panensefalit (SSPE), nexweşîyeke mêjîye ku ji alîye mikrobên sorikê ve çêdibe. Ev nexweşî bi mikrobên sorikê ve girêdaye. Giranî an sivikaya nexweşîya sorikê, rîskên SSPE ji holê ra nake.Sorikên ku bi dizî derbas dibin jî, di bin rîska SSPE de ne. Wekî tê zanîn nexweşîya sorikan %20 sorik di laşê zarokan de dernakevin û pirî caran dereng bi nexweşîyê tê hisandin.

Nexweşîya SSPE (Subakut Sklorezan Panansefalit) vîrusa sorikê gava di mêjî de bi cîh bibe, dibe sedema nexweşîyê. Nexweşî piştî 10 salan disa dikare dubare bibe. Nexweşîyek xedere û tu çareserîya wê heta niha peyder ne bûye. Bi dermanan encak lezbûn û êşa wê kêm dibe.

SSPE, ( Subacute sclerosing panencephalitis ) nexweşîyek bêçare û norolojîke. Gava ku vîrus zirar dide mêjî, xisarek mezin li ser sîstema sinir dike. Weke tê zanîn gava kontrola sîstema sinir hilweşe mirov nikare tu tiştekî bike.

Nexweşîya SSPE gellek giran û dijwar derbas dibe. Kesên ku bi vê nexweşîyê dikevin, pêşîyê di dema spastîk re derbas dibin. (Nexweş nikare laşê xwe kontrol bike û bê alîkarî nikare tiştekî bike. Pişt re dema komayê ye ku nexweş êdî li ber mirinê ye. Li gor kesan ev dem 6 meh an 12 meh dirêj dibe. Pişt re nexweş dimire.

Ev nexweşî bi gelemperî di mîlyonek de yek vaka tê qebûl kirin lê belê, çi hîkmete li welatê me ev nexweşî di hezar zarokan de yek vaka derdikeve holê.
Nexweşîya SSPE di çar merhalan de derdikeve holê:

Merhala yekemînde, jibîrkirin û asabîyetî dest pê dike.

Merhala duyem de, ji nişkava ceniqandin dest pê dike û êdî nikare tenê xwarin bixwe.

Merhala sêyemîn de kesê nexweş dikeve nav nivîna û nikare ji cîhê xwe rabe. Xwarinê nikare bixwe. Tiştên avî di poj de didinê.

Merhala çaremîn de, nexweş dikeve qomayê (ber mirinê). Ev dem bi mehan an jî bi salan dajo û dawî mirine.

12:08: 2009

Cano Amedî

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir