DIVÊ EM LI RÛMETÊN XWE XWEDÎ DERKEVIN!

Her civak, bi berhimandina pêwîstîyên jîyanê yên aborî re, ziman, bawerî û çanda xwe diafirîne, sazîyên xwe yên sîyasî û hiqûqî ava dike û di her warê jîyanê de xwe bi rêxistin dike. Her endamê civakê ku tê rûyê dinyayê, di hundir van nîrx, rûmet û sazîyên civakê de mezin dibin. Ew civak, di warê netewî û erdnîgarî xwediyê çi navî be, ew nav rasterê dibe nasnama mirov ya netewî.

Di seranserê dîrokê de heta îro, di her warî de hemû berhemên bi keda civakekê hatine afirandin, ew rûmetên netewî ne û di demajoya jîyana xwe de kesek, di çi berheman de keda xwe serf kiribe, ew jî rûmetên kesayetî ne. Lê ji bo ku kes endamê netewê ye, hem xwedîyê rûmetên netewî û hem jî berhemên keda wî, perçakî rûmetên netewî ye. Wê gavê berpirsiyarîya kes, bêşik xwedîderketina li van rûmetan teva ne.

Netewa Kurd, xwedîyê dîrokek dûdirêj, çand û bermayiyek dewlemend û kevnar e. Lê ji ber merc û egerên dîrokî, sîyasî û stratejîk yên bêyom, demek dûdirêj nebûye xwedîyê azadî û desthelatîyek serbixwe. Kîjan hêz Kurdistan dagîr kiribe û lê serwer bûbe, çi tiştê ji wan re pêwîst be wergirtine an talan kirine, yên ne li kara wan jî xwestine birûxînin û ji holê rakin. Ji dagîrîya Persan,  hetanî serwerîya împaratorîyên îslamê û hetanî îro, ev rewşa gelê Kurd werê berdewam kirîye. Lê civaka kurd derba herî mezin, di dema serwerîya împaratorîyên îslamê û ya di vê dema kapîtalîzmê de ji alî dewletên ku li ser navê nîjadekî û wek dewletên netewî ava bûn de xwarîye. Van serwerîyana, gelek berhem û nîrxên civaka Kurd rûxandin û ji holê rakirin.

Ji bo civakekê an mirov rûmeta herî girîng yek jê jî bawerîya olî ye: Lê li hemberî êrîş, talan, kuştin û qirkirina Ereban ya sêsed salî ku li ser navê ola îslamê, gelê Kurd naçar hîşt ku dev ji ola xwe ya zerdeştîyê jî berde. Guhertina olî, ne tenê bawerîya civakê diguhere, pê re jîyana civakê ya ehlaqî, huqûqî, çandî(kulturî) û hwd. jî diguherîne; bi kinahî pêwendî û jîyana civakê serûbin dike û ji nû de saz dike.

Piştî peymana Lozanê, bi daxwaz û hevkarîya împeryalîstan ku Kurdistan dinav çar dewletên herêmê de hat parkirin, dewletên dagîrker, hemû maf û heyîyên netewa Kurd qedexe kir û bi polîtîkayên asîmîlasyonê rûxandinek sîstematîk bi darê zorê  meşandin. Yên li hember vê rûxandinê ku serî hildan jî bi qirkirin û nefîkirin ji holê hatin rakirin.

Çi pasîf be, çi aktîf be, netewa Kurd, di seranserê dîrokê de, ji bo hebûn û rûmetên xwe biparêze di berxwe daye, him gelek rûmetên xwe li ser piya hîştîye û çikas hindik û zor be jî, di warê tekoşîna polîtîk, rêxistinî, çandî û zargotina nivîskî de hinek rûmetên nû jî li yên kevin zêde kiriye. Lê ji bo vêna, gelek ked hatîye xerckirin, îşkencên dijwar hatine dîtin, li welatên xerîb û di zîndanan de temen hatine qedandin, gund hatine şewitandin û gelek xwîn hatîye rijandin.

Li hemberî van rûmetên ku bi ked û tekoşîna giştî, di demajoya jîyana civakê de hatiye berhimandin, berbirsiyarîya kes girîng e. Kes, weke ku bi serê xwe, ji civakê qetandî nebûye xwedîyê tu taybetîyên mirovî, piştî ku weke berhemek û endamê civakê(netewê) hatiye qonaxekê û xwe ji pêwendîyên netewa ku nasnama wî ye bidûr bixe û li rûmetên wê xwedî dernekeve kesayetî û mirovantîya xwe jî seqet dike û li hemberî her taybetîyên mirovî bêrûmet dibe.

Her endamê netewê, li gorî rewşa xwe tevdigere û rola xwe dilîze. Ji ber rewşa netewa me ya dîyar, gelek endamê netewa me, him ne di cudahîya netewîtîya xwe de ne û him jî ne di zanîna mafê xwe yê kesanî de ne. Loma girîngîya rola rewşenbîran dertê holê. Rewşenbîr him li hemeber rûmetên netewê û him jî li hember keda xwe berpirsîyar in. Lê rewşenbîr ji tu kesî bêtir ne xwedîyê van rûmeta ne. Loma mafê tu kesî tune ye ku xwe têxe hinek kategorîyan û li mala xwe rûnê, parastina mafê netewî ji hinekî din hêvî bike. Ev rêdîtina rava ji vatinîya xwe ye.

Pêşîn divê em li nasnama xwe ya netewî û sîyasî xwedî derkevin. Divê em dîroka xwe baş fêr bibin, bi zimanê xwe biaxifin û binivîsin, li çanda xwe xwedî derên, wê nûjen û geş bikin û li hemû sazîyên netewî xwedî derên û yê nû ava bikin. Ji bo ku dibistanê me nîn in, divê her dayik û bavê Kurd, zarokên xwe perwerde bikin. Lewra her dê û bavê ji nasnama xwe dûr dikeve, nasnama zarokên xwe jî şolî dike. Îro li Kurdistanê û bi taybetî li Tirkî û Ewropa, ziman û çanda Kurd di hundir xerabûn û bişaftin û wendabûnekê de ye!

Di jîyana xwe ya malbatî û bi pêwendîyên xwe yên civakî, divê em destûr nedin wendabûna rûmetên xwe yên netewî. Ji ber ku welatê me kolonî ye û gelê me ne xwedîyê desthelatîya xwe û sazîyên netewî ne, pêwîst e ku em her yek bi rêxistinî û tekoşîna sîyasî bibilin. Ku em ne xwedîyê welatekî serbixwe û civakek azad bin, bi xebat û çalakîyên ferdî, malbatî û komeletî, demek dûdirêj em nikanin netewîtîya xwe biparêzin.

Gava ku em dîroka xwe fêr dibin, em digehîjin ku di seranserê dîrokê de gelê Kurd, li hemberî her êrîş, talan û dagîrîyê serî hildaye, berxwe daye û şer kirîye. Lê ji ber bêrêxistinî û bêtifaqîya netewî biser neketîye. Egerên herî girîng jî, li Kurdistanê, demajo û pêwendîyên  netewîbûnî dereng û bêaheng dest pê kirîye, rêxistinî û tekoşîna netewî jî heta îro zor û zehmet û bi kêmanî meşîya ye. Loma gelek ked û xwîn hatiye rijandin.

Netewa Kurd, îro ji alî rêxistinî, tekoşîn û destkeftîyên xwe di qonaxek girîng de ye: Başûrê Kurdistan, piştî rêxistinî û tekoşîna çekdarî ya nîvsedsalekî, hîn nû ketîye demajoya desthelatîya xwe. Ev destkeftîyek û rûmetek tevayê netewa Kurd e, divê her rêxistin û kesê kurd bi tifaq û tevdîr lê xwedî derê û biparêze.

Li Bakurê Kurdistan, ev sî u pênc salin rêxistina netewî dest pê kirîye û ev panzdeh salin şerê çekdarî tê meşandin.Armanca vê tekoşînê ya bingehîn serxwebûna netewî û azadîya gelê Kurd e. Di demajoya vê tekoşînê de gelek welatperwer di mercên gelek dijwar de şehîd bûn,  di îşkenca re derbas bûn û di zîndanên dijmin û li welatên biyanî temen qedandin. Bi hezaran gund hatine şewitandin, bi milyonan gundî koçber bûne, ji aborîya xwe qetîyane û civaka Kurd serûbin bûye. Di encamê de, tekoşîn hatîye qonaxeke girîng. Mîna serhildanên berê ku têk çûn,divê êdî em destûr nedin ku vê carê jî ked û xwîna gelê me vala biçe. Ev ne pirsgirêka serokekî an partîyekê ye, ev pirsgirêk û berpirsîyarîya temamê kes û rêxistinên Kurd e. Divê em destûr nedin ku tu kes, an rêxistin li ser navê gelê Kurd biryarên şaş bidin û gel bêhêvî bikin.

Lê ku em birêxistinî li keda xwe ya sîyasî û rûmetên xwe yên netewî xwedî dernekevin û berpirsîyarîya xwe pêk neynin, em nikanin li hemberî biryarên şaş yên ku qedera me û netewa me tayin dikin jî derên û birastî bibin xwedîyê nasname û rûmeteke mirovî. Na, ger ku em dixwazin vatiniya xwe pêk bînin, ew jî divê em gelê xwe ji nû de birêxistin bikin, ji bo avakirina komareke demokratîk, lê li gorî rastîya gelê Kurd, Rojhilata Navîn û Cîhanê, di her warî de tekoşîna xwe li ser hîmê netewî û tifaqa netewî geş bikin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir