Ligel Renc – Neyar ji bo parçekirina Kurdan dixebitin lê PDK û YNK civînekê nakin

Di ser hilbijartinan re du meh derbas bûn lê Kurdan hîn jî li ser parêzgarê Kerkûkê li hev nekiriye.

18 Kanûna Kanûna Pêşîna 2023yan li Kerkûk û 14 parêzgehên Îraqê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin kirin.

Piştî sala 2005an ev cara ewil bû li Kekûkê hilbijartinên encûmenên parêzgehan hatin encamdan.

Encûmena Kerkûkê ji 16 kursiyan pêk tê û ji bo diyarkirina parêzgar pêdivî bi 9 kursiyan heye.

Li Kerkûkê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 5 kursî û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî 2 kursî bi dest xistibûn.

Mijara bernameya “Ligel Renc”ê ya Rûdawê ya vê hefteyê “rewşa Kerkûkê û diyarkirina parêzgarê Kerkûkê” bû.

Alîkarê Sekreterê Hizba Şiyuî ya Kurdistanê Şêx Sidîq, Rayedarê Navenda Hilbijartinê ya Kerkûk û Selahedînê ya YNKyê Elî Qelayî, Nûnerê PDKyê Teha Teyfûr, Cîgirê Rayedarê Navenda 16an a Hemrînê ya YNKyê Mela Hesen, kesayetên ji Kerkûkê Şêx Ferhad Xoşnaw û Seyid Hesen bûn mêvanên pêşkêşkarê bernameyê Renc Sengavî.

 

Çarê li cem lîderên Kurdan e

Alîkarê Sekreterê Hizba Şiyuî ya Kurdistanê Şêx Sidîq da zanîn ku nakokiyên navxwe yên li Herêma Kurdistanê bandorê li Kerkûkê jî dikin.

Şêx Sidîq da zanîn ku lîsteyên cuda yên Kurdan, li Kerkûkê xisar gihandiye Kurdan û got:

“Pirsa Kurd li Kerkûkê meseleyeke siyasî ye û çareserkirina vê pirsê barê lîderên Kurdan e. Divê PDK û YNK li ser parêzgarekî Kurd li hev bikin.

“YNK û PDK bi lîsteyeke hevpar beşdarî hilbijartinên encûmenên parêzgehan nebûn. Ji ber vê yekê jî hinek Kurd neçûn ser sindoqan.”

“Di navbera PDK û YNKyê bawerî nameye”

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 5 kursî standibûn û li Kerkûkê bûbû partiya yekem.

Şêx Sidîq rexne li YNKyê girtin û got: “YNK wekî partiya yekem tevnagere. Heta niha nekariye bi partiyên Kurdistanî re civînekê bike.

Di navbera PDK û YNKyê bawerî nameye û vê yekê jî bandor li rewşa civakî, siyasî û ewlehiyê ya Kerkûkê kiriye.

Heke rewş bi vî awayî berdewam bike PDK û YNK êdî nikarin van dengan jî bistînin.”

 

“Nedibû Kerkûkê biavêjin himêza Sûdanî”

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li ser diyarkirina parêzgarê nû yê Kerkûkê bi aliyên pêwendîdar re civiya.

Di vê civînê de biyar hat dayîn ku di nava du hefteyan de ji bo diyarkirina parêzgarê Kerkûkê û encûmena bajêr karnameyeke hevpar were amadekirin.

Şêx Sidîq li ser mijara ku biryarder bûye Serokwezîrê Îraqê jî got, “Nedibû Kerkûkê biavêjin himêza Mihemed Şiya Sûdanî”

Şêx Sidîq herwiha amaje pê da ku Ereb li ber kombûna Encûmena Kerkûkê astengan

“Em baca qelsbûna Herêma Kurdistanê didin”

Rayedarê Navenda Hilbijartinê ya Kerkûk û Selahedînê ya YNKyê Elî Qelayî bal kişand ser zêdebûna hejmara Ereban a li Kerkûkê û got:

“Ji ber ku rêjeya wan zêde dibe dê Ereb di hilbijartinên 2032yan de li Kerkûkê bibin yekem.

Min ev yek ji rêveberiya YNKyê re gotiye. Nifûsa Ereban ji ya Kurdan zêdetir dibe.

Niha em bûbin yekemîn jî ne garantî ye ku em dê sala 2028an bibin yekemîn.

Em li Kerkûkê baca qelsbûna Herêma Kurdistanê didin.”

“Bila qaymeqamî para PDKyê bin”

Elî Qelayî bi vî awayî behsa projeya YNKyê ya ji bo îdareya Kerkûkê kir:

“Em dibêjin bila parêzgar Kurd be û ji YNKyê be û bila alîkarên wî Ereb û Tirkmen bin.

Bila serokê Encûmena Parêzgehê Ereb be û qaymeqamên nav bajêr ên PDKyê bin.

Bila ji sê qaymeqamiyên din jî yek ji Kurdan re, yek ji Ereban re û yek jî Tirkmenan re be.

PDK dixwaze parêzgarê Kerkûkê Kurd be lî ne ji YNKyê be, dixwaze bê alî be.”

 

Tirkmen çi dixwazin?

Elî Qelayî amaje pê kir ku li Kerkûkê di navbera Tirkmenan de jî du aliyên cuda hene û aliyê Hesen Turan ji Tirkiyeyê fermanan distîne û bi fermana Tirkiyeyê bi Kurdan re rûnane.

Li gorî agahiyên Elî Qelayî, aliyê Tirkmenan ê bi pêşengiya Erşed Salihî jî dixwaze her neteweyek Kerkûkê 16 mehan bi rê ve bibe.

Elî Qelayî diyar kir ku aliyê Erşed Salihî heta hilbijartinên li Tirkiyeyê xelas nabin bi kesî re ti rêkeftinê nake.

Elî Qelayî anî zimên ku PDK, YNKyê ji qewareya wê biçûktir dibîne.

 

“Kurd êrişî hev dikin, guh nadin mafên xwe”

Teha Teyfûrê ku di nava PDKyê cihekî wî yê diyar heye bal kişand ser nakokiyên ku di nava Kurdan hene û berdewam kir:

“Niha aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê wiha tên pênasekirin: ‘Bi qasî ku êrişî hev dikin guh nadin meseleyên xwe yên rewa.’

Divê PDK û YNK li ser Kerkûkê rêkeftineke stratejîk bikin ku dûrî meseleyên din ên siyasî be.

“Kurd li vî bajarî bûne mertal”

Kurdên Kerkûkê ji yên Hewlêr, Silêmanî û Dihokê hatine cudakirin. Kurd ji dema ku heye ve li Kerkûkê qurbaniyan dide.

Kurd li vî bajarî bûne mertal. Ji ber vê yekî jî divê PDK û YNK ji bo Kerkûkê berdêlan bidin da ku êdî heqaret li Kurdên vî bajarî neyên kirin.”

Teha Teyfûr ragihand ku Serok Barzanî dê van rojan bi rayedarên YNKyê re ji bo Kerkûkê

 

“Divê Kurd zextan li PDK û YNKyê bikin”

Cîgirê Rayedarê Navenda 16an a Hemrînê ya YNKyê Mela Hesen anî zimên:

“Divê Kurd her demê zextan li PDK û YNKyê bikin da ku li Kerkûkê û herêmên Kurdistanê yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê yekhelwest bin.

“Neyarên Kurdan bi hûrgilî dixebitin lê PDK û YNK civînekê nakin”

Ne dûr e ku PDK û YNK bi Ereb û Tirkmenan re li hev bikin lê xwe bi xwe li hev nekin.

Neyarên Kurdan li Kerkûkê li ser derûnî û parçebûna Kurdan bi hûrgilî dixebitin lê PDK û YNK ji bo Kerkûkê civînekê nakin.”

“Kurd bi mêrxasî çûn ser sindoqan”

Şêx Ferhad Xoşnawê ku li Kerkûkê kesayetekî darîçav e got:

“Kurdên Kerkûkê ji 2017an ve li benda vê hilbijartinê bûn.

Bi mêrxasî çûn ser sindoqan û bûn yekemîn. Niha jî li hêviyê ne ku parêzgarî li Kurdan vegere û rewş bibe wekî beriya 2017an.”

“Dilê Kurdan ji PDK û YNKyê sar bûye”

 

Seyid Hesenê ku li Kerkûkê kesekî berbiçav e jî wiha behsa rewşê kir:

“23 ji 28 taxên Kerkûkê bi tevahî Kurd in. Kurd hemû neçûn ser sindoqan çimkî dilê wan ji PDK û YNKyê sar bûye.

Divê ji bo Kerkûkê dev ji nakokiyên xwe berdin.

Bila vê Newrozê li Keleha Hewlêrê agirê Newrozê geş bibe.

Eger PDK û YNK vê carê jî ji bo parêzgarekî li hev nekin û nebin xwediyên heman helwestê dê bikevin nava rûpelên reş ên dîrokê.”

Rûdaw

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *