Ji Hûndir de Êrîşek: Gelo Siyaseta PKKê Di Derbarê Şingalê û Kerkukê De Xizmetî Kîjan Aqlî û Projeyê, Kê Dike?

Wek baş tê zanîn, Kurdistan û miletê kurd, 200 sal e ku ji derve de di bin êrîşa imparatoriyan, dewletên neteweyî û kolonyalîst yên tirk, fars û eraban de ne.

Armanca van êrîşan, pêşî li azadî û rizgariya miletê kurd, serxwebûna Kurdistanê girtine. Heta mirov dema ku li plan û siyaseta dewletên kolonyalîst  yên qirêj û xeter binêre, dikare bibêje ku armanca van êrişên derve, ji holêrakirin û tunekirina miletê kurd, ji nexşa cîhanê û Rojhelata Navîn Kurdistan rakirin û paqijkirine.

Miletê kurd, ev êrişên derve baş nas dike û li hemberî wan jî her dem têkoşînek domdar meşandîye.

Miletê kurd, loma jî ji wan êrîşên derve re minet nake û serê xwe natewîne.

Lê baş tê zanîn ku li hemberî miletê kurd û Kurdistanê di heman dem de êrîşên hûndir jî pêk hatine. Ev êrîşên hûndir zehmetî û tadeyek mezin çêkiriye. Heta dem-dem xeteriyên mezintir jî qewimandine.

Loma jî êrîşên hûndir ji bona miletê kurd hîç şik tune ye ku êşek mezin, xeteriyek nayê pejirandin û tehemmulkirin, çêkiriye.

Miletê kurd û rêxistinên wan, li hemberî van êrîşên hûndir jî bi sebir û hîsekî biratî rawestiyane, her dem xwestine ku bira-xwişkên wan yên kurd dev ji van êrîşan berdin.

Gelek caran jî ev êrîşên ji hûndir de, li hemberî miletê kurd pêkhatî, bûne sedem ku “şerê birakûjî” pêk bê û encaman van şeran jî, gelek kurd û kurdperwer bên kûştin.

Di van rojên dawî de êrîşa PKKê li hemberî Şingal û Kerkûk û Dewleta Serbixwe ya Başûrê Kurdistanê, êrîşek ji hûndir de ye.

*****

Di van 30 salên dawî de li hemû beşên Kurdistanê, ji aliyê PKKê li hemberî rêxistin û partiyên Kurdistanê êrişek pêk tê. Ev êrişên PKKê, him êrîşên fikrî yên dijminî ne û hem jî êrîşên çekdar in.

Ji bona PKKê jî sedema van êrîşan, rewanebûna rêxistin û partî, serokên Kurdistanê ne.

PKKê dixwaze ku li hemû beşên Kurdistanê desthilatdar be. Beriya 2 salan jî di Kongreya KCKê de ev armanc, daxwaz û plana xwe gelek vekirî aşkere kir.

Êrîşa xetertirîn ya PKKê li hemberî Başûrê Kurdistanê di vê qonaxeyê de jî didomîne.

Lê di sala 1991-an de Herêma Azad ya Kurdistanê û pişt re jî di sala 2005-an de dema ku Dewleta Federe ya Kurdistanê ava bû, Ocalan û PKKê ev avayiyan wek dewleta 2-emîn ya Îsraîlê şirove kirin. Dijmin îlan kirin.

Ji dewletên kolonyalîst yên Tirk, Fars, Ereban re pêşniyar kirin ku pêşiya dewleta kurd ya nasyonalîstên “ilkel” û “vulgar” bê girtin. Wan daxwaz kir ku ew jî dê di vê çalakîyê de bi dilsozî cîh bigrin.

Dema ku êdî dîyar bû ku kurd nikarin jîyanek hevbeş ya federal bi Hikûmeta Malîkî re bimeşînin, li Başûrê Kurdistanê dewleta serbixwe û pişt re jî dewleta konfederal hate rojevê. Hezar mixabin berîya dewletên kolonyalîst li hemberî dewleta serbixwe ya Kurdistanê, PKK derket.

Berpirsiyarên PKKê bi yek dengî gotin ku “em li dijî dewleta netewe ya kurd in.”

Hatîp Şakşakî bê edebî jî kir û got ku “me dewleta neteweyî ya kurd avêtiyê “çop” a dîrokê. Loma jî em li dijî dewleta serbixwe ya Başûrê Kurdistanê ne. Kurd dema bibin xwediyê peran, an mirov dikûjin û an jî jin direvînin û ji nûve dizewicin. Kurd nûha bûne xwediyê îmkanan, dixwazin dewletek serbixwe ava bikin.”

Hatîp Şakşak di heman dem de got ku “Kerkûk jî bajarê Kurdan û Kurdistanê nîn e.”

                                                 *****

“Dewleta Îslamî (DAIŞê)” ji bona ku pêşiya dewletbûna Başûrê Kurdistanê bigre êrişî herêma kurd ya Şingallê kir.

PKKê di vê êrîşê de ji bona ku pêşmergeyan, hikûmetê, serok û berpirsîyarên partîyên Kurdistanê bêrûmet bike, “qampanya”yek qirêj meşand û “manipülasyon” çê kir. Di heman dem de diyar kir ku “Şingall bibe kantonek xweser”. Lê vekirî nehat gotin ku Şingall ji Kurdistanê veqete. Lê gotin ku “emê Şingallê ji bona xwe bikin navenda xebatê.”

Di van rojên dawî de berpirsiyarên PKKê Cemîl Bayik, M. Karasû, Dûran Kalkan; hevserokê HDPê yê ku “ûydû”yê PKKê ye, diyar kir ku “Şingall divê bibe herêmek xweser û ne bi Kurdistanê ve, bi hikûmeta navendî ya Ereb ve bê girêdan.”

Gelek aşkere ye ku Şingall û Kerkuk Kurdistan e. Ereb jî nikarine rast e rast bibêjin Şingall û Kerkuk ne Kurdistan e. Dibêjin bila statuya wan bi referandûmê tespît bibe.

Wek tê zanîn ku di makezagona dewleta federal de ev mijara bûye biryar.

Helwesta PKKê di derbarê Şingall û Kerkukê de, helwestek dijiminayî ye.

Lê baş tê zanîn ku serok, hikûmet, partiyên Başûrê Kurdistanê her çiqas PKKê li hemberî wan xerabîyên mezin jî kiribin, her dem destên dostanî dirêjî wan kirîye.

Ev siyaseta PKKê, siyasetek gelek xeter e û ji nû ve parçakirina Kurdistanê tîne holê.

Ev aqla aqlê dijmin û dewletên kolonyalîst e û xizmetê ji berjewendiya wan re dike.

Ev siyaseta PKKê, projeya dewletên kolonyalîst e.

Divê kurdperwerên di nav PKKê de li dijî vê siyasetê bi xûrtî derkevin.

Divê her kurdek, her rêxistinek û partiyek Kurdistanê, kurdperwer û rewşenbîrên Kurdistanê jî li dijî vê siyaseta xeter ya PKKê derkevin.

*****

Loma jî mezinên Kurdên êzîdî, partiyên Kurdistanê li dijî vê siyasetê derketin.

“Wezîr Nasredîn Sindî, rexne li gotinê Hevserokê Partiya Demokrasî ya Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş  girt û got, ‘Şingal Kurdistan e’.

“Wezîrê Herêmên Binakok Nasredîn Sindî ji Rûdawê re ragihand ku divê Demirtaş gotinên xwe zelal bike.

 

“Wezîr Sindî diyar kir ku her çi qasî Şingal ji derveyî Rêveberîya Herêma Kurdistanê mabe jî ew der axa Kurdistanê ye û wiha got: ‘Gotinên Demirtaş dibe ku zerarê bide yekîtiya kurdan, ev îhtimal ne dûr e.’

 

Sindî anî ziman ku “ew rê nadin ku vê pirsgirêke bi alîyekî din ve bikêşin” û got: ‘Em weke Herêma Kurdistanê, Şingalê jî parçeyek xwe dibînin û em hewl didin ku wê derê vegerînin. Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Demirtaş bixwaze ku ew li ser gotinên xwe daxuyanîkê bide.”

 

Wekîlê Mîrê Êzîdiyan Hazim Mîr Tehsin Beg jî ji Rudawê re ragihand ku “Şingal axa Kurdistanê ye” û wiha domand: “Xelkê Şingalê ji xeynî vê yekê tiştekî din dê pesend neke.”

 

Mîr Tehsin Beg anî ziman ku `ew li ser navê hemû êzîdiyan diaxive` û got, “nayê pejirandin ku Şingal ji Herêma Kurdistanê cuda bibe”.

 

Wekîlê Mîr wiha got: “Demirtaş birayê me ye û hurmeta me ji ramanên wî re hene. Lê em gotinên wî liser Şingalê rast nabînin.”

 

PDK di destpêkê de xweser, pişt re jî hemû partiyên Kurdistanê (62 partiyan) helwesta PKKê di derbarê Şingalê de rûreş kirin.

 

Her çiqas pişt re Demîrtaş got ku “gotinên min şaş hatine fahm kirin jî” ew ne rast bû.

 

Lewra her kesî û kurdan gotinên wî û yên berpirsiyarên PKKê baş fahm kiribûn.

 

Amed, 01.01.2015
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *