KURMÊ DARÊ Jİ DARÊ BE, ENCAM TÊKÇÛN Û WENDABÛN E!

Cano AMEDÎ

Civata Kurd, sed sal zêdetir e ku di bin zulum û zordarîya domdar de, di bin sîyasetek hebûn û tunebûnê dimeşe û berxwedanek nişan dide. Di nav şert û mercên herî zahmet de, alaya têkoşînê bi şêweyên cuda her tim hilda ye. Berxwedan û têkçûn, li pey hev domkirîye. Di heman deman de gelê Kurd, di şert û mercên herî xirab de dîsa ji bo azadî û rizgarîya xwe di nav pêlên hewldanan de, di nav rêzên lêgerînê de tevgerîyaye.

Gelê Kurd, ji daxwazên statuyên curbecur bigirin, heta xwestek û daxwazên biçûk û yên mezin, di rojevê de cîh girtîye. Îro jî gelê Kurd di pêvajoyek nû re derbas dibe. Encam û baca şerê çil salên dawî, rê li ber şikestinek dêrûnî vekirîye. Bandora wê dêrûnîyê bi xwe re, rê li ber derzên sîyasî vekirîye û didomîne.

Îro li taxên sîyasî em dibinin ku dijîtîyek mezin geş dibe, ev alîgirên dijbertîyê dikin, tu sînor û pîvanan nas nakin. Ehlaq û karekter ji holê rabûye, propagandayên reş, bertek û hestên dijmînatîyê gihîştîye asta herî bilind. Ev aqilê kûr û stratejik, ji bo bigihîjin armancên xwe yên sereke, dixwazin enerjî û dijîtîya li dijê dagirkeran, bi şêweyekî berevacî li dijî Kurdistanîyan bi kar bînin û tînin jî.

Bi hestên tolhildanê, bi nefret û dijmanîtîyek hovane, li hemberî netewa xwe, li hemberî birayên xwe ditêkoşin. Ev sîyaseta hanê rê li ber sîyasetek netewî û têkoşînek hevbeş, astengîyên mezin derdixe holê. Rê li ber hevkarî û dizaynkirina mala Kurdî digire, derfetên nû dide destê dagirkeran ku polîtîkayên xwe guncav bikin.

Rewşenbîr, civaknas, sîyasetmedar, akademîsyen, dîroknas û ew kesên kêşaya Kurd û Kurdîstanê ji xwe re kirine dert, divê şev û roj li ser girîngîya derizandin û cûdatîya nav civata Kurd rawestin! Ev bayê xirabîyê û têkçûnê her diçe tevna civatê serûbin dike. Ev kiryar û polîtîkayên hanê stratejîyek aqilê dewleta dagirker e û weke lehîyek mezin rê li ber polîtîkayên pişaftinê û jenosaydên nû geş dike.

Dijberî û neyartîya li dijî dewletbûna Kurdistanê, hewldanên fetisandin û hewldanên têkçûna destkeftîyên îroyin, stratejîyek navnetewî ye. Fesadî û propagandayên reş, li gorî wê stratejîyê didome û desthilatdarên hov, li gorî pêwîstîyên demê aktorên nû lê zede dikin. Şerekî li hevkirî, li seranserê Kurdistanê didome, mêjî û hêvîyên gelê kurd bi daxwazên “welatekî hevbeş” bi çîrokên “netewa demokratik” xewn û xeyalên kemalistan geş û bi paradigma “misak-i milli” jî ji nûve guncav dikin. Reşkirina rastîyan, propaganda û dijîtîya destkeftîyên hene encamên wê projeya li hevkirîye.

Bi taybetî ew êrîşên li hemberî hukumeta Kurdistanê û binemala Barzanîyan tê kirin, raste rast li dijî dewletbûna Kurdistanê ye. Tevgera rizgarîxwaza netewî ya Kurdistanê ji dema Şex Abdulselam Barzanî, Mele Mustafa Barzanî bigire heta îro, bi domdarî ala têkoşînê hildaye û serwerîya fikra netewî kirine. Sedemên neyartî û dijberîya binemala Barzanîyan, ji van rastîyên dîroka têkoşîna netewî tê. Ev dijîtî û hewldanên dorpeçkirinê, daxwazên dewletên dagirker in û ji salên 1960 an vir de, bi şêweyek organize û plansazî tê meşandin.

Hewldanên izalasyon û dorpeçkirina başûrê Kurdistanê armancên dewletên dagirker yên hevbeş in, fetisandin û tunekirina destkeftî û serwerîya hukumeta Kurdistanê,  ji xwe re weke armancên sereke bijartine. Di dîroka sed salên dawî de ev polîtîka û plansazîya dijî gelê Kurd, di heman deman de dubare bûye û rê li ber têkçûnê vekirîye. Mixabin û hezar carî mixabin, ev plansazî û politikaya dijî gele Kurd îro jî bi hêz e, bi lez û bez didome.

16:02:2022 Cano Amedî

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *