Performansa Serok Barzanî Qasî Performansa Serokdewletên Mezin e…

Îbrahîm GUÇLU
(İbrahimguclu21@gmail.com)

Ez û hemû kurd û dinya jî qebûl dike ku Serok Mesûd Barzanî, serokekî xwezayî û milî û dîrokî û demokrat e.

Ew, bi zorê nebûye serok. Loma xwezayî ye.

Ji bona dewletbûna Kurdistanê û azadîya kurdan xebat dike, loma neteweyî ye.

Hemû jiyana xwe bi têkoşîna neteweyî, bi qezençkirina maf û azadîya neteweya kurd derbaskirîye, loma jî dîrokî ye.

Ew serokekî civata kurd e, loma jî civakî ye.

Ew xwe tu wext di ser gel re nagre. Ew xwe wek pêşmerge terîf dike. Ew loma jî têkoşerê neteweya xwe ye.

Ew, ji hiqûq û demokrasîya civakî re rêzgirtî ye. Di heman dem de ew xwedîyê wan nîrxan e. Loma jî kesekî demokrat e.

Wek tê gotin, serokatîya hilbijartî ji bona wî xwedîyê hêjayîyeke mezin nîn e. Ew serokbûna hilbijartî, wek mijareke teknîkî ya demokrasîyê diecibîne.

Lewra ew dema ku serokê hilbijartî nebe, gel wî serokê xwe yê xwezayî, neteweyî, dîrokî, civakî, demokrat dizane.

Bi wan nîrxan bi wî bawer in, ji wî re rêzgirtî ne.

Heger derdê wî netewa kurd nebûya, serokatî bûya, ewê ji Iraqê re bibûya serokkomar.

Ew kesên ku digotin “Serok Mesûd Barzanî posta serokdewletîyê îşgal kiriye”, ew ne heq in. Ew dijmintî dikin.

Serok Barzanî ji bona ku serokekî xwezayî, milî, civakî û demokrat e, gelek bi rehetî dîyar kir ku dema di referandûmê de serkeftin nebe û an jî serkeftin bibe, dê dest ji serokatiyê berde.”

Ew nerînan ji bona Serok Mesûd Barzanî her demê hatine pejirandin. Ji bona neteweya kurd van nerînên wan nehatiye guhertin.

Dema ku Serok Barzanî dest ji serokdewletê berda, bi taybetî dijminên kurdan û yên wî qempanyeke gelek xerab meşandin û propaganda kirin ku mîsyon û jîyana siyasî ya Serok Mesûd Barzanî qedîya.

Ev propaganda, bi taybetî jî ji aliyê hêz, kes, dewletên ku ji bona îşgala Kerkukê ji Hikûmeta navendî ya Iraqê re alîkarî kiribûn, dikir.

Wê demê jî kurdên dilsoz û welatevîn ji wan nerînan re îtibar nekirin û li dijî wan nerînan derketin.

Di vê navberê de her kurdekî baş dizanî ku serok Barzanî ji bona pêşêrojan di nav hazirîyekê de ye. Lewra serok Barzanî di wê demê hem pirsîyarîyên xwe yên hiqûqî û hem jî berpirsîyarîyên xwe yên siyasî ji Hikûmeta Kurdistanê û ji Meclîsa Kurdistanê re hişt.

Hikûmeta Kurdistanê û bi taybetî serokwezîrê Kurdistanê di wê qonaxê de tu kêmasîyek nehişt, dîplomasîyeke gelek baş û serkeftî li derve meşand; siyaseteke çalak ji bona berjewendîya Dewleta Federe ya Kurdistanê û Kurdistanîyan li hemberî Hikûmeta Federal ya Iraqê jî meşand.

Demek dirêj derbas nebû, bi taybetî jî piştî hilbijartina giştî ya Iraqa Federal; nerînên dijminan di derbarê Serok Barzanî de derewîn derketin, nerînên welatevînên Kurdistanê di derbarê Serok Barzanî de rast derketn.

Serok Mesûd Barzanî û partiya wî, di Hilbijartina giştî ya Iraqê û Kurdistanê de yekemîn derket. Dema ku encamên hilbijartinê hatin girtin, ew dijminên kurdan û yên serok Barzanî, şermazar bûn.

Wê demê Serok Barzanî dîsa bi mîsyona xwe ya dîrokî û milî û serokê xwezayî derket qada siyaseta Iraqê û Kurdistanê; qada siyaseta navneteweyî.

Di destpêkê de ji bona Hikûmeta Iraqê siyasetmedarên Iraqî û ereb yên ji Serok Barzanî re dijminitî dikirin, hatin li deriyê wî xistin. Wî dîsa mezintîya xwe nîşan da. Ji bona ku Hikûmet ava bibe û krîzekî siyasî dernekeve; hikûmeteke pirsgirêkên di navbeyna kurdan/kurdistaniyan û ereban de çareser bike, hewil da.

Piştî demekê ew vexwendin Bexdayê û li Bexdayê wek sewrokdewletekî pêşwazî hat kirin.

Serok Barzanî li Baxdayê bi berpirsiyarîyeke Kurdistanî bi berpirsiyarên Iraqî re rûnişt, mijarên Kurdistanê û Iraqê qise kir. Pêşniyarên xwe pêşkêş kir. Hîç maxrurî nekir. Gor encama referandûma serxwebûna Kurdistanê tevgerîya. Stratejiya dewletbûnê derxist pêş.

Wezîrê derva yê Îranê hat ziyareta Serok BarzanÎ. Ji serok Barzanî re hêviyên xwe diyar kir. Di çareserîya pirsên herêmê û Iraqê de mîsyona Serok Barzanî teqdîr kir.

Wezîrê Karên Derva yê Emerîkayê POMPEİ hat ziyareta serok Barzanî. Wî jî pesnê Serok Barzanî da, rola wî ya li Iraqê û Rojhilata Navîn jî wî re û raya giştî ya dinyayê re dîyar kir.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweya Yekgirtî hat ziyareta wî. Di çareserkirina pirsên Iraqê û herêmê de rolekî girîng da serok Barzanî.

Wezîrê Fransayê hat ziyareta serok Bazranî, got ji bona ku dostekî min ê wek serok Barzanî heye, ew ji bona min kêfxweşî û serbilindi ye.

Her roj ji berpirsîyarên dewletên dinyayê tên seredanîya Serok Barzanî. Ji serok Barzanî re rêz nîşan didin. Ji bona gelek pirs û mijarên li herêmên bên çareser kirin, ji wî alîkarî xwestin.

Serok Barzanî, bi vê helwest û berpirsiyariya xwe ya dîrokî ji bona hemû kurdan dîsa bû hêviyeke mezin.

Di van rojên dawî de sefîrê Elmanyayê yê Iraqê Cyrill Nunnn û serkonsolos Barbara Wolf hat ziyareta Serok Barzanî. Wan ji Serok Barzanî re diyar kirin ku “ew ji bona welatên wan Elmanyayê xwediyê girîngiyekê ye, di hemandem gotin ku serok Barzanî ji bona Rojhelata Navîn û hemû kurdan hêvî ye.”
Dîsa beriya çend rojan Şandeke Opozîsyona Suriyeyê ya Ereb Serok Barzanî ziyaret kir. Wan jî ji Serok Barzanî daxwaz kirin ku di çareserîya pirsa Sûriyeyê de rol bilîze û midexalekar be.
Endamên Karên Derve îbrahîm Biro, di derbarê vê hevdîtin û rola Serok Barzanî li Sûriyeyê wusa dibêje: “Herêma Kurdistanê xwedî ezmûneke dirêj a xebatê ye, ku di salên dûr û dirêj de tevî xebata li dijî rêjîma Iraqê, lê karî pêwendiyên baş bi gelê Iraqê re deyne. Opozîsyona Sûriyê jî bi çavekî mezin li vê ezmûnê dinêre. Bi taybet ku opozîsyona Sûriyê dikare cihê xwe li Herêma Kurdistanê bibîne, lê wê yekê li Bexdayê nabîne. Herwiha opozîsyona Sûriyê dizane ku pêwendiyên xurt ên Serok Barzanî bi aliyên navdewletî re hene û dikare hevsengiyê bigire.”

Serok Mesûd Serok Barzanî, ji aliyê hiqûqî ve serokdewlet nîne. Lê ew wek serok dewletekî tê pêşwazî kirin.

Barzanî ne serok dewlet e û ne serokkomar e, lê mîsyona wî li herêmê zêdetir û xurttir e. Ew xurtbûn û mîsyona wî ji têkoşîna milî ya Tevgere Barzanî û têkoşîna wî ya şexsî tê. Divê ev mîsyona Serok Mesûd Barzanî gelê me û bi taybetî jî siyasetvanên Kurdistanê baş nas bikin. Gor wê qiymetzan û rêzgirtî be.

Performansa Serok Barzanî jî di rastiyê de qasî serokdewletên mezin e.

Hewlêr jî wek serekbajarê Dewleta Federe ya Kurdistanê, performansa serekbajarekî dewletên mezin nîşan dide.

Di vê performansê de rola serokwezîr û namzetê serok dewletê Neçîrvan Barzanî û namzetê serokwezîriya Kurdistanê Masrûr Barzanî jî xwediyê rolekî baş in. Hemû berpirsiyar û şandê ji dinyayê tên Kurdistanê di hemandem de bi wan re jî danûstandin dikin.

Amed, 08. 01. 2019

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir