Fîdel Castro û Sosyalîzm

Piştî mirina F. Castro, di medyayê û bi taybet di nava me Kurdan de gelek munaqeşe destpêkir. Her çend gelek kêmbûn jî hinan Castro wek serokekî sosyalîst parast, hinan wek dîktatorekî sosyalîst, hinan wek sosyalîstekî derewîn û di bin kumê dij-emperyalîzmê û ji bo berjewendîya desthilata xwe wek hevalê dîktatorên mêtinkar û faşîst ew rexne kirin.

Ramana Komunîzmê, di sala 1848an ji alî Marx û Engels ve di kovara Manîfestoya Komunîst de tê eşkerekirin. Ramana sosyalîzmê jî bi munaqaşeya li ser dewlet û desthilatîyê, piştî şoreşa Komuna Parîsê ya ku di sala 1871ê de pêkhat, wek konaxa komunîzmê ya pêşî hat nîrxandin. Helbet ev desthilatî du heyva ajot, lê dersên mezin jê hat wergirtin. Lê bû egerê gelek şaşîyan jî. Di vê şoreşê de, tevlî papazê dêran, esnaf, bazirgan û bûrjûvazîyê orte, hemû gel tevlî şoreşê bû. Sosyalîst, reformxwaz û anarşîst bi yekîtî tevgerîyan. Gel bi azînên demokratîk komîte û rêvebirên xwe hilbijart. Ji bo debarê, rêbazên parvekirina adil, yanî rêxistinkirina komunan xistin jîyanê. Sebebê têkçûna wan ya bingehîn, saznekirina dewleta sosyalist, bi rêxistinkirina hêza çekdar û dest nedanîna ser banka û mulkê bûrjûvazî bû. Ji vir û pê ve, di navbêna Marx û anarşîst û reformxwazan de munaqeşeya dewleta sosyalîst destpêdike.

Anarşîst dibêjin: “ji bo ku dewlet pergalekî dîktatorîyê ye, ji bo desthilat an sîstemek komunîst pêwîstî bi dewletê tune ye.”

Marx jî dibê: “Komuna Parîsê bi me da zanîn ku dewlet tune be, şoreşa karker, wê herdem beranberî hêza bûrjûvazî ya dij-şoreşê were. Rast e, dewlet pergalekî dîktatorîyê ya serwerîya çîna serdest e; lê ji bo şoreşa karker bi serfîrazî pêkwere, pêwîstî bi dewleta karker heye. Helbet ev dewlet, ji bo gel, wê dewletek demokratîk be. Ji bo ku demokrasî şêweyekî dewletê ye, di eslê xwe de ew jî şêweyekî dîktatorîyê ye; lê ev dîktatorî tenê li hember burjûvazîyê ku bixwaze dîsa desthilat bibe wê bê bikaranîn. Lê ji bo şoreşa karker biçe serî, divê demokrasîya gel saz bibe. Ev demokrasî jî, piştî ku pêwîstî bi mîlîtarîzm û brokrasîyê nema,wê dewlet jî hêdî hêdî bê temirandin. Piştî rabûna dewletê, wê demokrasîyek bê sînor saz bibe.”

Lê şoreşên li ser navê sosyalîzmê pêkhatin, di serî de Sovyet, bi pirsgirêk û kêmanî pêkhatin. Li welatên nîv-feodal û hêzên hilberîna sermîyandarî bi pêş neketibû pêkhat. Desthilat ket destê yek partîyê û yek serokî, destûr nedan bi rêxstinbûna raman û partîyên cuda: yanî ji serî de şens ji demokrasîyê re nasnekirin û îdareyek demokratîk red kirin. Partî bû dewlet, birokrasî û mîlîtarîzm bû endam û hêza partîyê. Hemû dewlemendî û sermîyanê ku li wan welatan hebû, di piratîkê de bû milkê partî û rêvebirên partîyê. Ji dêvla ku sermîyandarî ji holê rabe, brokrasî û mîlîtarîzîm bê qelskirin, sermîyandarîya dewletê hat avakirin, brokrasî û mîlîtarîzm hat xurttirkirin. Loma dîktatorîyek qewîntir sazkirin, bi qedexe û tadeya li ser gel, welat kirin mîna girtîgehek vekirî.

Partîyên “sosyalîst” yên bûn desthilat, dev ji parastina mafê karker û gel beradan, ketin parastina desthilatîya xwe. Loma ji dêvla jîyana karkeran û bi giştî ya gel baş bibikin û alîkarîya karkerên cîhanê û welatên bindest bikin, ketin parastina dewletên xwe; ji bo bazaran peyda bikin dest bi hevaltî û hevkarîya dewletên mêtinkar, dîktator û faşîst kirin. Werê ku li welatên mîna Çekoslovakya û Macarîstan ji bo ku gel serî li ber rejîmên xwe hildan, dest bi îşkence û komkujîyan kirin. Gelek dewletên li Afrîqa û Rojhilata Navîn ku dîktatorîyên malbatî û kapîtalîzma dewletê avakirin, bi xwe ve girêdan û ew rejimên zordar yên totalîter parastin. Loma wan jî dest bi sîyasetek emperyal kirin.

Şêweyê rêvebirina dewletê, bi demê re şibihî monaraşîyê: Sekreterên partîyan, êdî bûn “serokên bilind” yên heta dawîya temenê xwe serok man, yan jî law an birayê xwe li şûna xwe tayin kirin. Sîyaseta bi navê neyartîya dij-kapîtalîzm/emperyalîzmê, kirin pergalê xurtkirina dîktatorîyên xwe. Loma dîktatorîyên faşîst ku bi darbeyên leşkerî bûbûn desthilat, bi taybetî hin dewletên Efrîqa û Rojhilata Navîn wek dost û hevkarên xwe yên “sosyalîst”, “demokrat” û “dij-emperyal” lanse kirin û li hember gelên kolonî û yên wan welatan parastin, ji çekan bigire heta firok, keştî, tank û top firotin wan û ew kirin mêtingehên aborî.

Helbet wek Rosa Luxembûrg rexne dike, di warê neteweyên hîn nebûbûn kapîtalîst ku Marks serwerîya emperyalîstan li ser wan bi awakî ferz didît, dikare hin şaşîyên Marks yên torîk jî hebin û bên rexnekirin.

Lê Marks bi azînek dîyalektîk û zanîyarî sosyolojî, kultur, sîyaset, tarîh û sosyoekonomîya mirovahîyê li bêjingê xist, encamên wê şanî da, teorî, felsefe û îdeolojîya wê sazkir.

Mîna her îdeolojîyê, mirovên bûne desthilat, Marksîzm jî ji armanca wê dûr kirin û ji bo berjewendîyên xwe yên kesane û komî bikaranîne. Armanca felsefe û îdeolojîya sosyalîzmê, ne guhertina rejîmekê ye, guhertina sîstema civatê û wekhevîya hemû mirovan e. Loma divêt dewlet li gorî vê armancê bê rêxistin. Ji bo ku ev guhertin di demek kin de pêknayê, divê qanûn, dewlet û hemû pergal û sazîyên civatî demokratîk bin.

Îro demokrasîya ku li Ewropa kapîtalîst/emperyalîst ava bûye, berhema sosyal demokrasîya reformîstên mîna Bebel, Bernstein û Kautsky ku di bin bandora felsefe û ekonomî-polîtîka Marks de mabûn hatîye parastin û pêşxistin.

Li welatekî ku ji xwe re bêje ez sosyalîst im, ku pirensîpê demokrasîyê ne serwer be. Azadîya raman û rêxistinîyê tune be. Gel bi azadî berpirsên xwe hilnebijêre, hukumet bi îradeya gel û demokratîk wî welatî bi rêve nebe, ew dewlet, tev burjûvazîyê têkçûye jî ne dewleta hemû welatîyan be, ew ne sosyalîst e.

Fîdel Castro jî mîna hempayên xwe, ji pêwîstî, daxwaz û berjewendîyên gel bêtir, ket parastina desthilata xwe, bû dîktatorê Kûba. Ji bo rejîma xwe li ser linga bihêle, kîjan dîktatorî destê xwe dirêjî wî kir û ji bo rejîma wî fêdeyek pêşkêş kir, wî jî ew dest girt û li ser serê xwe danî. Rjîmên mêtinkar yên dostê Castro wek Tirkî, Iraq, Îran û Sûrî mînakên berbiçav yên van têkelîyan e. Em zordarîya van rejîman ya li ser Kurdan deynin alîyekî, ev dewletên faşîst, zor û zulma li gelê xwe dikirin/dikin, di asta wahşetê de ye.

Li gorî min sosyalîzm, ji bo pêşdeçûna zanîyarîyê, aşitî, azadî, demokrasî û wekhevîya mirovan li hemû cîhanê, parastina jîngeh, rawir û siruştê felsefe, îdeolojî û sîyaseta herî rast e. Ji Sosyalîstîya Kurdan jî mînaka herî vekirî Mihemedê Hecî Mahmûd e! Ew sosyalîstekî hêja û welatperwerekî Kurd e!!

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir