Di kûraya xewnan de rêwîyên şevê..

Ez li gel heval û hogirên xwe, di kûraya şevê de rûniştime û wekî pêşbazên avjenîyê ketime navgermaya sohbet û bîranînansalên bihorî. Em her yek weke kevokên qasid, ji cîh û warên dûr hatine cem hev û di kûrahî û tarîtîya şevê de em li ser refek ewrê sipî û nerm rûniştine û weke şevbêrkên Kurdîstanê di nav xeyal û stêrkên rengîn de ketine gêrînokek evînê.

Şevbêrk dirêj dibe lê demjimêr di cîhê xwe de sekinîye û li me mêze dike. Êdî ne xeme ku em şev û rojan bijimêrin. Lewra asîman bûye wargeh û kefên refê ewrê sipî jî bûye doşek ji bo me. li ber çavên me dîmenek bêsînor di herike di nav refên stêrkan de. Jêr û jor bi rengê şîn hatîye xemilandin û çavên me weke stêrkên dûr dibiriqin, lêvên me bi giranî dilibitin û zimanê ne weke çeqa çeqa kevirê aşan dîlana dilan geş dike.

Di nav xeyal û ramanên kûr de, weke ji nişkeva dayîka min li ber gohê min bilorîne demên zarokîtîya min hat bîra min. Ez li ber çîyayê Berbihîwê, li Darawehîda di bin konê reş de dengê bilûr û bilbil gohdar dikim. Lê giranîya mijangên min, baskê çavên min dadixîne xarê, êdî ez nizanim ev xewne an rastîya jiyana mine. Lê weke hinek ketibin bin çengê min û ez hêdî hêdî radibim ji cîhe xwe û ber bi cîhê razanê dimeşim.

Weke xeyalan tê bîra min da ku gava min xwe bi zehmetî avêt ser nivînan. Rewşa min dişibîya weke kevokek basqê wê şiqîyaye ez li ser reşaya xewnan de dimeşîyam.

Bi hogir û hevalan re li ser maf û keda xwe xwedi derketin, em dixwazin di bin sîya salên bihorî de ber bi asoyê rengin ve bimeÅŸin. Berîya her tiÅŸtî, bê lomê û bê gazin, vekirî, zelal û bi dîtin û ramanên netewî li asîmanên rexnan de, dengek cûda rengek cûda peyder bikin. Salên bihorî baÅŸ dan zanîn ku meÅŸa di bin sîya şûr de civat serobin kir û di nav merg û çîmen de ne kulîlk hiÅŸtin ne jî dengekî cûda. Em di zanin ku li hemû hawirdorên jîngehê de, dilsoz û birîndarê evînê, lêgerên zimanê jibîrkirî, di ÅŸikeftên tarî de, di bin zinar û latan de, li hevokên azadî û hêwîyê digerin. Em jî weke evîndarên azadîyê dixwazin berbanga sibê de bi hev re bêjin beyanî baÅŸ xweÅŸk û birayên delal…

 

03-02-2012

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *