Du biryarê xeter ya Dadgeha Federal a Iraqê

Îbrahîm GUÇLU 

Li Iraqê, di sala 2005an de, encama referandûma Kurdan û ereban û neteweyên din  makezagoneke nû hat pejirandin. Bi makezagona nû, Dewleta Iraqê bû dewleteke federal.

 Bê guman dewleta Iraqê, xwe bi xwe nehat guhertin. Encama têkoşîneke dûrûdirêj hat guhertin. Wek tê zanîn neteweya me, di sala 1961an de, piştî ku hikûmeta merkezî ya Iraqê ji guhertina makezagon û sîstemê re xwedî derneket, li hemberî hikûmeta merkezî dest bi şer kir. Ev şerê neteweya me, heta sala 2003an jî domand. Lê beriya wê, di sala 1992an de, PDK û YNKê biryar dabûn ku dewleta Iraqê bibe federalî; gor vê biryarê û sîstemê jî xwe rêxistin kiribûn. Loma gelek aşkere ye ku Dewleta Iraqê, bi giranîya encama neteweya kurd, bû dewleta federal.

 Federalbûna dewleta Iraqê, dihat wê wateyê ku dewlet dê bibe dewleta hevbeş ya neteweya kurd û ereban û neteweyên din. Di sîstema federal de, rêxistinbûn û avabûna dewletê, gorî pîvana wekhevî û dadê û demokrasiyê dê pêk bê. Desthilatdarî û serewerî, gorî pîvana wekheviyê parve bibe. 

Dema ku meriv bi şiklî lê binêrî, Dewleta Iraqê, gorî van pîvanan hatiye rêxistinkirin û ava kirin. Lê di destpêkê de, ev pîvanaan li Kurdistanê hatin binpê kirin. Kerkûk û Nînova û gelek deverên din yên Kurdistanê, ji derveyî desthilatdariya Kurdistanê man. Kurdistan bû du beş. Di makezagonê de, bû biryar ku qedera Kerkûk û deverên din yên li derveyî desthilatdariya Kurdistanê, bi refêrandûmê dîryar bibe. Hezar mixabin, 20 sal e ku ev referandûma nehat li darxist. Pêşiya refêrandûmê ji bona bê girtin, her xirabiyek hat kirin. 

Binpêkirina makezagonê li wir jî nesekinî, beriya Refêrandûma Serxwebûna Kurdistanê, 50 xalên makezagonê hatin binpê kirin. Li hemberî kurdan û Kurdistanê dijmintî û nîjadprestîyek gelek xûrt dest pê kir. Mirov dikare bibêje ku makezagon ji bona neteweya Kurd û Kurdistanê bê wate bû. Loma jî biryara refêrandûma serxwebûna Kurdisrtanê 2017an  hat dayin.. 

Di refêrandûmê de, gelên Kurdistanê biryar dan ku dewleta xwe ava bikin. Lê piştî refêrandûmê jî sîstema federal bi her awayî hat binpê kirin û êrîşeke mezin hat kirin; dilê Kurdistanê, bajarê Kerkukê hat dagir kirin..

 Lê desthilatdarîya Kurdistanê, ji bona ku sîstema federal jinûve bê avakirin hewil da. Beşekî ereb jî di vê mijarê de bûn piştgir. Loma jî hilbijartina giştî ya dawî bi konsensûseke baş hat li darxistin û encam da. Hêviyek mezin çêbû ku pêwendîyên Hikûmeta Kurdistanê û Hikûmeta Federal ya Navendî ya Iraqê dê baş bibe, pirsgirêkên sîstema federal dê di nav pêvajoyekê de çareser bibin. 

Hezar mixabin, Îran û hevalbendên wê, erebên nîjadoperest û Haşdî Şabî û rêxistinên terorîst yên dijminên Dewleta Federe ya Kurdistanê wek PKKê, ji bona ku vê konsensusê xirab bikin, dest bi xebatên êrîşker û qirêj kirin.          

Ev êrîşan, di derbarê encama hilbijartinê de serkeftî nebûn. Lê di du mijarên girîng de encam da. Du biryarên gelek xeter û ji kurdan re tê wateya dijminantî hatin girtin. 

Wek tê zanîn, Serokê Meclîsê hat hilbijartin. Dor hate hilbijartina serokkomar. Gorî peymana neniviskî serokkomar ji kurdan tê hilbijartin. Ji bona vê Hoşyar Zêbarî, wek berendamê PDKê hat diyar kirin. Reya giştî û encamê meclîsê, di wê nêrînên de bûn ku Hoşyar Zêbarî dê ji sedî sed bibe serokkomar. Lê nijadperestên ereban û beşek endamên YNKê ji bona ku pêşiya Hoşyar Zêbarî bigrin, Dadgeha Federal ya Iraqê bi kar anîn. Dadgeha Federal ya Iraqê, li dijî Hoşyar Zêbarî biryar girt ku ew nikare bibe berendamê serokkomarîyê.

 Ev biryara gelek xeter û li dijî kurdan e. Di derbarê vê mijara girîng de, Elî Ewnî dibêje ku: 

“Biryara dadgeha federalî ya Iraqê, siyasî bû û ev jî gelekî zelal e. Ma çawa dibe kesekî ku destpakiya wî hatiye îspatkirin, dîsa rastî berteka dadgehê were!? Ew xencera ku YNKê li PDKê da, ne ya wan e, hinekan dane destê wan. YNK baş dizane, nikare di meydanê de hevrikiya PDKê bike; loma dixwaze rewşê aloz bike û pêşîya civîna parlementoya Iraqê bigre, da ku Berhem Salih li ser kursîya xwe bimîne. Ev jî tiştekî ne rewa ye. Ew dizanin, eger parlemento bicive, kandîdê wan dengên pêwîst nahîne.” 

Ez jî di wê baweriyê de me ku ev biryara ne rewa û ne hiqûqî ye. Biryareke siyasî û nîjadperestî ye. Li dijî rihê sîstema federalî ye.

 Dadgeha Federal ya Iraqê, li wir jî nesekinî biryareke din li dijî kurdan û Dewleta Federal da. Di derbarê gaz û pertola Kurdistanê de biryar wergirt. 

Serok Mesûd Barzanî li ser vê biryarê peyamek belav kir û ragihand: 

“Biryara Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê ya derbarê neft û gaza Herêma Kurdistanê de biryareke bi tevahî siyasî ye û berevajiya destûra Iraqa Federal e û armanca wê dijayetîkirina Herêma Kurdistanê ye û li dijî sîstema federal a Iraqê ye. 

“Em hêvî dikin her du Hikûmeta Iraqî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikarin li ser kêşeyan û babeta neft û gazê bigihin rêkeftinê. Li gel ewe da jî ji bo hemû aliyek eşkere dikin ku Herêma Kurdistanê bi hemû şiyanek ve berevaniyê li mafên xwe yên destûrî dike.” 

Serokê Dewleta Federe ya kurdistanê Neçîrvan Barzanî jî di derbarê ev mijara stratejîk de daxuyaniyek de û got: 

Di demekê de ku Iraq ji rewşeke siyasî ya aloz de derbas dibe, mixabin biryareke dadgeha bilind a federal a Iraqê, ku yasaya neft û gaza Herêma Kurdistanê wek nedestûrî pênase dike, Herêma Kurdistanê jî rastî nîgeraniyeke mezin anî. 

“Li gor me ew biryara dadgeha bilind a federal ku pişta xwe dide yasayeke dema rejîma berê, bingehê federalî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê piştguh xistiye û li gel ruhê destûr û sîstema federal hev nagre û di pratîkê de jî nayê cîbicîkirin.  

“Ew biryar herwiha pirsgirêkên di navbera hikûmeta federal a Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser dosyaya neft û gazê jî aloztir dike ku bi salane hewla çareseriya wan hatiye dayîn û di çend qonaxan de pêngavên ber bi çareseriyê ve hatine avêtin.

 

“Li gor me dadgeha bilind a federal di cihê vê biryarê de, pêwîst bû biryar bide ku hikûmeta federal a Iraqê li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê li gor destûrê li ser pirsgirêk û pirsa neft û gazê bigehin çareseriyek ku di berjewendiya hemû Iraqê de be. 

“Bendewariya me ji dadgeha bilind a federal a Iraqê heye û em daxwaz dikin pêdeçûnê di biryara xwe de bike û bingeha destûr û sîstema federalî berçav bigre, ku ew mafên yasayî û destûrî yên Herêma Kurdistanê neyên binpêkirin û nebin sedema alozbûna zêdetir a rewşa siyasî ku ziyan bi berjewendiyên Iraqê bi giştî jî digehîne.”

Hikûmeta Kurdistanê jî li hemberî vê biryarê helwesteke hişk nîşanda. 

Ez û hemû kurd jî baweriya Serokê Kurdistanê Birêz Mesud Barzanî û Serokê Dewleta Federe ya Kurdistanê Neçîrvan Barzanî û Hikûmeta Kurdistanê parve dikin, dipejirînin. 

Loma jî divê hemû kurd li pişt helwesta herdu serokan û Hikûmeta Kurdistanê û Serokwezîrê Kurdistanê bin.

Serokê Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî wek diyar dike, divê li dijî ev biryara Dadgeha Federal a Iraqê têkoşîneke xurt bê meşandin. 

Diyarbekîr, 18. 02. 2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *